Charlie Hebdo
Charlie Hebdo, navê heftenameyeke fransî ya rexnegir a pêkenînê ye ku gotar û karîkaturên li ser mijarên siyasî, dînî û çandî weşanê dike. Hejmara yekê ya kovarê di sala 1969an de derket.
Êrîşa li ser kovara Charlie Hebdo di 7ê kanûna mezin a 2015an deBiguherîne
Di 7ê kanûna mezin a 2015an de êrîşeke terorîstî li ser baregeha kovarê çêbû û di encamê de 12 kes tê de hatine kuştin, 10 ji wan rojnamevan û karîkaturîst bûn û 2 ji wan jî polîs bûn.
Kovara Charlie Hebdo wekî kovareke çepgir tê zanîn, tê de gelek gotar û karîkatur li siyasetmedarên rastgir a Fransayê û bi taybetî fanatîzma dînî ya katolîk, cihû û misilmanan rexne dikin.
Kovarê çend caran karîkaturên Mihemed Pêxember çêkirine û henek pê kirine, ji ber vê hindê çend kes ji wî karîkaturê kirin bahane di bin navê Îslamê de xwe wek misilman rave dane terorîstî kirine û 12 kes kuştin[1].
Piraniya welatên cîhanê ev êrîşa terorîstî şermezar kir û diyar kir ku kiryarên wisa nikarin rêgiriyê li dijî azadiya ragehandinê li cîhanê dirust bikin.
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ Kopîkirina arşîvê, archived from the original on 2015-01-07, retrieved 2015-01-09
{{citation}}
: Unknown parameter|dead-url=
ignored (|url-status=
suggested) (help)
Girêdanên derveBiguherîne
Ji Waarmedia.com Girêdana arşîvê 5 adar 2016 li ser Wayback Machine
Ev gotar şitlekê girêdayî têkildarî gotarekê ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |