Turoyo, an jî bi navê xwe yî din Surayt, zimanekî ji Aramîya Modern ya Navendî ye ku li başûrê rojhilata Tirkiyeyê û bakûrê Sûriyê ji aliyê Suryaniyan ve tê axaftin. Gelek axiver Suryankiya Klasîk ji bo wêje û peristinê bi kar tînin.

Turoyo
Sūrayṯ
ܣܘܪܝܬ
Welatên lê tê axaftin Tirkiye, Sûrî
Herêm Mêrdîn (Tirkiye)
Hesekê (Sûrî)
Axiverên zimanê zikmakî 103.300
Malbata zimanî Zimanên afrîkayî û asyayî
  • Zimanên samî
    • Zimanên samî yên navendî
      • Zimanên samî yên bakur-rojava
Awayên kevn
Sîstema nivîsê Tîpên suryankî (Serto)
Tîpên latînî
Kodên zimanî
ISO 639-3 tru

Axiverên Turoyo hê jî bi piranî endamên Dêra Ortodoks ya Suryaniyan in, lê endamên Dêra Katolîk ya Keldaniyan ku bi zimanê Turoyo xeber didin jî hene, bi taybetî ji bajarokê Midyadê û yên Dêra Asûriyan ya Rojhilatê. Her çiqas weke zimanekî şikestinbar bê hesibandin jî hê jî li Dîasporaya Suryaniyan tê axaftin.[1][2]

Axiverên zimanê Turoyo nikarin ji zimanê Aramiya Nûjen ya Rojavayî ku beriya hezar salan ji hev veqetiyane fêm bikin. Lê herwiha dikarin ji zimanê Suryankiya Nûjen û ji Keldankiya Nûjen heta radeyekê fêm bikin. [3]

Berevajî wateya van navan, ew ne aîdî dêreke taybet in, ew nayê vê wateyê ku endamên Dêra Suryaniyan ya Rojavayî û Dêra Katolîk ya Keldaniyan tenê bi devokên Suryankî diaxivin, û endamên Dêra Ortodoks ya Suryaniyan tenê bi Turoyo diaxivin.

Etîmolojî

biguhêre

Ṭuroyo, ji peyva ṭuro bi kurdî ‘çiya', zimanê çiyayî yê Tûrabdîna li başûrê rojhilata Tirkiyeyê ye. Navekî din ê vî zimanî jî Surayt[4] e ku ji aliyê gelek axiveran ve û herwiha di programeke ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê piştgirîkirin de li şûna Ṭuroyo ji bo vejandina vî zimanî tê bikaranîn. Ji ber ku Surayt navekî dîrokî yê vî zimanî ye ku ji aliyê Suryanîyan ve tê bikaranîn lê Turoyo navekî akademîk e ku ji bo veqetandina ji zimanên Aramîya Nûjen û ji Suryankîya Klasîk tê bikaranîn. Di gel vê yekê, bi taybetî li dîasporayê, ev ziman pirrî caran wek ‘’Surayt, Suryoyo’’, an jî ‘’Suroyo’’ (an jî Sureyt, ‘’Sŭryoyo, Süryoyo’’ li gorî devokê), di wateya ‘’Suryankî’’ de tê binavkirin. Turoyo carinan jî wek ‘’Suryankîya Rojavayî’’ tê nîşandan.

Turoyo ji cureyên axaftinê yên Aramîya Rojhilatî, yên ku li Tûrabdinê û derdora wê ji destpêka ketina Aramî ya wê herêmê pê ve û ji hezar salan zêdetir hatine axaftin, hatiye perisîn. Di gel vê yekê, Turoyo di bin têsîra zimanê Suryankiya Klasîk ku devokeke Aramiya Navîn ya Rojhilatî li bajarê Edessayê dihat axaftin de maye. Ji ber sînordaşiya di navbera Tur abdîn û Edessayê de, û nêzîkiya zimanên wan yên dayikê, Turoyo ji devokên Bakura-Rojhilatî yên Aramîya Nûjen zêdetir bi Suryankiya Klasîk re mînahiyeke nuwaze dihewîne.

Welatê Turoyo herêma Turabdîn ya li başûrê rojhilata Tirkiyeyê ye.[5] Ev herêm keleheke kevneşopî ya Dêra Suryaniyên Ortodoks e.[6] Serjimera axiverên Turoyo beriya qirkirina Suryaniyan piranî li gorî Dêra Suryaniyên Ortodoks tev digeriya.[5] Di sala 1970an de dihat texmînkirin ku li wê herêmê hê jî 20,000 axiverên Turoyo hebûn, lê belê, hêdî hêdî wan koçî Ewropaya Rojavayî û cihên din yên dinyayê kirine. Niha diasporaya axiverên Turoyo wek 40,000 kesî tê texmînkirin.[5] Li civakên diasporayê, Turoyo bi gelemperî zimanekî duyem e ku ji aliyê zimanên serekî ve tê timamkirin.[7] Ev ziman ji aliyê UNESCOyê ve wek zimanekî di bin talûkeya wendabûnê de tê hesibandin. Lê hewldanên ji aliyê civatên axiverên Turoyo ve ji bo berdewamiya bikaranîna vî zimanî mîna bikaranîna wî ya li malê, dawiya hefteyê hînkirina wî ya li dibistanan û kampên havînî hê jî tên kirin.[8] Îro li Tur Abdinê tenê bi sedan axiver mane.[5]

Heta van rojên dawî jî, Turoyo zimanekî axaftinê bû û qet nehatibû nivîsandin: Suryankiya Klasîk ango Suryankiya Kitabî zimanê nivîsandinê bû. Di salên 1880an de, hin hewldan bi alîkariya mîsyonerên Rojavayî bo nivîsandina Turoyo bi alfabeya Suryankiya KlasîkSerto û "Estrangelo" – hatine kirin.

Û herwiha, bi tevlîheviyên li welatê wan ên sedsala 21em, gelek axiverên Turoyo koçî derdora dinyayê (bi taybetî Sûrî, Libnan, Swêd û Almanya) kir. Rêbaza perwerdehiyê ya hikûmeta Swedê, ku her zarok wê bi zimanê xwe yî dayikê perwerdehiyê bibîne, kir ku materyalên hînkirina Turoyo bên amadekirin. Ji ber vê sebebê Yusuf Ishaq alfabeye Latînî bo Turoyo amaade kir. Li Almanyayê jî Silaz Üzel ji bo Turoyo alfabeyeke din a Latînî amade kir.

Gelek pirtûkên xwendin û pratîkê ku pêşkêşiya alfabaye Ishaq dikin wek Toxu Qorena!, an jî "Were, Em Bixwînin!" tên binavkirin. Herwiha vê projeyê ferhengeke Swedî-Turoyo ku ji 4500 entriyan pêk tê derxist holê: Svensk-turabdinskt Lexikon: Leksiqon Swedoyo-Suryoyo. Mamosteyekî din î pîr, nivîskar û wergerê Turoyo Yuhanun Üzel (di sala 1934an de li Midihê hatiye dinyayê), di sala 2009an de wergera Peshittaya ya bi Turoyo bi Benjamin Bar Shabo û Yahkup Bilgic re wergera Peshittayê bi alfabeya Serto (Rojava-Suryankî) û bi alfabeya Latînî xelas kir, bingehek ji bo "zimanê Aramî-Suryankî".

Turoyo ji zimanê erebî, kurdî, ermenîkî û tirkî hin peyv stendine. Zaravaya sereke ya Turoyo devoka Midyadê (Mëḏyoyo) ye, li bajarê Mêrdîna Tirkiyeyê. Her gund xwedî zaraveyekî cihê ye (Midwoyo, Kfarzoyo, `Iwarnoyo, Nihloyo and Izloyo, li gorî rêzê). Hemû axiverên zaravayên Turoyo ji hev fêm dikin. Di navbera bajarokê Midyat û gundan de cihêbûneke dîyalektîkî heye, û di navbera gundan de jî cudahiyên piçûk hene. Ziman an jî zaravekî nêzî Turoyo, Mlaḥsô ku li du gundên Diyarbekirê dihat xeberdan niha wek zimanekî mirî tê hesibandin.

Gelek axivêrên zimanê Turoyo, ku ji gundên xwe derketine, niha bi devokeke tevlîhev ku ji devoka gundên wan û ji devoka Midyadê pêk tê diaxivin. Tevlîhevkirina zaravayan ji aliyê Ishaq ve wek bingeha Turoyoya nivîskî hat bikaranîn. Wek mînak, Ishaq di pirtûka xwe ya xwendinê de peyva qorena yê ji dêla quren’ya Mëḏyoyo û ji dêla qorinaya zaraveyên gundan bi kar tîne. Hemû axiver bi zimanekî din ê herêmî re duzimanî ne. Dibistanê dêrê yên Surîyê û Lubnanê ji dêl Turoyo ve Suryankiya Klasîk/Kitabî hîn dikin û piştgiriya bikaranîna peyvên xwerû yên Suryankî didin.

Turoyo bi karakterên Latînî jî Suryankî (Serto) jî tê nivîsandin. Ev ortografiya li jêr di Konferansa Navnetewî ya Suryankî ku li Zanîngeha Cambridgeê hatibû sazkirin (27-30 Tebax, 2015) de derket holê.

Dengdar
Bi Latînî M m B b F f D d Ṭ ṭ T t K k G g Q q Z z
Bi Suryankî ܡ ܒ ܦ ܕ ܛ ܬ ܟ ܓ ܩ ܙ
Bilêvkirin [m] [b] [f] [d] [] [t] [k] [g] [q] [z]
Bi Latînî N n V v P p Ḏ ḏ Ḍ ḍ Ṯ ṯ X x Ġ ġ J j Ž ž
Bi Suryankî ܢ ܒ݂ ܦ݁ ܕ݂ ܜ ܬ݂ ܟ݂ ܓ݂ ܔ ܙ̰
Bilêvkirin [n] [v] [p] [ð] [] [θ] [x] [ɣ] [] [ʒ]
Bi Latînî H h Ḥ ḥ R r L l C c Č č Š š S s Ṣ ṣ
Bi Suryankî ܐ ܗ ܚ ܪ ܠ ܥ ܫ̰ ܫ ܣ ܨ
Bilêvkirin [ʔ], ∅ [h] [ħ] [r] [l] [ʕ] [] [ʃ] [s] []
Dengdêr
Bi Latînî A a Ä ä E e Ë ë O o Y/I y/i W/U w/u
Nîşanên Dengdêrên Suryankî
(an jî mater lectionis)
ܰ ܱ ܶ ܷ ܳ ܝ ܘ
Bilêvkirin [a] [ă] [e] [ə] [ɒ] [j]/[i] [w]/[u]

Hewldanên nivîsandina Turoyo di sedsala 16em de, bi adaptasyon û wergerên Cihû-Aramî ji pirtûka pîroz, şîrove, û herwiha çîrok û pirtûkên hagîografiyan, û meselokên bi devokên Filehan destpê kiriye.[9] Herwiha Metranê Nastûrî Mar Yohannan jî, ku bi mîsyonerê Emerîkî Rev. Justin Perkins re dixebitî, di sala 1836an da hewl da ku versiyonên nivîsên olî yên bi zimanê axaftinê binivîse, û di dawiya vê xebatê de kartên-dibistanan derketin holê.[9]

Di salên 1970î de, li Almanyayê endamên Tevgera Protestanî ya Suryaniyan (Aramäische freie Christengemeinde in German) ji bo nivîsandina çîrokên kurt û stranan Turoyo bi kar anîn.[10] Herwiha Tevgera Protestanî ya Suryaniyan di sala 2012an de di xebateke bi navê Kole Ruhonoye de ji 300î zêdetir sirûd çap kirin û herwiha heta niha çar pirtûkên Mîzgîniyê bi tev Mark û John wergerandin.

Fonolojî

biguhêre

Ji aliyê fonolojiyê ve Turoyo gelekî dişibe Suryankiya Klasîk. Lê fonemên mîna /d͡ʒ/ (wek di judge), /t͡ʃ/ (wek di church de) /ʒ/ (wek di azure de) ku tenê di peyvên biyanî de, ku ji zimanên din ketine Turoyo, tên dîtin.

Bi lêvî Didanî Alveoyî Alveoyyên ji panika dev Panka devî Ezmandevî Uvular Ji gewriyê Ji qirikê
plain emphatic plain
Girtiya difinî m n
Girtiya nerm (p) b t d k ɡ q ʔ
Affricate
diranlevkî f (v) θ ð s z ʃ ʒ x ɣ ħ ʕ h
Nîvdengdêr w l j
Herikiya lerzokî r

Dengdêr

biguhêre

Turoyo xwedî van komên dengdêran e: [11]

Li pêş Navîn Li paş
Nelêwerkirî Lêwerkirî
girtî i u
Nîv-girtî e o
Navîn ə
Vekirî a ɒ

Veqetînera fonolojiya Turoyo di kîteyên girtî de bikaranîna dengdêrên lawazkirî ye. Qîmeta dengî ya van kîteyên lawazkirî hem li gorî qîmeta dengdêra orjînal hem jî lo gorî devoka ku tê axaftin diguhere. Zarayava Miḏyoyo herwiha beriya kîteyên vekirî ên streskirî jî dengdêran lawaz dike. Ev yek dike ku wek kîteyeke schwayek derkeve holê (di Suryankiya Klasîk de, schwa ne kîteyek e).

Peyvsazî

biguhêre

Pergala lêkeran a Turoyo dişibe wê pergala ku di wan zimanên din ên aramî de tê bikaranîn. Di Suryankiya Klasîk de, formên demên perfect û imperfect bi rêzê bûn dema borî û dema bê, û demên din jî bi bikaranîna qertafên kesanê bi participlean re tên avakirin an jî formên kurt ên lêkera hwā (‘bûyîn’'). Pirraniya zimanên Aramî yên Modern bi tevahî demên berê terikandine û niha hemû deman bi rêya rayeka ku bingeha wê participle e ava dikin. Qertafên klasîk bi temamî bûne wek perçeyeke lêkeran, û dikarin wek kêşanan bên hesibandin.

Herwiha Turoyo bikaranîna cînavkên şanîdane ji wan hemû zimanên din yên aramî zêdetir pêş ve bir. Di Turoyo de, ev bûne artîkelên binavkirî:

  • nêr yekjimar : u malko (mîr)
  • mê yekjimar : i malëkṯo (keybanû)
  • pirjimar: am malke (mîr), am malkoṯe (keybanû).

Çavkanî

biguhêre
Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ "Did you know Turoyo is vulnerable?". Endangered Languages (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 nîsan 2017.
  2. ^ Saouk, J (2015). "Quo Vadis Turoyo? A Description of the Needs of the Neo-Aramaic of Tur-Abdin (Turkey)". Parole de L'Orient.
  3. ^ Brenzinger, Matthias (2007). Language Diversity Endangered. Walter de Gruyter. r. 268. ISBN 9783110170498.
  4. ^ Aramaic (Assyrian/Syriac) Dictionary and Phrasebook - Nicholas Awde, Nineb Lamassu, Nicholas Al-Jeloo - Google Boeken. Books.google.com. 30 hezîran 2007. Roja gihiştinê 17 tebax 2012.
  5. ^ a b c d Weninger 2012, r. 697.
  6. ^ Aphram I. Barsoum; Ighnāṭyūs Afrām I (Patriarch of Antioch) (2008). The History of Tur Abdin. Gorgias Press. ISBN 978-1-59333-715-5.
  7. ^ Weaver, C; Kiraz, G (2016)Turoyo Neo-Aramaic in northern New Jersey". International Journal of the Sociology of Language.
  8. ^ "Turoyo « Sorosoro" Girêdana arşîvê 2020-01-24 li ser Wayback Machine. www.sorosoro.org. Retrieved 2017-04-30.
  9. ^ a b Tomal, Maciej (2015). Khan, Geoffrey; Napiorkowska, Lidia, eds. Towards a Description of Written Surayt/Turoyo: Some Syntactic Functions of the Particle Kal. Gorgias Press.
  10. ^ Talay, Shabo (2015). "Turoyo, the Aramaic Language of Turabdin and the Translation of Alice". In Lindseth, Jon A. Alice In a World of Wonderland The Translations of Lewis Carroll's Masterpiece. Oak Knoll Press.
  11. ^ http://www.omniglot.com/writing/turoyo.htm

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: turoyo – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir