Eléonore Fourniau

muzîkvana fransî
(Ji Eleonore Fourniau hat beralîkirin)

Eléonore Fourniau (jdb. 1987 li Bordeaux, Fransa), stranbêj û muzîkvaneke fransî ye û bi kurdî, tirkî, ermenî û lazî stran û muzîka xwe berdewam dike. Eléonore Fourniau bi taybetî bi karê muzîka xwe yê bi kurdî hatiye naskirin. Eléonore Fourniau di adara sala 2024an de albûma xwe ya yekem a bi navê Neynik derxistiye.

Eléonore Fourniau
Jidayikbûn1987
Parîs, Fransa
NeteweFransî
Cureyê muzîkêFolklorîk
PîşeStranbêj û muzîkvan
Salên çalak2010–niha
Malpereleonorefourniau.com
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Eléonore Fourniau wekê keça dê û bavek akademîsyenê oksîtanî li Bordeauxê jidayîk bûye.[1]. Hem dê û hem jî bavê wî li ser Asyaya Navîn lêkolîn kirine. Fourniau ji 11 heta 14 saliya xwe li Taşkent, Ûzbêkistanê jiyan dike û li wir fêrê pîyanoya klasîk dibe.[2]. Di salên 1980î de malbata wê li Tirkiyeyê dijîya. Eléonore Fourniau li École Normale Supérieure de Lyon zimanê rûsî û dîrok xwendiye.[3]. Piştî qedandina vê perwerdeyê, di sala 2010an tê Tirkiyeyê û li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê perwerdeya xwe dewam dike.[4] Dema ku fêrî jenbûna enstrûmentayê rojhilatî dibe, dersên piyanê dide xwendevanan. Li Konservatuara Stembolê xwendekarên kurd nas dike û bi wan re komek muzîkê bi navê Koma Esman ava dike.[5]. Xwestekên wê ji bo ji muzîka kurdî çêdibe û li gorî vê meraqê ji gelek muzîkvanan perwerde werdigire û beşdarî kursa muzîkê ya Erdal Erzincan dibe.[2]. Di salên paşerojê de bi muzîka gelên Anatolyayê re eleqedar bûye. Di repertuwara wê stranên kurdî, tirkî, ermenî, gurcî û lazî hene. Bi muzîkjenên Luna Silva û Noémie Naël re, Eléonore Fourniau koma Trio Samaïa ava kir[6]. Navê vê kome navê ji navê danseke kevneşopî ya gurcî tê. Kome Samaïa bi çend zimanan stran dibêjin ku di nav van zimanan de kurdî, lazî, swêdî, spanî, ladîno û bulgarî hene.

Muzîkvanên wek Erdal Erzincan, Merdal Erzincan, Mikaîl Aslan, Birol Topaloğlu, Keyvan Çemirani, Gülseven Medar, Dengbêj Xalîde û Petra Nachtmanova[7] bi Eléonore Fourniau re derketin ser dîkê.

Di sala 2019an de wê li Montrealê bi muzîkvanên Kurdistanê rojhilat re stranên kurmancî û soranî pêşkêş kirin. Fourniau bi van muzîkvanan jî li Festîvala Ruhê Pîroz a Cîhanê (World Sacred Spirit Festival) li Hindistanê derket ser dîkê. Hunermend Fourniau li Fransa, Almanya, Belçîka, Swîsre, Swêd, Fînlenda, Spanya, Tirkiye, Mexribê, Hindistan, Qirgizistan, Kanada û Awistiralyayê konseran daye.

Eléonore Fourniau di sala 2022an de beşdarî şahiya Newroza sala 2022an a Amedê bûye.

Dîskografî biguhêre

Album biguhêre

  • Neynik (mirror)

Single biguhêre

  • Esmer eman
  • Qumrukê
  • Selvê kerazê
  • Arix
  • Lawo
  • Xwezî min te nasnekiri ba

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Eléonore Fourniau Kimdir? Nerelidir?".
  2. ^ a b Sevi, Selahattin (26 kanûna pêşîn 2020). "Von der großen Vielfalt der Musik". Sinfonie (bi almanî). Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
  3. ^ "Anatolian music workshop". Centre des musiciens du monde (bi îngilîziya kanadayî). Ji orîjînalê di 7 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
  4. ^ "Eléonore Fourniau Kimdir? Nerelidir?". kürtler.com (bi tirkî). 28 adar 2021. Roja gihiştinê 28 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  5. ^ "Muzîkjena Fransî: Ez bi Kurdî, Kurd bi Tirkî diaxivin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
  6. ^ "Trio Samaïa" (bi fransî). Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
  7. ^ "Eléonore Fourniau & Petra Nachtmanova". renk. (bi almanî). 26 îlon 2019. Roja gihiştinê 8 gulan 2023.

Girêdanên derve biguhêre