Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.

Navikebendik ji xwînhênerek û ji du xwînberan pêk tê.

Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê de ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî jidayikbûnê dest bi çalakbûnê dikin. Wekî mînak, ji qonaxa embriyoyê pê ve dil, lûleyên xwînê û xwîn diperise, dillêdan dest pê dike. Xwîn di nav lûleyên xwînê de dihirike, di hemû endam û şaneyên laş de belav dibe û dîsa vedigere dilê embriyoyê. Pişikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, pişik û coga henaseyê bi şileya seravê tijî ne, loma alûgorkirina gazên henasedanê pêk nayê. Gurçikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, ango madeyên paşmayî yên nav xwîna embriyoyê nayên parzûnkirin. Herwisa koendama herisê, koendama bergiriyê ya embriyoyê jî di dirêjiya ducaniyê de çalak nîn e.

Bi kurtasî, ji ber ko hin endam û koendamên wê çalak nin in, ji bo geşebûn û peresînê, pêdiviya embriyoyê bi endam û koendamên dayikê heye. Navikebendik embriyoyê bi navbeynkariya plasentayê bi dayikê ve girêdide bo alûgorkirina madeyan.

Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiviya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.[1]

Pêkhateya navikebendikê biguhêre

 
Navikebendik pêkhateyek lûleyî ye û bi qasî 50-60 cm dirêj e

Di hefteya pêncem a ducaniyê de navikebendik dirist dibe.[2] Navikebendik pêkhateyek nerm, qaîşokî û badayî ye. Rûyê wê yê derve lûs e û bi seravê dapoşî ye. Navikebendik ji navika embriyoyê ber bi navenda plasentayê dirêj dibe. Dirêjiya navikebendikê 50 heta 60 cm, tîreya lûleya navkebendikê bi qasî 1 cm e. Masûlkeyên navikebendikê nîn e, lê lûleyên xwînê yên navikebendikê lûsemasûlke lixwe digirin.[3]

Bi eslê xwe navikebendik gurzek lûleyên xwînê yê û bi perdeya lûleyî ya seravê dorpêçî ye. Elentoyis lûleyên xwînê pêk tîne, lûleyên xwînê jî dibin beşek ji navikebendikê.[4] Li gel elentoyîsê tûrikê zerikê jî di çêbûna navikebendikê de cih digire.

Navikebendik bi perdeya seravê dorpêçî ye, valahiya navbera lûleyên xwînê û seravê bi bestereşaneya lîncî tijî ye.[1] Bestereşaneya lîncî (bi înglîzî: mucous connective tissue (Wharton’s jelly)) yek ji du corên şaneyên embriyonî ye. Şaneya embriyonî ya duyem jî şaneya mezenşîm (mesenchyme) e. Di nav bestereşaneya lîncî de li gor mezenşîmê, hê pirtir ji rîşalên proteînên negihîştî cih digire. Bestereşaneya lîncî tenê di nav navikebendikê de cih digire.[5]

Piştî jidayikbûnê, dergûş hê bi navikebendikê bi plasentayê ve girêdayî ye. Plasenta jî bi navpoşê malzarokê ve girêdayî ye. Gava korpele bi awayekî asayî dest bi henasedanê kir, girê li navikebendikê tê avêtin û navikebendik tê jêkirin, bi vî awayî dergûş jidayikê tê cudakirin.[6]

Navikebendika nûza bi rengê şîna vekirî ye. Piştî jidayikbûnê bi qasî 5 cm ji dûrê zikê korpeleyê navikebendik tê girêdan û jêkirin. Beşa bi korpeleyê ve girêdayî mayî, diçilmise, ziwa dibe û rengê wê reş dibe. Bi gelemperî di nav 3 hefteyan de paşmayiya navikebendikê diqete û şopa wê wekî çalek bazinî di zikê dergûşê de xuya dibe, ji vê beşa çalikê re tê gotin navik.[2]

Erkê navikebendikê biguhêre

 
Piştî jidayikbûnê bi qasî 5 cm ji dûrê zikê korpeleyê navikebendik tê girêdan û jêkirin

Karê serekî yê navkebendikê guhaztin e. Madeyên paşmayî, an jî ziyanbexş ji laşê korpeleyê bi navbeynkariya navikebendikê ber bi plasentayê ve tên guhaztin ko li wir tevlê xwîna dayikê bibin. Xurek û madeyên sûdbexş jî ji xwîna dayikê derbasî plasentayê dibin, bi navbeynkariya navikebendikê ber bi laşê korpeleyê ve tên guhaztin.

Plasenta xwîna korpeleyê bi navbeynkariya xwînberên navikebendikê werdigire. Mûlûleyên nav memîleyên koriyonî paşmayiyan ji xwîna korpeleyê parzûn dikin. Ji xwîna dayikê ya li derdora memileyan, oksîjen û xurek derbasî mûlûleyên xwînê yên navikebendikê dibin, ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikebendikê xwîna têroksîjen û xurek vedigerin laşê korpeleyê.[1]

Embarkirina xwîna navikebendikê biguhêre

Navikebendik bi xaneyên bineretî (bi înglîzî: stem cells) dewlemend ê. Hin caran bavanê dergûşê daxwaz ji pisporan dikin ko hinek ji wan xaneyên bineretî ji xwîna navikebendikê bêne berhevkirin.

Xaneyên bineretî di hawîrek guncav de tên embarkirin. Dibe ko dergûş di pêşerojê de rastê hin nexweşîyan were, xaneyên bineretî ji bo saxkirina hin nexweşiyan tên bikaranîn. Wekî mînak nexweşiya şêrpenceya xwînê ango lusemî (leukemia) dikare bi xaneyên bineratî yên navikebendikê were başkirin.[7]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  3. ^ Basta M, Lipsett BJ. Anatomy, Abdomen and Pelvis, Umbilical Cord. [Updated 2021 Jul 31]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2022 Jan-. Available from: [1]
  4. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  6. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.