Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/13ê tîrmehê
Bûyer
- 1878 – Di navbera dewletên Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Rûsî, Keyaniya Yekbûyî, Almanya, Îtalya û Împeratoriya Nemsa-Macaristanê de Peymana Berlînê hate îmzekirin.
- 1923 – Nîşana Hollywoodê yê bi nav û deng ku ji 14 herfê hatiye çêkirin, li ser girên Hollywoodê hate avakirin. Pêşî wek Hollywoodland hatibû nivîsîn, paşê di sala 1949an de hate nûkirin û di vê nûkirinê de 4 herfên dawîn hatin avetin.
- 1930 – Dewleta tirkan li Geliyê Zîlan (di navbera Erdîş û Giyadînê de ye), Wanê, li dijî kurdan qetliamek mezin da dest pê kirin. Ji ve qetlîamê re Komkujiya Zîlanê tê gotin. Gorî çavkaniyên rojavayî di navbera 15-55 hezar kurd di vê komkujiyê de hatine qirrkirin.
- 1960 – Dewleta tirkan gore ûstad Seîdê Nûrsî vekirin û tabûta we birin li derdora herêma Barla yê girêdayî Ispartayê veşartin. Cihê gora wî îro jî nehatiye dîtin.
- 1968 – Komara Maurîtiusê bû endama Neteweyên Yekbûyî.
- 1976 – Aktor, derhêner û nivîskarê kurd Yılmaz Güney ji ber kuştina dozgera Yumurtalıkê yê bi navê Sefa Mutlu, 19 salan ji hepsê re hate mehkûmkirin.
- 1977 – Somalya û Etiyopya li ser herêma Ogadenê li hev nekirin. Somalya ji Etiyopya re şer îlan kir, Şerê Ogadenê dest pê kir.
- 1993 – Li derdora Erxenî, Amedê di kolanek arkeolojîk de parçeyek qumaşê hate dîtin. Hate ragihandin ku ev qumaş bermayiya kevintirîn ya qumaşan e.
Jidayikbûn
- 1845 – Carl Spitteler, helbestvan û nivîskarê swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1947 – Roger D. Kornberg, biyokîmîstê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1959 – Eren Keskin, parêzer û çalakvanê tirk
- 1988 – Steven R. McQueen, aktorê amerîkî
- 1988 – Colton Haynes, model û aktorê amerîkî
Mirin
- 1921 – Gabriel Lippmann, fizîknasê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1924 – G. Stanley Hall, psîkologê amerîkî
- 1960 – Max von Laue, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1994 – Havîv Şîmonî, siyasetmedarekî Îsraelê, kurdekî cihû ye
- 2014 – Nadine Gordimer, nivîskara ji Afrîkaya Başûr