Bergiriya sist

dijetenên çalak ji dayikê bi navbeynkariya xwînê derbasê korpeleyê dibe.

Bergiriya sist an jî bi ingilîzî passive immunity.[1] Heke di laşê mirov de ji bo nexweşiyek diyarkirî dijeten nehatibe çêkirin û ji bo saxbûnê dijeten ji derve bi awayekî hazir, ji yekê din hatibe wergirtin, bergiriya sisit peyda dibe. Anko bi bergiriya sist, ji bo dabînkirina bergiriyê, lîmfexaneyên nexweş çalak nabin.[2] Bergiriya sist bergiriyek demkî ye.[3] Bergiriya sist bi du rêbazan di laşê mirov de peyda dibe. A yekem bi awayekî sirûştî, a din jî bi awayekî destkarî çêdibe.

Bergiriya sist a sirûştî biguhêre

Ev bergirî ji dayikê derbasî dergûş dibe.[2] Dema ducaniya dayikê, hin dijetenên dayikê bi navbeynkariya lûleyên xwînê, derbasê laşê korpele dibin. Bi taybetî dijetena bi navê IgG derbasî laşê korpele dibe û piştî zayinê di laşê dergûşê de bi qasî şeş mehan bergiriya demkî ya sist dabîn dike.[4] Piştî ji dayikbûnê, îcar dergûş di nav şîrê dayikê de dijeten ji dayika xwe werdigre. Dijetena IgA bi mijînê, di nav şîrê dayikê de derbasî dergûşê dibe.[4]

Bergiriya sist a destkarî biguhêre

Dijeten bi destkarî ji xwîna zindiyên bibergirî tê bi destxistin. Di zanista bijîşkî de, dijeten ji bexşker (mirov an ji ajal) tên tovkirin û bi awayekî serûm didin laşê mirovê nexweş. Bi vî awayê di demek kurt de di nav xwîna nexweş de dijeten zêde dibe û hokara nexweşiyê têk dibe. Wekî mînak, piştî pêvêdana marek jahrî[5] an jî gezkirina kûçikêk har[3], li dij jehra maran an jî li dij vîrusa nexweşiya harbûnê serûm didin mirovê nexweş. Bandora serûm gelek zû çêdibe.[5] Serûm gelek dijeten lixwe digire, loma di nav laşê nexweş de bi hêsanî êrîş li hember hokara nexweşiyê dibe û mirov di demek kurt de sax dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 passive immunity
  2. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  3. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ a b OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
  5. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4