Eléonore Fourniau

muzîkvana fransî

Eléonore Fourniau an jî Eleonore Fourniau (jdb. 1987[1] li Parîs, Fransa)[2] stranbêj û muzîkvaneke fransayî ye û bi kurdî, tirkî, ermenî, û lazî[3] stran û mûzîkê xwe berdewam dike.[4]

Eléonore Fourniau
Jidayikbûn1987
Parîs , Fransa
Pîşestranbêj û muzîkvan
biguhêreBelge

JiyanBiguhêre

Eléonore Fourniau ji dê û bavek akademîsyenê oksîtan li Parîsê hat cîhanê.[2] Hem dê û hem jî bavê wî li ser Asyaya navîn lêkolînên cihê kirin. Hunermendê navdar ku di navbera 11-14 saliya xwe de li Ûzbêkistanê jiya, diyar kir ku ew ji uzbekî bêtir fêrî rûsî bûye[5]. Di salên 1980'î de malbata wî li Tirkiyeyê jiyaye, têkiliya hunermenda ciwan bi çanda kurdî ya li Tirkiyeyê re ji malbat û lêkolînên wî tê. Fourniau destûdara mamostetiya dîrokê kir. Piştî qedandina vê perwerdeyê hat Tirkiyeyê û li wir perwerdeya xwe domand.[2] Ew bi saya xwendekarên kurd ên ku li Tirkiyeyê nas kir, têkiliyek mezin ji muzîka kurdî re hebû. Li gorî vê meraqê, wî ji gelek muzîkvanan perwerde dît. Fourniau'ya ku zêdetir li ser muzîka Anatolyayê sekinî, 2,5 salan li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê perwerdeya xwe domand. Di vê demê de weke xwendekarekî mêvan gelek hevalên xwe bi dest xist û şansê xwendina waneya sazê ya Erdal Erzincan peyda kir.[2]

Girêdanên derveBiguhêre

ÇavkanîBiguhêre

  1. "Eléonore Fourniau". Labyrinth Catalunya Musical Workshop (bi American English). Roja wergirtinê: 28 kanûna paşîn 2021.
  2. a b c d "Eléonore Fourniau Kimdir? Nerelidir?". kürtler.com (bi tirkî). 28 adar 2021. Roja wergirtinê: 28 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (link)
  3. "ELÉONORE FOURNIAU & PETRA NACHTMAN…". renk-magazin.de (bi elmanî).
  4. "Muzîkjena Fransî: Ez bi Kurdî, Kurd bi Tirkî diaxivin". www.rudaw.net. Roja wergirtinê: 28 kanûna paşîn 2021.
  5. Sevi, Selahattin (26 kanûna pêşîn 2020). "Von der großen Vielfalt der Musik". sinfonie-interkulturell.de (bi elmanî). Roja wergirtinê: 28 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (link)