Sirgûc

Gundekî Keleya Dîlokê

Sirgûc yan ji Sipurguc[2] (tirkî; Akbudak Köyü, ermenî; Սյուփյուրկյուն Մեծ)[3] di demê Osmanî bi Surp Prgiç[4] hat naskirin, gundekî Kurd ê.[5] Nave xwe di belgenameyên Osmaniyan de derbas dibe.[6][7] Di belgenameyên da derek bi navî Supurguc İskelesi ava dibe. Bi gumaneka mezin nave xwe ji vir tê, lê Sirgûc ne li ber Çemê Firatê ye. Bi ramanekî Pesareya Sirgûcê li talê gundê Qotelê bû. Sirgûc li ber çiyayê Qizil, li jêriya Xirabeya Qerecewêran de çê bûye. Li derdora wî xirabeyî zayretek heye. Tê gotîn de mala Guroyan, mala têr ya yekemîn li Gund e, lê îro ew malbat bi piranî di bajarê Dîlokê dijî.[8]

Sirgûc
Akbudak
Gundê Sirgûcê
Sirgûc li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sirgûc
Sirgûc
Sirgûc (Tirkiye)
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Entab (parêzgeh)
Serbajar Kele
Demografî
Gelhe 1171[1] (2020)
Erdnîgarî
Rûerd 3,89 km²
Koordînat 37°26′40″Bk 37°56′12″Rh / 37.44444°Bk 37.93667°Rh / 37.44444; 37.93667
Dem (UTC) UTC+2
Agahiyên din
Malper www.gaziantep-bld.gov.tr

Li Sirgûcê qereqol, nexwêşxaneyaka piçûk û dibistan heye. Di dema Bülent Ecevit dibistana gundên derûdorê Sirgûce hatin betal kirin û dibistana Sirgûcê bû navendî. Li Sirgûcê kaniyeka kevn û mîzgeftyeka kevn heye. Mizgeftyên xwe didunê.

Dîrok biguhêre

 
Pireke berê di serdema Împeratoriya Bîzansê de hatiye çêkirin

Dîroka gund bi navê "Elî yê qutîk” yan ji gorî din "Welôye qutîk", dest pê dike, ku li bajarê Wanê bi birayê xwe re li dijî sedem û kesên ku li vir nayên zanîn qetil kirin. Alî û birayê xwe li bakurê rojhilatê bajarê Dîlokê li ser Çemê Firatê sirgûn bûn û bi dewlemendiya xwe li herêmê gelek xanî ava kirin.

Di destpêka sedsala 17an de bi piranî kurd, lê ermenî û tirkmen jî li herêmê bi cih bûne. Navê "Sirgûc" ji zimanê ermenî têye û maneya "piştî çem" ku cihê erdnîgariya gund nîşan dide. Gund bi dehan salan mezintir û mezin bû û kete bin dagirkeriya Mîrektiya Kilîsê, ku hişt ku ziman û çanda kurdî serdest bibe. Gundî di heman demê de bazirganên bi comerdî bûn ku xwediyê par û milkên mezin bûn.[9] Tevî ku ne tenê gelê kurd lê di rêyên Sirgûcê de bi kurdî dihat axaftin.[10]

Di sala 1915an de gelê ermenî yên li wê derê hatin qetilkirin û cenazeyên wan avêtin çemê Firatê. Îro ji sedî yek ermenî li gunde manê.

Di sala 2017an de gund wekî tax ("mahalle") hat qebûlkirin û bi vî rengî ji "gund" hat bêparkirin.[11]

Demografîk biguhêre

Nifûsa Sipurgûce di salan 1965 heya 2020
1965 1289
1989 1271
2000 1152
2009 1086
2020 1171

Komên Etnîk: biguhêre

  Gotara bingehîn: Eşira Brukiyan

Ji roja damezrandina xwe ve, gund bi piranî ji kurdên eşira Brukiyan[12] rûniştiye, eşîreke ku ji wê demê Ermenistana rojava û Qefqasya ye û îro nifûsa wan li gelek welatan belav bûye. Ya ku tê encamdan ev e ku gund niştecihên wê misilmanên sunî ne.

Li gor serjimêriya sala 1912an nifûsa wê derdora 66% kurd, 31% ermenî[13] û 3% kesên din wek tirk, suryanî û hwd. Lebêle îro piraniya ter mezin kurd in bi hindekariya gelek biçûk a tirk û zedetîr hindekar ermenî.

Îro piraniya wan li diyasporayê li hundir an ne li Dîlokê, li cîranên Semsûrê û Stembol ve Ewropa û herêmên din dijîn.

Zaraveya Heremî ya Kurdiya Kurmancî li Sirgûcê (Wanî) biguhêre

  Gotara bingehîn: Wanî (devok)

Gorî kal û pîrên waniyan, wextekê malbatek di bin serokatiya Welqutik (Weloyê Qutîk) ji aliyê Wanê ji nav malbata Brûkiyan veqetiye û hatiyê gundekî Ruhayê yî li diyarî çemî Ferat. Hew gunda bi navî Wan ya jî Wehn tê zanîn. Malbata Welqutik û malbatek Beraziyan li wir teva hev dibin û wî gundî cih digrin. Ji koka mala Welqutik Terpûş tê. Zarên Terpûş derbasa aliyê Dilokê dibin û li wir cih digrin. hin diherin Şêxdêwid hin derin Sirgûcê hin jî diherin Lordînê. Li wir devokekî kurdî çêdibe jê re dibêjin Wanî. Ev devoka ji devokê kurdên Dilokê hindik cûda ye. Lê kurdên Kelê ji kurdên bi devokî dengdikin re dibêjin Wanî. Gundên Waniyan Sirgûc, Qotel, Dîng, Lordîn, Şêxdawid û Kemberlî ye. Li aliyê Ruhayê jî gundê Wanê ye.

Çend cûdatiyên giring, Mereşiyan pir caran dengê 'd' dikin 't'; di peyvên da pir dibêjin 'ma'; dengê ku di jêr qirikê da çê dibin hîn nerm dibêjin pir caran jî hin dengan dadiqurtînin.

Wanî: 'di'= Direvim. Meraşî: 'ti'= Tirevim.

Wanî: Binêre. Meraşî: mêzke.

Wanî: Tu çi dikî? Meraşî: ma tu çing/çir tikî?

Wanî: Wehnî. Meraşî: Wanî.

Wanî: wê lomê Meraşî: Wê sewê

Erdnigarî biguhêre

Erdnîgariya herêmê bi piranî deşt e, bi çend girên piçûk ve hatiye xemilandin. Li vê herêmê gelek madeyên xav dikarin werin çandin, û çandiniya Fistîkan jî li wir gelek popular ê, ku li seranserê cîhanê tê zanîn.

Her wiha gund sê kîlometre dûrî Firatê ye.

Germahî di havînê de heta 45 pile û zivistanê jî heta -6 pile bilind dibe.

Ciwarên Gund biguhêre

  • Xirabeyî Qerecewêranê
  • Çiyayê Qizil an ji Qizildax
  • Pîreya Sirgûcê (ji Roma da maye)
  • Golê mêşê
  • Golê Zinêr
  • Aşê Silê
  • Riyê Bozik
  • Warê (agir) Demê

Navdar biguhêre

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Türkiye'nin il il nüfusu". Habertürk. 29 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2016.
  2. ^ "T.C. MİLLÎ EĞİTİM BAKANLIĞI GAZİANTEP / ARABAN / Akbudak Ortaokulu". akbudakoo.meb.k12.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "ԽԱՐԲԵՐԴԻ ՆԱՀԱՆԳԻ ՄԱԼԱԹԻԱՅԻ ԳԱՎԱՌ | Արեւմտահայաստանի եւ Արեւմտահայութեան Հարցերու Ուսումնասիրութեան Կեդրոն" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ "'Anadili istiyorum' dedi diye ceza aldı, şimdi çocuklara anadilini öğretiyor". YeniOzgurPolitika.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  5. ^ "ARABAN MAHALLELERİ VE KÖYLERİ GAZİANTEP". www.nufusune.com. Roja gihiştinê 7 kanûna pêşîn 2022.
  6. ^ "Gaziantep Kürtleri » Kürtler.com". Kürtler.com (bi tirkî). 26 tîrmeh 2020. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  7. ^ "ismi değişen antep köyleri - Eşkili Ufak Sözlük, Anteplice, Antep Ağzı, Antep Kültürü, Antep Mutfağı". eskiliufaksozluk.com. Ji orîjînalê di 12 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  8. ^ "Deneme Bonusu 2023 - Deneme Bonusu Veren Siteler 2023" (bi tirkî). 27 gulan 2022. Ji orîjînalê di 30 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 gulan 2023.
  9. ^ "Araban". gaziantep.ktb.gov.tr. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  10. ^ "Têkeve Facebookê". Facebook. Roja gihiştinê 25 îlon 2022.
  11. ^ https://yandex.com.tr/harita/org/akbudak_mahalle_muhtarligi/44886561809/?ll=37.936502%2C37.443494&z=15
  12. ^ "Nişanyan Yeradları". nisanyanmap.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  13. ^ "Redirect". 1223.tuneplanlog.link. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.