Raperîn
Raperîn navê ji dayikbûnê Dilek Demir [1] (jdb. 30ê kanûna pêşîn a 1985an li Wan, Bakurê Kurdistanê) muzîkvaneke kurd e ku niha li bajarê Wanê dijî.
Raperîn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê | Raperîn |
Jidayikbûn | 30ê kanûna pêşîn a 1985an (37 salî) Wan |
Cureyê muzîkê | muzîka rojavayiya bi kurdî |
biguhêre![]() |
JînenîgarîBiguhêre
Di sala 2011an de bi zorahiya rêhevalên xwe dest bi muzîkê kiriye û demo ya yekem dest pê kiriyê. Strana yekem ya demo ji strana hunermend Kazım Koyuncu bi navê Hayde hate Kurdî kirin. Stran ji aliyê sedhezaran di Sosyal Medyayê de hate şirove kirin û guhdar kirin. Piştî ev cover, Raperîn strana duyemîn ya stûdyo bi Erdem Altınses re dest pê kir. Albûma yekemîn Xapînok di sala 12ê îlonê 2012'an de derket ser pîyase. Di vê albûmê de 11 stran in, ji 9 gotinên stranê aîdî Hunermend Raperîn e. Piştî vê albûmê, Raperîn strana Tarûmar derxist ser pîyase. 2014 a jî albûma bi navê Rê Newa derxist. Tiştekî balkêş di albûmê de heye. 10 sitran hene hemû ji helbestê Müslüm Aslan hatine çêkirin û 10 muzîka 10 strana jî yê Raperîn'in.
Raperîn di muzîka xwe de gelekî bi îddîa ye. Dibêje 'Ezê bi Muzîka Kurdî Vebim Cîhanê'.[2] Di rizgarbûna Kobanê de berhema herî pêşî jibo Kobanê ya Raperîn bû.[3]
Raperîn di roja 30ê kanûna pêşîn 1985 li bajarê Wan, Kurdistan hate dinyayê. Raperîn tenê yek xuşka du birayên xwe ye. Sîyemîn zaroka dê û bavê xwe ye. Dema ku Raperîn 4 salî bû ji malbata wê ji Wanê koçberî Îzmîrê bibû.
DîskografîBiguhêre
AlbûmBiguhêre
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ Raperîn: I waited so long, but justice was not served. bianet, 25 August 2020
- ↑ Kürtçe müzikle dünyaya açılacağım
- ↑ Kobanê