Qeremêş

Gundekî Gimgima Mûşê

Qeremêş (bi tirkî: Karameşe) gundekî girêdayî navçeya Gimgima Mûşê (Varto) ye. 9 km li başûrê Vartoyê dikeve.

Qeremêş
Karameşe
Qeremêş li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qeremêş
Qeremêş
Koordînat: 39°6′51″Bk 41°22′50″Rh / 39.11417°Bk 41.38056°Rh / 39.11417; 41.38056
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeGimgim (navend)
Bilindahî
1.570 m (5150 ft)
Nifûs
 (2010)
1.081[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Bingeha navê Qeremêşê biguhêre

Peyva Qeremêş dibe ku ji ber darên mêşe derketibe. Lewra ev gund di nav daristana darên mêşe de cih digire. Navê vê gundê yê herî kevn gorî hin îdîayan Qerwaşûn e. Bi navê Qerwaşî eşîreke Kurd heye. Dîsa "qerwaş" tê wateya "xulam, xizmetkar". Lêkolîneke zanistî li ser navê gund nehatiye kirin.

Tirkan dema nav guhertine hin caran şibandine bêjeyên tirkî jî. Bo mînak Qerepûngal naveke xwerû bi kurdî ye tê wateya "gundê li ber pûngalên qer, reş", wan kirine Karapinar. Navê Qeremêşê jî şibandina bêjeya tirkî Karameşe.

Bi texmînî navê gund ji Qerwaşûn derketiye. Piştî derketina wan ji gund, ji ber ku êdî xelkê ji êla Qerwaşî nemane, ji ber ku seranser daristanên mêşe hene, îcar wekî Qer+mêş(e) binavkirine.

Dîroka Qeremêşê biguhêre

Di destpêka 1650´î de li vê gundê du malbat hebûne. Navê malbatek "Mala Evdal Axa" û ya din jî "Mala Çelo (an jî lawê Çelo Sîno)" bûye. Li binê gund bi navê "Kaniya Evdal Axa" kaniyeke heye. Herwekî bi navê "Gola Çelo", "Kaniya Çelo", "Kaniya Sîno" nav hene.

Gorî hin qeydan di salên 1500 - 1600'î de li vî gundî eşîra Qerwaşiyan cihwar bûye û gund bi navê Qerwaşûn (Qerwaşî+şûn) dihatibûye binavkirin.

Bi qasî nivşek berê bi navê Mala Koro malbatek axatî kiriye li nêzîkan. Koro bi xwe mêrxas û dewlemendek bûye. Di nexweşiyekê de çavên xwe winda dike. Dibêjin bapîrê Evdal Axa bûye. Mirovekî bihêrs û nehezkirî bûye, lewra jî xelkê ew bi navê Koro binavkiriye. Navê wî yê rastîn kes nizane.

Beriya wê jî Qeremêş xwedî şênî bûye, lewra gelek navên cografîk ên ji Mediyan û şarezayiyên berê yên kurd hene. Bo mînak, Mêrga Kostan (Mêrga Kosto, nêzîkê ziyareta gund e.)

Heya salên 1990î jî daristanên Qeremêşê hebûn. Heya salên 1970î ajalên kûvî yên wekî şêr, beraz gelek bûn û daristanên mezin û bi xof hebûn. Darên mazî, bizî (bizû), kenêr, kevot, hilûtirşên bejî, şîlan ûêd hebûn. Xelke jî bi nezanî dar birrîn, heya bigire rehên daran jî derxistin. Van salên dawiyê xetereya lehiyê (laserê) heye li gund. Çend caran laser (lehî) hat, lewra dema daristan nebin pişiran (erozyon) destpê dike û laser radibe.

Niştecihên gund ên beriya Serhildana Şêx Seîd, Mala Dîlo, Mala Hekarî, Mala Vartan, Mala Ozo, Mala Efê, Mala Elo hwd bûne. Di salên 1920î de 10-12 malbat hebûne li gund. Pirr berê wexta navê gund Qerwaşûn bû, li dora 20 malbat hebûne li gund.

Piştî têkçûyîna serhildanê wekî Mala Ehmê hin malbatên din jî hatine. Li Qeremêşê nêzîkî 120 mal dijîn. Di Serhildana Şêx Seîd, Berxwedana Yado ya li Çiyayê Şerevdînê de vê gundê han roleke girîng leyîstiye. Eşîrên Ezdînî (Êzîdînî) û Moxilî bi tevayî tevlî Serhildanê bûne. Vê gundê, di Serhildana Şêx Seîd û serhildanên berê de, Dîlo, Mîr Elî, Janê Xanim, Dewrêş gelekî servanên kurd şehîd daye.

Ji ber welatparêziya van her du eşîrên kurd Komara Tirk her gav xwestiye van eşîran ji hev re bike dijmin. Piştî têkçûyîna Şêx Seîd, eşîra Xormekan (axayê vê eşîra kurd di serhildanê de li cem dijmin cih girtiye) gundê Qeremêşê rûxandine, talan kirine.

Leyîstikên dûgela Tirk di sala 1978´ê de biserketiye û van her du eşîrên welatparêz rabûne hevdu û ji hev mêr kuştine.

Rewşa niha biguhêre

Dewleta Tirk navê vê gundê kiriye Karameşe. Cîranên gund, gundê Hebîban (Hebîba, Heyîba an Hebîbaba), Hecîbega Jor û jêrîn, Zorava, Darebî û gundê Adê ne. Niştecihên gund bi zaraveyê kurmancî diaxivin û aboriya xwe bi xwedîkirina pez dikin. Bi havînan derdikevin Çiyayê Şerevdînê (an Şerefdîn) û zivistanan diçin gundên Amedê.

Qeremêş di warê şîr de duyemîn gundê dewlemend ê Gimgimê ye. Pezên vê gundê pirr bi qîmet in. Bi havînan fîrmayên Tirkan tên bi erzanî şîr dikirin. Penêr û rûnê Qeremêşê heya Holand belav dibe. Mixabin fîrmayên kurd ji ber pêkutiyên dûgela Tirk nikarin karê mandirayê bikin.

Di salên 90´î de dewleta Tirk daristanên Qeremêşê rûxand û derketina zozanan qedexe kir. Ji ber wê, aboriya Qeremêşê xirab bû. Gelekî malbat koçberî Enqere, Bûrsa, Edene û welatên Ewropa bûn.

Hin ji mirovên civatê yên Qeremêşê ku êdî najîn biguhêre

  • Hecî Xalit kurê Ozo: Eskerê Şêx Seîd bû. Ji komkujiyan canê xwe xilas kiribû, bi salan fîrar xwe li çiyayan parastibû. Bavê rehmetî Mihemed Nezer û Teyîb bû ku herdu bira di mêrkujiya malkambax a dewletê organîzekiribû de jiyana xwe jidest dabûn. Hecî Xalit digot: "Ew mekteba ku lê wêneyê Kemal heye, heram e mirov zarokên xwe bişîne wê".
  • Mihemed Nezer û Teyîb (paşnava wan kiribûn Özgül), herdu jî mirovên xizan û maqûl bûn, tiving nedabûn destên xwe lê guleya mêrkujiyê hat li wan ket. Di wê şerê de (sala 1978) bi dehan cemseyên cendirmeyan li gund bûn, dest nedanê, digotin "bila Kurd hevûdu bikujin". Wê rojê bavek bi navê Qaso jî jiyana xwe jidest da, herwiha ji aliyê din jî Kurdek xizan û maqul jiyan da der. Qeremêşiyan wê rojê lanet li mêrkujiyê, birakujiyê anîn û sond xwarin dê êdî nebe.
  • Eliyê Huseyîn (paşnava wan Gönül bû), bavê Meko û Tehso. Komedyenê gund bû, xelk dida kenandin. Kesê dilê xwe jê negirt.
  • Mewlûd kurê Faris (paşnava wan Erginci) ji eşîra Bekiriyan, zilamek ji parêzgeha Qersê bû. Bavê wî alîkarî dide Serhildana Agiriyê, pirraniya xizmên wî tên kujtin. Bavê wî Faris mirovek dewlemend bûye, tê gundê Şamêlekê li deşta Mûşê ye, dikirre. Lê sala 1956 dewlet tapoya wan betal dike. Mewlûd mecbûr dimîne tê gundê xalên xwe, bicih dibe. Mandire û santrala gund di destê wî de bû. Dewletê sala 1994 gef li wî jî kir, mala xwe bir Stenbolê li wir di nava feqîriyê de mir.
  • Şêx Selam (paşnava wan Işik), mirovekî zana, olzan bû. Bi herfên Erebî beytên Kurdî dinivîsand. Mixabin ew tev winda bûn. Henekkar, biken bû. Bi yekê re pêv biçûya nedixeyîdî, êvarê dihat li mala wê şîvê dixwar.
  • Hecî Emerê Ehmê, bavê 10 lawan bû lê bi qasî kes wî jî kes aramîhez nebû, nedixwest ti evdek Xwedê dilê xwe jêbigire. Bavê xizanan bû, deriyê wî ji mêvanan re tim vekirîbû.
  • Evdo: Kurê Hecî Mehmûd (paşnava wan Özgül), sala 1978 hirçek ew giran birîndar kir, jiyana xwe jidest da. Li dûv xwe sêwî hîştin.
  • Hecî Mihemed: Paşnava wî Özgül bû. Pisporê matematîk û kişikê bû. Ji ser wî re hesabkar nebû. Gundiyan li ser wî klam jî derxistibûn "Ji Hecî Mihemed bihesabtiro" wisa dest pê dikir ev klam.
  • Huvrê Xanim (paşnava wan Özgül): Bi xwe ji gundê Virancê ye. Doktora gund e. Heya bigire ji gundên devedorê jî nexweş tên cem. Pispora bijîşkiya gelêrî ya kurd e.

Navdarên Qeremêşê biguhêre

Wargehên girîng ên Qeremêşê biguhêre

  • Ziyareta Şehîdê Qeremêşê: Devedorê gorê bi dar in û kaneke ava mîneral heye ku bo tenduristiyê wekî derman tê hesibandin. Ji gelek cihan xelk tên û dikevin kurna vê avê. Heya salên 90î li devedorê goristanê daristanek mezin hebû.

Xelkê ji tirsan û rêzgirtinê dest nedina darên wê. Lê malbateke şêx fetwa deranîn û ji bo xwe tevayiya daristanê birrîn. Tê de darên kevot, spîndar, bizî, mazî û darên fêkiyan hebûn. Carekê jî goristan ji aliyê jandarmeyên dewletê ve hat vedan. Gotin li xezîneyan geriyane.

  • Gora Eshabe, Mezelê Eshabe, ango kesê di dema Hêja Pêxember Mihemmed de jiyaye. Tê gotin di vê gorê de fermandarekî artêşa Ereb-Îslamê ya ku li herêmê ola Îslamê belav dikir û li dijî kurdan şer dikir, razaye. Peyva Eshabe ji ya erebî essahaba tê. Niha jî kêla gorê dîtbar e. Lê ev îdîayek e, bawerî pê kêm e. Lewra dema artêşên ereban hatin, sahabe li heyatê mabûn an nemabûn karê gotûbêjê ye.
  • Golbehrî (Gola Qanzan) Mixabin ji ber ku Dewlata Romê daristan şewitandin devedorê golê bê dar ma. Niha ne qanz û ne jî werdek hene. Heya van nêzîkan tenê beq tê de hebûn lê gundiyan toximê masiyan avêtin golê, niha masî hene tê de.

Çavkanî biguhêre

  • Wesiyetên tomarkirî yên eskerê Şêx Seîd, Hecî Xalit (bavê Teyîb û Mihemednezer) ku li cem W. Tekin veşartî ne, lêkolîna taybet a W. Tekin û gotinên temendirêjên gund.