Plasenta, hevalpiçûk an jî wêllaş (bi înglîzî: placenta), pekhateyek taybet e ji bo alûgorkirina madeyan di navbera xwîna dayik û xwîna korpelêyê de

Plasenta herrika xwîna korpeleyê nêzîkê xwîna dayikê dike.

Di cîhana ajalan de li gor peresîna embriyo û korpeleyê, pola memikdaran ji sê jêrepolan pêk tê;

Memikdarên hêkker, memikdarên tûrikî, memikdarên plasentayî. Her wekî ji navê wê jî diyar e, embriyoyên memikdarên plasentayî bi navbeynkariya plasentayê bi navpoşê malzarokê dayika xwe ve girêdayî ye.

Kangûrû (bi înglîzî: kangaroo) ajalek memikdar e, lê plasenta ya embriyoya kangûrûyê bi têra xwe naperise, ji ber wê yekê korpeleya hê bi têra xwe neperisî ji dayik dibe û peresîna xwe di tûrikê dayika xwe de bi şîrmijandinê didome, loma navê van ajalan memikdarên tûrikî ne.

Ajalek memikdar a bi navê platîpûs (bi latînî: platypus) heye, her çiqas ev ajal pirraniya taybetmendiyên memikdaran lixwe bigre jî, korpeleya vê ajalê bi hêkkirinê peyda dibe. Ango platîpûs mîna balindeyek hêk dike, piştê kurkketinê çêjik ji hêkê derdikevin û bi şîrên dayikê tên xwedîkirin. Gopika memikên platîbûs nîne, şîr ji çerm diherike ser pirçên wê, çêjik şîrê ne ji memikan lê ji pirçan dimijin.[1] Memikdarên hêkker û memikdarên tûrikî taybet in ji bo parzemîna Awistralyayê û başûrê parzemîna Emerikayê.[2] Pirraniya memikdarên cîhana ajalan, ji memikdarên plasentayî pêk tên. Mirov, hirç, çêlek, mişk, rovî û şêr mînak in bo memikdarên plasentayî.

Peresîn û pêkhateya plasentayêBiguherîne

 
Memîle di nav xwîna dayikê de dirêj dibin.

Blastoçikildan pêkhateyek piçûk e, ji bo çebûna korpeleyê divê bi têra xwe xurek û madeyên pêwîst bigihîje xaneyên balastoçikildanê ko xane dabeş bibin, biperisin û bibin embriyo û korpele. Di dirêjiya 2 heta 4 hefteyên peresînê de embriyo xurekê ji navpoşê malzarokê dabîn dike.[3] Paşê plasenta peyda dibe, xurek û madeyên pêwist ji xwîna dayikê bi navbeynkariya plasentayê derbasî nav xwîna embriyo û korpeleyê dibin. Ango plasenta endamek taybet e ji bo nezîkkirina herrika xwîna korpeleyê bi xwîna dayikê ve.[2]

Piştî çeqîna blastoçikildanê, ji çîna koriyonê, pêkhateyên bi şeweyî tilî ber bi navpoşê malzarokê dirêj dibin. Ji van pêkhateyan re tê gotin memîleyên koriyonî.[4] Memîleyên koriyonî dewlemend in bi lûleyên xwînê. Xaneyên çîna koriyonê enzîmên herisê lixwe digirin. Bi van enzîman xaneyên navpoşê malzarokê diherisînin.[5] Her ko memîle dirêj dibin, xaneyên navpoşê malzarokê diruxînin û di navpoşê malzarokê de valahiyên (hewz) piçûk peyda dibe. Valahiyên navpoşê malzarokê bi xwîna dayikê tijî dibin, memileyên koriyonî jî xwe dirêjê nav vê xwînê dikin. Bi vî awayî plasenta dirist dibe.

Plasenta endamek bi şêweyî xepleyî ye. Rûyê aliyê korpeleyê ya plasentayê qoqiz e, rûyê aliyê malzarokê pehn e. Giraniya plasentayê bi qasî yek kîlogram e. Plasenta ji du beşan pêk tê, beşa aliyê dayikê û ya aliyê korpeleyê. Beşa aliyê dayikê ya plasentayê wekî pişka plasentayê ya dayikê tê navkirin. Ev pişk ji rûkeşeşane, xwînber û xwînhênerên navpoşa malzarokê pêk tê.[6] Beşa aliyê korpeleyê ji koriyonê pêk tê û wekî pişka plasentayê ya korpeleyê tê navkirin. Ji çîna naverast (mezoderm) a embriyoyê xaneyên mezenşîmî (bi înglîzî: mesenchymal cells) peyda dibin û di nav memîleyan de kom dibin. Bi gorankariya xaneyên mezenşîmî, lûleyên xwînê ava dibin. Di nav van lûleyên xwînê de sê hev lûle, wekî lûleyên xwînê yên navikebendikê tên navkirin.[7] Di navbera plasenta û korpeleyê de navikebendik (bi înglîzî: umbilical cord) heye. Xwîna embriyoyê bi xwînberên navikebendikê digihîje plasentayê û bi xwînhênera navikebendikê jî vedigere laşê embriyoyê.[3]

Pirraniya plasentayê ji lûleyên xwînê yên dayik û yên embriyoyê pêk tê. Bi eslê xwe plasenta xwîna embriyo û ya dayikê ji hev cuda digire û nahêle xwîna herdu aliyan têkilî hev bibe.[6]

Xurek û oksîjen ji lûleyên xwîna dayikê derbasî nav xwîna dayikê ya derdora memileyan dibin, ji wir jî bi belavbûnê (dîfuzyon) an jî bi veguhastina çalak derbasî nav lûleyên xwîna korpeleyê dibin. Karbona dîoksîd û hin paşmayîyên din jî ji lûleyên xwîna korpeleyê ber bi xwîna dayik ve tên guhestin.

Erkên plasentayêBiguherîne

 
Plasenta edamek xepleyî ya bi garniya bi qasî kîloyek e.

Sê erkên serekî yê plasentayê heye.[8]

  1. Di navbera xwîna korpeleyê û ya dayikê de alûgorkirina xurek, madeyên paşmayî û gazên henaseyê
  2. Ji bo geşebûn û peresîna korpeleye, ji bo rawstandina helweşîna navpoşê malzarokê û ji bo pêkanîna hin guherînan di laşê dayikê de, plasenta hormonan der dide.[8]
  3. Ji bo dabînkirina bergiriya sist, gîhandina dijetenên dayikê bo embriyo û korpeleyê.

Erkê alûgorkirina madeyanBiguherîne

Ji bo geşebûn û peresîna korpeleyê, xurekemade, hormon,vîtamîn, mîneral, av û hwd ji xwîna dayikê derbasî xwîna korpeleyê dibe.[9]

Di laşê korpeleyê de ji karlêkên kîmyayî madeyên paşmayî peyda dibe. Ji ber ko koendama deravêtinê ya korpeleyê hê çalak nîn e, madeyên paşmayî bi navbeynkariya plasentayê, ber bi xwîna dayikê ve tên guhaztin.[9]

Erkê henasedanêBiguherîne

Pişikên korpeleyê piştê jidayikbûnê çalak dibin bo alûgorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê. Loma di dirêjiya ducaniyê de ji bo alûgorkirina gazen henaseyê, plasenta kar dike. Oksîjena korpeleyê ji xwîna dayikê bi belavbûnê (dîfuzyon) tê dabînkirin. Herwiha karbona dîoksîda nav xwîna korpeleyê jî bi navbeynkariya plasentayê derbasî xwîna dayikê dibe.

Erkê hormonderdanêBiguherîne

Plasenta komek hormon jî berhem dike û der dide, loma li gel karên din, plasenta wekî rijênek jî kar dike.

Hormonên plasentayê;

1. Hormona koriyonî ya handerê gonadên mirov (bi înglîzî: human chorionic gonadotropin (hCG))

2. Êstrocen

3. Procesteron

4. Hormona koryonî ya handrê memikên mirov (bi înglîzî: human chorionic somatomammotropin (HCS))

5. Rîlaksîn (bi înglîzî: relaxin).

Hormona koriyonî ya handerên gonadên mirov (hCH) bandor li ser tenê zer dike, rê li ber hilweşîna tenê zer digire, bi vî awayî stûriya navpoşê malzarokê tê parastin. Ango hCH berdewamiya derdana hormonên tenê zer dabîn dike. Procesteron û êstrocen pêşî ji aliyê tenê zer ve tê derdan, paşê ji aliyê plasentayê ve tê derdan. Ev herdu hormon gellek girîng in ji bo berdewamiya ducaniyê. Heke di nav du mehên destpêkê ya ducaniyê de, di xwîna laşê dayikê de asta hCG nizim be, an jî hCG qet tune be, tenê zer hildiweşe. Ji ber hilweşîna tenê zer, stûriya navpoşê malzarokê kêm dibe, çeqîna embriyoyê bi ser nakeve, jiberçûna embriyoyê rû dide û dawî li ducaniyê tê. Herwisa hCG di dirêjiya ducaniyê de rê li ber hêkdanê jî digire.

Di korpeleyên nêr de çalakiya hCG dişibe çalakiya hormona handerê tenê zer (LH) a mirovên pêgihîştî. hCG di korpeleyên nêr de xaneyên Leydig han dike bo derdana testosteronê. Testosteron pêwist e ji bo peresîna endamên zaûzê ya korpeleya nêr. Herwisa hCG bandor li ser koendama bergiriya dayikê dike û korpeleyê ji bandorên neyînî yên koendama bergiriya dayikê diparêze.[7]

Erk û pêkhateya êstrocena plasentayî û êstrocena hêkdankê heman in.

  • Êstrocen rê li ber firehbûna malzarokê ve dike, bi vî awayî cih peyda dibe ji bo korpeleya roj bi roj geşe dibe.
  • Êstrocen bandor li ser memikên dayikê dike, memik gir dibin û cogên şîrê diperisin.
  • Êstrocen dibe sedema firehbûna endamên zaûzê ya derve ya dayikê.
  • Êstrocen besterên hewzê (bi înglîzî: pelvic ligaments) sist dike bi vî awayî di coga zayînê de derbasbûna korpeleyê hêsantir dibe.

Erk û pêkhateya procesterona ji plasentayê tê derdan û ya ji hêkdankê tê derdan heman in.

  • Procesteron navpoşê malzarokê amade dike bo çeqîna embriyoyê û çêbûna plasentayê.
  • Bi bandora procesteronê, hin ji şaneya navpoşê malzarokê hildiweşe û navpoşê malzarokê bi lûleyên xwînê dewlemend dibe.
  • Di navpoşê malzarokê de bi hankirina procesteronê xaneyên desîdal (bi înglîzî: decidual cells) diperisin. Heta çêbûna plasentayê, xurekê embriyoyê ji xaneyên desîdal tê dabînkirin.
  • Procesteron di dirêjiya ducaniyê de rê li ber girjbûna masûlkeyên malzarokê digire ko korpele heta dawiya ducaniyê di malzarokê de bimîne û biperise.
  • Procesteron jî wekî êstrocenê bandor li memikên dayikê dike, memik gir dibin û cogên şîrê fireh dibin, rijênên şîrê diperisin û ji bo derdana şîrê amade dibin.[9]

Hormona koryonî ya handrê memikên mirov (HCS) hormonek peptîdî ya plasentayê ye. Hin caran ev hormon wekî “hormona plasentayî ya çêkerê şîr”(bi înglîzî: placental lactogen) jî tê navkirin. Bandora wê mîna hormona prolaktîn û hormona geşê ya hîpofîzê ye.[10] Bi taybetî li ser geşebûna memikên dayikê û li ser geşebûna korpeleyê bandor dike. HCS di xwîna dayikê de rêjeya glukoz û çewriyê zêde dike, bi vî awayî hê pirtir xurek derbasî xwîna korpeleyê dibe. Korpele bi alikariya van xurekan diperise û geşe dibe.

Rîlaksîn hormonek firepeptîdî ye, ji tenê zer tê derdan. Dema zarokanînê (zayîn) de plasenta û memikên dayikê gelelk ji hormona rîlaksînê der didin. Rîlaksîn stûyê malzarokê fire dike bo derbasbûna korpeleyê.[9]

Erkê dabinkirina bergiriyêBiguherîne

Koendama bergiriyê ya korpele piştê jidayikbûnê diperise û çalak dibe. Lê korpele bi alîkariya koendama bergiriya dayikê ji hin hokarên nexweşiyan tê parastin. Ji xwîna dayikê hin dijeten derbasî nav xwîna korpeleyê dibe û bergiriya sist a korpeleyê dabîn dike.


Mixabîn li gel madeyên sûdbexş, dibe ko madeyên ziyanbexş jî ji xwîna dayikê derbasî xwîna korpeleyê bibe. Dema ducaniyê, korpele ji pişikên dayikê sûd digire. Loma divê dayik cigare nekişîne, an na madeyên nav tûtina cixareyê jî ji xwîna dayikê derbasî laşê korpeleyê dibe. Herwisa heke dayik di ducaniyê de alkol vebixwe[11] an jî derman bigire, ev madeyan jî derbasî xwîna korpeleyê dibin û bandorek neyînî li ser peresîna korpeleyê dikin.

Dibe ko hokarên hin nexweşiyan jî ji dayikê derbasî korpeleyê bibe. Wekî mînak, heke dayik bi nexweşiya AIDS (nîşana nemana bergiriya destketî) be, vîrûsa nexweşiyê bi navbeynkariya plasentayê derbasî korpeleyê dibe,korpele jî bi nexweşiya AIDS ji dayik dibe.[12]

ÇavkanîBiguherîne

  1. Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  7. a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  9. a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  10. Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  11. Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  12. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.