Hesîçe (parêzgeh)
Hesîçe an jî Hesêçe herwiha Hesekê (bi erebî الحسکة, al-Hasakah) parêzgeheke Rojava ye ku li wî welatî piraniya xelkê wê kurd in. Parêzgehê Hesîçe dikeve nav Başûrê Rojavaya Kurdistanê.
Parêzgeha Hesîçeyê (Bûka Cizîrê) (Dilê Dijle û Firat)
(Ah-Hasakah) | |
Cih | |
![]() | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Başûrê Rojavaya Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Kurdistan |
Serbajar | Hesîçe |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2009) | 1.800.000 kes |
Rûerd | 23.334 km2 |
Berbelavî | 61,8 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 4 navçe |
Agahiyên din | |
Dem | Bi ser dema Europa ye |
Koda telefonê | +963 |
Parêzgeha Hesekê li Rojava yê Kurdistanê ye û li bakûrê Sûryê dikeve. Çemê Ceqceq û Xabûr tê ve diherikin, çemê Xabûr yê ku ji Serê Kaniyê tê û pê ve tê xwarê bi aliyê başûr ve, ta ku bi çemê Firat re dibe yek nêzîkî Dêrezorê. Piraniya xelk û nîştevanên Hesekê kurd in, paş re ereb, turkiman, ermen û aşûrî ne. Hijmara nîştevanên Hesekê digihe nêzîkî du milyonan.
Ev Parêzgehe li ser çar deveran û çardeh herêman tê parçekirin. Hesekê bi petrol û genimê xwe tê naskirin. Herwiha zeviyê wê yî neftê li Rimêlan û Hol û Çipsa ne. Piraniya nîştevanan çandinê dikin. Bi taybetî di çandina genim û pembo û fêkî wek sêv û tirî de pir navdar e.
Ji giringtirînî gund û bajarokên Hesekê, Qamişlo, Tirbespî, Serê Kaniyê, Dêrik, Amûdê û Çelaxa. Hina jî gelek gundên mezin û bajarok tê de hene. Hijmara tevahiya gundewarên Hesekê dighêje 1 717 kesî. Hesekê parêzgeheke pir mezin di Rojavayê Kurdistanê de ye û bi taybetî di Kantona Cizîrê de.
Hejmara xelkên vê parêzgehê bêtir ji 2 000 000 kesan e. Bajarên serekî yên parêzgeha Hesîçeyê Qamişlo, Hesîçe, Amûde, Dêrik, Serê Kaniyê, Tirbespî, Girê Koçer, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbêsî, Şedadî û Holê.
Çemên ku di parêzgeha Hesîçeyê re diherikinBiguhêre
ÇavkanîBiguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |