Transgender Day of Remembrance

Transgender Day of Remembrance (TDOR), ji îngilîzî tê wateya Roja Bîranîna Mexdûrên Trans yên Sûcên Nefretê, her sal di 20ê mijdarê de ji bo bîranîna kesên ku di encama transfobiyê de bi rêya sûcê nefretê hatine kuştin, tê dîtin.[1][2] Ev roj ji bo balê bikişîne ser berdewamiya tundiya ku li ser mirovên transgender tê kirin, hate damezrandin.[3]

Transgender Day of Remembrance
  • Roja cîhanî
  • LGBTQIA+ awareness period Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Transgender Day of Remembrance Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 20 çiriya paşîn 1999 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Gwendolyn Ann Smith
  • Nancy Nangeroni
  • Jahaira DeAlto Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.transgenderdor.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Roja Bîranîna Mexdûrên Trans yên Sûcên Nefretê di sala 1999ê de ji hêla komek piçûk ve hate damezrandin, ku di nav wan de Gwendolyn Ann Smith,[4] Nancy Nangeroni, û Jahaira DeAlto[5] hebûn. Ew ji bo bîranîna kuştinên jinên transgender yên reş kom bûbûn, piştî ku Rita Hester li Allston, Massachusetts,[6] û Chanelle Pickett li Watertown, Massachusetts hatibûn kuştin.[7][8] Ji wê rojê û pê ve, TDOR her sal di 20ê mijdarê de, di salvegera kuştina Pickett de, li gelek bajar û welatên her aliyê cîhanê tê lidarxistin.

Ev roj şîdeta transfobîk û cihêkarîya ku her roj gelek kesên transgender dijîn bi bîr tîne. Armanc ew e ku balê bikşînin ser pêwîstiya parastin, qebûlkirin û wekheviya civaka transgender. TDOR ne tenê roja şînê ye, di heman demê de kêliya hevgirtin û berxwedana siyasî ye. Di çalakiyan de navê qurbaniyên şîdeta transfobîk ji bo rêzgirtina li can û nasnameya wan tên xwendin. Di heman demê de ev roj armanc dike ku hişmendiya tundûtûjiya domdar a li dijî mirovên transgender ku ji ber sûcên nefretê, destdirêjî û cûdakariya pêkhatî pêk tê zêde bike.

Li gelek welatan çalakiyên bibîranînê, meş û forumên nîqaşê tên li dar xistin ku mijar eşkere bibe. TDOR di heman demê de derfetê dide ku meriv li ser dijwarî û mafên mirovên transgender fêr bibe. Pir kes vê rojê bikar tînin, da ku di derheqê astengiyên qanûnî, civakî û tenduristiyê de ku mirovên transgender pê re rû bi rû dimînin hişyariyê bilind bikin. Ev roj di heman demê de fersendek e ji bo xwestina parastina siyasî û xûrtkirina mafên mirovên transgender. Ji ber vê yekê li ser medyaya civakî parvekirinên ji bo dîtina mirovên transgender têne kirin û çîrokên wan têne vegotin. Tê bibîrxistin ku şîdeta li dijî mirovên transgender pirsgirêkek cîhanî ye ku ji pêşdaraziyên strukturel (avahî?) û çandî derdikeve.

Roja Bîranînê her weha banga lêkolîn û daneyên bêtir li ser şîdeta transfobîk dike, da ku biryarên siyasetê yên agahdar bêne stendin. Ew banga çalakiyê ji her kesî re ye ku ji bo civakek adiltir û ewledar ji bo mirovên transgender bixebitin. TDOR herwiha vexwendinek e, ku meriv neheqiyên heyî bîne ber çavan û têkoşîna ji bo cîhanek bê transfobî xûrttir bike. Ne tenê kesên mirî tên bibîranîn, lê îradeya jiyanê û hêza civaka transgender jî tê pîrozkirin. Ji ber vê yekê roj tevliheviyek ji xemgînî, bîranîn û hêviya guhertinê ye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "MTPC: Transgender Day of Remembrance". web.archive.org. 14 tebax 2010. Ji orîjînalê di 14 tebax 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ "Transgender Day of Remembrance | Human Rights Campaign". web.archive.org. 26 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê di 15 çiriya paşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "North Carolinians mark Transgender Remembrance Day « QNotes - Carolina LGBT arts, entertainment, news, views". web.archive.org. 24 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Transgender Day Of Remembrance: Why We Remember". HuffPost (bi îngilîzî). 20 çiriya paşîn 2012. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
  5. ^ Eagle, Amanda Burke, The Berkshire (3 gulan 2021). "Jahaira DeAlto, unflinching advocate of marginalized, among victims of Boston slaying". The Berkshire Eagle (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ "Remembering Rita Hester :: EDGE Boston". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2012. Ji orîjînalê di 8 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
  7. ^ "The Chanelle Pickett Story by Nancy Nangeroni". gendertalk.com. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
  8. ^ Riedel, Samantha (31 adar 2022). "Remembering Rita Hester, Who Changed What It Means to Remember Trans Lives". Them (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.