Wanî an Wehnî (bi tirkî: Vanli yada Vanice) devokekî ji zaravayê Kurmancî ye ku bi piranî kesên ji eşîrê Brûkan teyê axivtin. Ew eşîr bi kokê xwe ji bajarê Wanê ye.

Wanî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
Herêm Dîlok, Riha
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Agahiyên gelemperî biguhêre

Gorî kal û pîrên waniyan, wextekê malbatek di bin serokatiya Welqutik (Weloyê Qutîk) ji aliyê Wanê ji nav malbata Brûkîyan veqetîye û hatiyê gundekî Ruhayê yî li dîyarî çemî Ferat.[1] Hew gunda bi navî Wan ya jî Wehn tê zanîn. Malbata Welqutik û malbatek Beraziyan li wir teva hev dibin û wî gundî cih digrin. Ji koka mala Welqutik Terpûş tê. Zarên Terpûş derbasa aliyê Dilokê dibin û li wir cih digrin. hin diherin Şêxdêwid hin derin Sirgûcê hin jî diherin Lordînê. Li wir devokekî kurdî çêdibe jê re dibêjin Wanî. Ev devoka ji devokê kurdên Dilokê hindik cûda ye. Lê kurdên Kelê ji kurdên bi devokî dengdikin re dibêjin Wanî. Gundên Waniyan Sirgûc, Qotel, Dîng, Lordîn, Şêxdawid û Kemberlî ye. Li aliyê Ruhayê jî gundê Wanê ye.[2]

Devokê Waniyan biguhêre

Di navber devoka waniyan û devokên din yên Dilokê hindik cûdatî heye. Gelek kurdên Dîlokê bi devokê Mereşê û Semsûrê deng dikin. Çend cûdatiyên giring, Mereşiyan pir caran dengê 'd' dikin 't'; di peyvên da pir dibêjin 'ma'; dengê ku di jêr qirikê da çê dibin hîn nerm dibêjin pir caran jî hin dengan dadiqurtînin.

Wanî: 'di'= Direvim. Meraşî: 'ti'= Tirevim.

Wanî: Binêre. Meraşî: mêzke.

Wanî: Tu çi dikî? Meraşî: ma tu çing/çir tikî?

Wanî: Wehnî. Meraşî: Wanî.

Wanî: wê lomê Meraşî: Wê sewê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "BIRUKİ VEYA BRUKAN AŞİRETİ". www.semskiasireti.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.[girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10 | Xwebun" (bi tirkî). 22 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.[girêdan daimî miriye]