Müslüm Aslan
Müslüm Aslan (jdb. 1974 li gundê Hatxê, Nisêbînê, Mêrdîn), helbestvanekî kurd e lê sê pirtûkên xwe bi zimanê tirkî nivîsandiye. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne dixwîne û di salên 1990î de jî li Nisêbînê diçe lîseyê. Di wan salan de li heremê tevgera siyasî xurtir dibe. Gelek kes tên girtin, kuştin û gelek kes jî tevlî refên şoreşgeriyê dibin. Tu bikî nekî ev rewş bandorekê li Müslüm Aslan dike.
Müslüm Aslan | |
---|---|
Jidayikbûn | 25ê nîsana 1974an Hatxê, Nisêbîn (Mêrdîn) |
Pîşe | Nivîskar, helbestvan |
Zimanê nivîsinê | Kurdî, tirkî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Helbest |
Şanenav | |
biguhêre |
Di sala 1991ê de hate girtin ji ber siyasetê, 10 sala di girtîgeha Amedê de ma. Endamê PENa Kurd û [1] Nivîskarên Kurd a Amedê ye.
Di despêkirina nivîsandinê ya Müslüm Aslan de tesîra bapîrê wî gelekî heye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn û ji dil û can xwendina helbestên Cegerxwîn dike ku Müslüm Aslan berê xwe bide nivîsandinê. Di girtîgehê de jî bêtir helbestan dinivîsîne. Û helbestên wî yên yekem di kovara Hawarê de ya ku di dema Mazlum Doğan û Ferhat Kurtay de di girtîgehê de dest bi weşanê kiribû, ji aliyê girtiya weşana wé berdewam dikirin de diweşe. [2] Di sala 2001ê ji girtîgehê derdikeve. Di 2002an de di Kovara Utopyayê de berpirsiyariya wêşanê kiriye.
Di sala 2004an li Nisêbîn bi navê Roza Kültür ve Sanatevi[3] mala çandé vekirin. Wî du kovar derxistin: Dem Dergisi û Nûbîn.[4] Ev xebat ji ber şert û mercan temenkin bû.
Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Güney Dergisi, Ütopya, Yaratı, Hayal Dergisi, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatiye weşandin.
Arjen Arî di pirtûka xwe ya ku bi navê Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr de di weke gellek helbestvanan cih daye Müslüm Aslan jî. Nivîskar, helbestvan Müslüm Aslan, li ser muzîka kurdî jî xebat kiriye, serêşandiye.[5]
Helbesté wî yén ji bo strana hatine nivisandin ji aliyé Diljen Ronî û Raperîn muzîk ji wan re hatine çékirin, gotin.
Di 2021an de pirtûkeke wî ya helbestan a bi navê "Aram" ji Weşanên J&J derket.
Berhem
biguhêre- Ayna (2005), Weşanên Berçem Stembol
- Ayna (Çap 2) (2014), Weşanên J&J Stembol
- Ru (2008) û (2011), Weşanên BK, Îzmîr;
- Nehirler Zindanlara dökülür (2013), Weşanên Esmer
- Aram (2021) Weşanên J&J Stembol
- Nefel (2024) Weşanên Luvi Enqerê