Perdeya seravê an jî bi kurtî serav (bi înglîzî: amnion) tûrikek perdeyî ye, embriyo û korpeleyê dipiçe û diparêze.

Embriyo di hêka mirîşkê de bi perdeya serav hatiyê pêçîn.

Embriyoyên xişok, balînde û memikdaran di nav şileyek de diperisin, navê vê şileyê şileya serav e (bi înglîzî: amniotic fluid). Şileya serav di nav tûrik de ye, ji vî tûrikê re dibêjin tûrikê seravê (bi înglîzî: amniotic sac). Tûrikê seravê ji perdeya seravê pêk tê.[1]

Hefeya duyem a peresîna embriyoya mirov de, bi çeqîna blastoçikildanê, di koma xaneyên navî (embriyoblast) yên blastoçikildanê de gorankarî rû dide. Bi roja heştemînê şûnve xaneyên embriyoblast dest pê bi gorankariyê dikin û diguherin bo du çînan.[2] Çîna aliyê valahiya blastoçikildanê ji xaneyên şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal cells) pêk tê û wekî çîna hîpoblast (bi înglîzî: hypoblast layer) tê navkirin. Çîna duyem wekî çîna epîblast (bi înglîzî: epiblast layer ) tê navkirin.

Ev herdû çîn, xepleyek pehn pêk tînin, ji vê pêkhateyê re dibêjin xepleya embriyonî (bi înglîzî: embryonic disc).[2] Di navbera xepleya embriyonî û çîna trofoblast de valahiya (kelên) seravê peyda dibe.[3]

Perdeya seravê ji çîna epîblast a xepleya embriyoyî li dawiya hefteya duyemîn a peresînê de peyda dibe.[3] Şileya seravê ya pêşîn ji şileya navbera xaneyan (bi înglîzî: interstitial fluid) a dayikê tê dabînkirin.[4]Lê di dirêjiya ducaniyê de, şileya seravê ji perdeya seravê tê derdan.[2]

Şileya seravê şileyek ron û zelal e[1] destek dide embriyoyê, embriyoyê ji derbeyan diparêze û rê li ber ziwabûna embriyoyê digire.[5] Embriyo û korpele di nav şileya seravê de bi awayekî serbest dilivin, bi vî awayî peresîna masûlkeyan hêsantir dibe. Ji bo geşebûn û peresînê divê germahiya laşê embriyo û korpeleyê di asta asayî de bimîne. Gava li hawirdora embriyoyê guherîna germahiyê rû dide, şileya seravê rê nade ko germahiya embriyoyê bilez biguhere, nahêle embriyo ji nişka ve germ bibe an jî sar bibe.[4]

Li dij egera hin nexweşiyan, bi rêbaza amniosentez (bi înglîzî: amniocentesis), di ducaniya 3- 4 mehî de, ji korpeleyê hinek şileya seravê tê girtin. Di nav şileyê de xaneyên korpeleyê jî tê bidestxistin neasayîbûna hêjmar an jî şeweyî kromozoman, nîşana nexweşiya bomaweyî ye.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "amnion". Encyclopedia Britannica, 16 Nov. 2018, [1]. Accessed 21 August 2022>
  2. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  6. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.