Gotûbêj:Qehweya kurdî
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Qehweya kurdî ye. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Ev gotar li gorî mîzana Wîkîpediyayê ya nirxandina naverokan hîn nehatiye sinifandin. Ev têkildarî van Wîkîprojeyan e: |
|||||||||||
|
Gelo hûn dikarin bêhtir agahiyan di derbarê vê gotarê de binivîsin? Çêkirina qehweyê, dîroka wê û hwd. Ez dixwazim li wîkiya îngilîzî gotarekê bi navê Kurdish coffee çêkim. (Hûn çi difikirin)? Lê min li înternetê meyzand agahî pirr kêm e. Herwiha li Amedê ji aliyê Hıdırefendi ve qehweya kurda hatiye derxistin. Em dikarin çawa agahiya çêkirina vê qeheweyê bi dest bixin?—Gomadapeyam 11:01, 26 gulan 2012 (UTC)
- Qehweya kerengê jî heye :) Niha çênakin (an jî ji bîr kirine) ji ber ku gund hatine valakirin--Ghybu (gotûbêj) 11:37, 26 gulan 2012 (UTC)
- Min nizanîbû, piştî gotina te min li înternetê meyzand lê di derbarê qehweya kerengan de jî kêm agahî heye. Mixabin, çanda me bi valakirina gundan gelekî winda bû.—Gomadapeyam 16:35, 26 gulan 2012 (UTC)
- Sipas Gomada bo xebata te. Ez ê jî li agahiyan bigerim. Di dîwanan de hinekê kêm dihatiye vexwarin. Hûn dizanin bo mêvanan tiştên herî biha û moda tên îkramkirin. Kafêya ereban bûye serdest. Ji xwe niha xwarin-vexwarinên herî erzan û çorsane yên kurdî bûne delîkatez, bo mînak serûpê û ev qehweya han jî. Kekê min bihîstiye îngilîz xwedî li şirdana me derdikevin, wekî delîkatezeke neteweyî didin nasandin. Helbet bila bikin, bi ya min xwarin bo xwarinê ye, her kes dikare xwedî lê derbikeve. Lê heger înkar û wekî romiyan (tirk) xwarinên kurdî bipatent kirine wê demê jî divê mirov rastiyan bêje. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 08:39, 29 gulan 2012 (UTC)
- Silav, qehweya kurdî, yanê qehweya kezwanê, anuha li Amedê bûye moda... ewa ku ez dizanim ev e ku bi şîr, ne bi av, tê çêkirin. Ezê bipirsim.. di warê qehweya kerengê de jî min qet nedîtiye. Xx û bxw --MikaelF (gotûbêj) 07:00, 7 pûşper 2012 (UTC)
- Min nizanîbû, piştî gotina te min li înternetê meyzand lê di derbarê qehweya kerengan de jî kêm agahî heye. Mixabin, çanda me bi valakirina gundan gelekî winda bû.—Gomadapeyam 16:35, 26 gulan 2012 (UTC)
Chicorée au Kurde (1880 - 1930)
biguhêre@Gomada û MikaelF: Chicorée Au Kurde (1850 – 1930) / [1]--Ghybu (gotûbêj) 01:58, 21 berfanbar 2018 (UTC)
- @Ghybu û Gomada: Ez bawer nakim ku "Chicorée au Kurde" heman tişt be; ne qehwaya kurdî ye. --MikaelF (gotûbêj) 11:24, 21 berfanbar 2018 (UTC)
- "Chicorée" eva ha ye: https://en.wikipedia.org/wiki/Chicory. --MikaelF (gotûbêj) 11:31, 21 berfanbar 2018 (UTC)
- Erê, ez jî bawer nakim :) Li Fransayê bi vê riwekê qehwe çêdikin: Chicorêe_(boisson) / Chicorée industrielle / Ricoré--Ghybu (gotûbêj) 11:43, 21 berfanbar 2018 (UTC)
- "Chicorée" eva ha ye: https://en.wikipedia.org/wiki/Chicory. --MikaelF (gotûbêj) 11:31, 21 berfanbar 2018 (UTC)
Qehweya Kurdî
biguhêre@MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:, @Gomada: Silav hevalno ! Bi min rind e ku em sernavê gotar wek Qehweya Kurdî biguherînin . Hikûmeta Tirk ji bo zordestiya nasnameya Kurd her tiştî dike. Heya niha nabe ku em piştgiriyê asîmilasyonê bikin. Navê qehwa Kurd berî damezrandina Komara Tirk berê dihat bikar anîn. Wîkîpediyaya îngilîzî jî Kurdish coffee wek sernav nivîsandiye . https://en.m.wikipedia.org/wiki/Kurdish_coffee Avestaboy (gotûbêj) 18:27, 7 çiriya pêşîn 2020 (UTC)
- Rast e, niha di nav kurdan de wisa belav dibe û tê bikaranîn.—Gomadapeyam 11:32, 13 çiriya paşîn 2020 (UTC)