Qehweya kurdî
Qehweya kurdî[1][2][3][4], qehweya kezwanan (bi navê xwe yê din şengêl, şînok), navê çeşîdeke qehweyeyê ku vexurikeke germ yê mitbaxa kurdî ye.
Ev qehwe di dîwanên kurdî de nedihate vexwarin, lê dîwan belav bibûya didan ser.[çavkanî hewce ye] Lewra sedsalên dawiyê qehweya erebî bûye mode.[çavkanî hewce ye] Ji kezwanê re şengêl, şînok jî dibêjin, lê di rastiyê her yek ji wan cureyekî kezwanê ye.[çavkanî hewce ye] Navê zanistî yê vê darê Pistacia terebinthus e.
Çêkirin
biguhêreJi darên kezwanê hebikên wê tên berhevkirin. Dara kezwanê payîzê ber dide. Hebik di nava sac an rûnbirêşkê de tên qelandin. Paşê hebik tên hêrandin. Çêkirina wê ji qehweyên din ne cuda ye. Bi piranî bi şîrê tê çêkirin[4]. Gava bi avê were çêkirin, heger mirov vê qehweyê berde nava ava kelandî, kelê pê bîne, baştir e ku bi ava sar bidin ser agir.
Dîrok
biguhêreEv vexurik zêdeyî sed sal e ku li deverên wekî Amed, Semsûr, Mêrdîn û Batman tê çêkirin. Fêkiyên biraştî û hêrandî ji destpêka sedsala 20an û vir ve ji bo Ewropayê û cîhanê têne hinartin. Herweha qehweya kizwanan a Entabê ji Yekîtiya Ewropayê nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye, lewma wekî taybetmendiyek kevneşopî ya Entabê jî tê hesibandin[1].
Girêdanên derve
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ a b "Qehweya Kizwanan li Yekîtiya Ewropayê hat tomarkirin". Rûdaw. 2 berfanbar 2024. Roja gihiştinê 2 sibat 2025.
{{cite news}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|tarîx=
(alîkarî)CS1 maint: url-status (lînk) - ^ Xamo, Zinarê (18 kanûna paşîn 2018). "Qehwa kurdî çawa kirin qahwa tirk?". Bloga Zinarê Xamo. Roja gihiştinê 2 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ "Qehweya Kizwanê, berhemek resen a Kurdî ye". Kurdistan24.net. 25 tebax 2015. Roja gihiştinê 2 adar 2025.
{{cite news}}
: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ a b "Kurdischer Kaffee – Qehweya kurdî". Serkeftin.com. 22 gulan 2021. Roja gihiştinê 2 adar 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: url-status (lînk)
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |