Newşîrwan Mistefa
Newşîrwan Mistefa (jdb. 1944, Silêmanî - m. 19 gulan 2017, Silêmanî[1][2]) siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd û rêkxerê giştî yê tevgera Goran a Başûrê Kurdistanê bû.
Newşîrwan Mistefa | |
---|---|
Jidayikbûn | 1943, 22 kanûna pêşîn 1944 |
Mirin | 19 gulan 2017 Silêmanî |
Sedema mirinê | Kansera kezebê |
Hevwelatî | Iraq |
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Newşîrwan Mistefa yek ji damezrênerê YNK'ê bû û heta berfanbara 2006'a endamê polîtburoyê û cîgirê sekreterê YNK'ê bû. Di sala di 2009ê de bi hindek hevalên xwe Tevgera Goran ava kir.
Jînenîgarî
biguhêrePiştî bidawîkirina dibistanê Newşîrwan Mistefa diçê Bexdayê û li wir beşa zanistiya polîtîk dixwînê. Paşê vedigerê Silêmaniyê û di heftenameya Rizgarî de dixebitê. Di wê demê de bi çend kesên din re rêxistina Komala - ev rêxistin ji rêxistina Komala li Kurdistana rojhilat cûda ye - ava dikê. Ji ber van xebatê ew mecbûrî koçkirina derveyî welat tê kirin û diçê Viyanaya Awistiryayê û li wir hiqûqa navneteweyî dixwînê. Di sala 1975'a de serhildana kurdan li başûr di bin pêşengiya PDK'ê ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî dest pê dikê û Newşîrwan Mistefa bi Celal Talabanî û hin kesên din re dikevê têkiliyan ku partiyeke nû ava bikin. Weke encama van hewldanan Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) tê damezrandin û Celal Talabanî dibê sekreterê YNK'ê û Newşîrwan Mistefa jî dibê cîgirê sekreterê YNK'ê. Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Newşîrwan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.
Jiyana pêşmergetî
biguhêreNewşîrwan Mistefa hem siyasetmedar û hem jî pêşmergeyekî jêhatî bû. Wî pêşengiya serhildanên kurdan yên salên 1976'a û 1991'a li dijî Rejîma Baasê kir. Di sala 1991'ê de wi weke fermandarê pêşmergeyan pêşengiya raperîna ji bo azadkirina bajarê Kerkûkê kir. Ligel karên xwe yên politîk û leşkerî Noşîrwan Mistefa weke nivîskar jî dixebitê û çend pirtûk li ser doza Kurdistanê û dîroka çapemeniya kurdî nivîsandine.
Jiyana niha
biguhêreDi salên 2005'a û 2006'a de Newşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê Celal Talabanî ew hewldan bi ser neketin û Newşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di 5'ê berfanbara 2006'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê Çapemenî û Ragihandinê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Newşîrwan Mistefa niha xwediyê Kompanya Wişe, malpera sbeiy û rojnameya Rojname ye, her wiha ew amadekariya televîzyoneke satelî bi navê (Kurdish News Network Channel - KNN Channel) jî dike. Newşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe. Newşîrwan Mistefa weke nivîskar û siyasetmedarekî serbixwe li Silêmaniyê dijiya.
Berhem
biguhêre- Kurds and Ejams: A political history of Iranian Kurds Çapkirin 1992
- From the Danaube shore to the Nawzang valley: Political events in Iraqi Kurdistan from 1975-1978 Çapkirin 1997
- The fingers which break each other: Political events in Iraqi Kurdistan 1978-1983 Çapkirin 1997
- Going around in circles: The inside story of events in Iraqi Kurdistan 1984-1988 Çapkirin 1998, ISBN 3-9806140-3-4
- The Government of Kurdistan Çapkirin 1993, ISBN 90-900635-6-0
- The emirate of Baban between the grinding stones of the Persians and Turks Çapkirin 1998
- Xulanewe le naw bazneda: dîwî nawewey rudawekanî Kurdistanî ʻIrāq, 1984-1988, Çapkirin 1999
- Kurdistanî ʻÊraq: serdemî qełem u muraceʻat, 1928-1931, Çapkirin 2000
- Kêşey Partî w Yekêtî, Çapkirin 1995
- Çend laper̄eyek le mêjuy rojnamewanîy Kurdî, 1938-1958: rojnamewanîy nihênî, Çapkirin 2004
Çavkanî
biguhêre- ^ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190520171
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 tebax 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 tîrmeh 2021
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera sbeiy
- Malpera rojnameya Rojname Girêdana arşîvê 2008-06-23 li ser Wayback Machine
- Malpera Kompanya Wişe Girêdana arşîvê 2009-07-19 li ser Wayback Machine