Süleyman Demirel
Sami Süleyman Gündoğdu Demirel (jdb. 1ê çiriya paşîn 1924an, Atabey, parêzgeha Isparta, Tirkiye - m. 17ê hezîran 2015an, Enqere, Tirkiye) siyasetmedarekî tirk bû ku heft caran bûye serokwezîr û ji sala 1993an heya sala 2000an serokkomarê Tirkiyeyê bû.[1]
Serokkomarê Tirkiyeyê | |
---|---|
- | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Leader of True path party (d) | |
- | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Bülent Ulusu (en) | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Sadi Irmak (en) | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Süleyman Demirel Nihat Erim (en) | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Süleyman Demirel Süleyman Demirel | |
Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
- | |
Suat Hayri Ürgüplü (en) Süleyman Demirel | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Atabey (en) |
Navê rastî |
Süleyman Sami Demirel |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn |
Nazmiye Demirel (en) (ji heta ) |
Partiyên siyasî | |
Xelat | Lîsteya berfireh Grand Order of King Tomislav (en) Q112601465 State Medal of Honour of the Republic of Turkey (d) Sheref Order (en) Independence Order (en) Order of Manas, 1st class (d) Order of the Cross of Terra Mariana (en) Order of the Leopard (en) Order of the White Eagle (en) Order of the Star of Romania (en) Order of Stara Planina (d) Order of the Golden Fleece (en) Honorary doctor of the University of Zagreb (d) Collar of the Order of the Star of Romania (d) Knight Grand Cross with Collar of the Order of Merit of the Italian Republic (d) Collar of the Order of the Cross of Terra Mariana (d) Order of Merit of the Federal Republic of Germany Honorary doctor of the Hebrew University of Jerusalem Knight of the Order of the White Eagle (d) () Grand Cross Special Class of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d) () Great Gold Medal of Masaryk University (d) () Order of the Republic (en) () |
Jînenîgarî
biguhêreDemirel di sala 1948an de li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê bawernameya endezyariyê wergirtiye. Di destpêka salên 1950an de li saziya avê ya Karên Avê ya Dewletê , ku ji sala 1955an vir ve dest bi rêvebirina wê kiriye, wekî endezyar xebitiye.
Di 15ê sibata sala 1956an de Süleyman Demirel bi qebûlkirina Lojgeha Bilgî ya Enqereyê bûye Mason. Di 37 saliya xwe de di sala 1961ê de dikeve siyasetê û di parlamenteya Tirkiyeyê de dibe endamê Partiya Edaletê (AP). Sê sal şûnda wekê serokê Partiya Dadmendiyê û heta sala 1980î maye. Suleyman Demirel di 27ê cotmeha sala 1965an de herî dawî bûye serokwezîrê Tirkiyeyê ya herî ciwan. Wî yek ji erkên xwe xurtkirina pêwendiyên Tirkiyeyê bi NATOyê re dîtiye. Ji bo çandiniya Tirkiyeyê jî gelek bernameyên pêşdebirinê daye destpêkirin.
Piştî şeş salan, Süleyman Demirel di Adara 1971ê de ji ber redkirina bandora siyasî ya leşkerî di têkoşîna li dijî terorê de ji desthilatê hat xistin. Lê di 31ê Adara 1975an de bi hikûmeta koalîsyonê ya bi Partiya Rizgariya Neteweyî ya Îslamî (MSP), partiya tundrew a rastgir Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) û Partiya Baweriya Komarî (CGP) re dîsa bûye serokwezîr.[2] Wî tevî aloziyên siyasî, enflasyon û kêmasiyên bazirganiyê polîtîkayên aborî yên neolîberal berdewam kir. Ew heta Hezîrana 1977an serokwezîr ma, dema ku hikûmeta hevpeymaniyê hilweşiya. Bi tifaqa nû ya bi MSP û MHPê re ji 21ê Tîrmehê heta 4ê Çileya 1978an dîsa bû serokê hikûmetê. Lê ev koalîsyon jî têk çû û Süleyman Demirel ket muxalefetê.
Di 12ê mijdara 1979an de Demirel careke din weke serokwezîrê hikûmeta hindikayiyê hat tayînkirin. Vê dewrê jî zêde dom nekir. Di 12ê îlona 1980an de bi derbeya leşkerî ya nû ya bi pêşengiya Kenan Evren, bi hinceta ku tundiya tundrew welat tehdîd dike ji wezîfeyê hat girtin û ji karê siyasî hat qedexekirin.[3]
Süleyman Demirel di sala 1987an de bû serokê Partiya Rêya Rast (DYP), partiyekê rastgir.[4] Piştî serketina hilbijartinan li ser desthilatdariya wê demê, partiya rastgir a muhafizekar a Partiya Welatê Dayikê (ANAP), di 20ê Mijdara 1991ê de cara heftemîn bû serokê hikûmeta Tirkiyê.[5] Piştî ku di gulanê de wek serokkomarê Tirkiyeyê hat hilbijartin, heya 5ê Hezîrana 1993an li ser navê wî ma. Heta sala 2000an ev wezîfe ma.
Di dewreya xwe de 100 kesên bê sûc bi girtî efû kir.[6]
Demirel li nexweşxaneyeke Enqereyê piştî enfeksiyona nefesê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.
Mîratî
biguhêreDemirel di kariyera xwe ya siyasî de gelek destkeftiyan bi dest xist. Wî herî zêde hikûmet ava kir, di dîroka siyasî ya Tirkiyê de piştî İsmet İnönü û Recep Tayyip Erdoğan serokwezîrê herî dirêj bû û di 41 saliya xwe de bû serokwezîrê herî ciwan. Her wiha rekora ciwantirîn siyasetmedarê ku bû serokê partiyê şikand. 40 salî ye, û gerînendeyê giştî yê herî ciwan di 30 saliya xwe de ji bo saziyek giştî hate tayîn kirin.[7]
Xebatên wî
biguhêre- Polonya : Fermana ajelê spî, 28ê cotmeh 1993an
- Xirwatistan : Fermana mezin a qiralê Tomislav, 7ê hezîran 1994an[8]
- Qirgizistan : Fermana Manasê, 13ê çiriya paşîn 1998an[9]
- Azerbaycan : Fermana istiglal, 12 hezîran 1999an[10]
- Îtalya : Fermana Merît a komara Îtalyayê, 7ê cotmeh 1996an
- Estonya : Fermana Terra Mariana, 1997an
- Romanya : Fermana stêrk a Romanyayê, 1999an
- Gurcistan : Fermana Zêr a Gurcistanê, 1999an
- Bulgaristan : Fermana Stara Planina, 16ê adar 1999an[11]
- Almanya : Fermana Merît a Komara Federal a Almanyayê, 6ê nîsan 2000an
- Qazaxistan : Fermana Leopar, 27ê tebax 2001an[12]
- Moldova : Fermana Komarê, 1ê çiriya paşîn 2004an[13]
- Azerbaycan : Fermana Şerefê, 1ê çiriya paşîn 2013an[14]
Çavkanî
biguhêre- ^ Sarı, Eren (25 kanûna pêşîn 2016). Çoban Sülü: Türk siyasetinin son 50 yılına fötr şapkası ve renkli kişiliğinin yanı sıra, hiç çocuğu olmadığı halde ‘Baba’ lakabıyla damga vuran 9. Cumhurbaşkanı Süleyman Demirel, “Akşam olunca kapısını kilitlemeden yatabilen, sabaha karşı kapıyı çalanların polis olmadığını düşünen bir Türkiye” hayaliyle aramızdan ayrıldı (bi tirkî).
- ^ "Arınç Demirel'i hedef aldı: 28 Şubat'ın başaktörü". Ulusal Kanal. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 çiriya paşîn 2013.
{{cite web}}
: CS1 maint: unfit URL (lînk) - ^ Hatun, Şükrü. ""Yeşil Kart"a dokunmayın!". Türk Tabipler Birliği. Ji orîjînalê di 5 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin.
- ^ Türk, Alican (21 hezîran 1997). Refahyol Hükümetinin İstifası ile ilgili Basın Açıklaması - 21 Haziran 1997 (Video) (bi tirkî).
- ^ Demirel'den Fetullah Gülen'e övgüler! (Video) (bi tirkî). Yeni Akit Gazetesi.
- ^ Barchard, David (17 hezîran 2015). "Süleyman Demirel obituary". The Guardian. Roja gihiştinê 20 hezîran 2015.
- ^ "Başbakan Menderes'in rekorunu geçti". Sabah. 19 adar 2013. Ji orîjînalê di 30 gulan 2016 de hat arşîvkirin.
- ^ "Untitled Document". Royalcroatia.tripod.com. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2018.
- ^ "Указ Президента КР от 13 ноября 1998 года УП №357 " О награждении орденом "Манас" I степени С.Демиреля"".
- ^ "Türkiyə Cümhuriyyətinin Prezidenti Süleyman Dəmirəlin "İstiqlal" ordeni ilə təltif edilməsi haqqında haqqında AZƏRBAYCAN RESPUBLİKASI PREZİDENTİNİN FƏRMANI" [Order of the President of Azerbaijan Republic on awarding President of Turkey Suleyman Demiral with Istiglal Order] (bi tirkî). Ji orîjînalê di 15 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 kanûna paşîn 2011.
- ^ Държавен вестник, брой 24 от 16.III
- ^ "Указ Президента Республики Казахстан от 27 августа 2001 года № 673 О награждении орденом «Барыс» I степени С.Демиреля".
- ^ "privind conferirea "Ordinului Republicii" Excelenюei Sale domnului Sьleyman DEMIREL". Republica Moldova. 1 çiriya paşîn 2004. Ji orîjînalê di 15 tebax 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Süleyman Dəmirəlin "Şərəf" ordeni ilə təltif edilməsi haqqında Azərbaycan Respublikası Prezidentinin Sərəncamı" (bi azerî). 1 çiriya paşîn 2013. Roja gihiştinê 31 tîrmeh 2022.
Girêdanên derve
biguhêre- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Süleyman Demirel de hene