Memed Drewş, (jdb. 28ê sibata 1974an, Çermûg, Amed, Bakurê Kurdistanê), edîtor, pêşkêşvanê nûçeyan û rojnamevanekî kurd e. Memed Drewş, di televizyonên wekî Medya TV, Roj TV, Stêrk TV û Nûçe TVyê de pêşkêşvaniya nûçeyan kiriye.

Memed Drewş
Jidayikbûn28ê sibata 1974an (50 salî)
EsilKurd
PîşeNivîskar, rojnamevan, pêşkêşvanê nûçeyan
Salên çalak2001–niha
Sedema navdarbûnêPêşkêşvaniyên nûçeyên Medya TV, Roj TV Stêrk TV Nûçe TV
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Memed Drewş, heta 15 saliya xwe li Çêrmûgê jiyaye. Dû re li Mêrsînê bi cih bû. Hem dixwend û hem dixebitî. Di sala 1992an de beriya bibe 18 salî, bi îdîaya alîkariya PKKyê hate girtin. Li girtîgehê lîse qedand. Heta hezîrana 1994an li zindanên cûda ma. Di sala 1994an de dema ji girtîgehê derket ew birin Narlıdere ya Îzmîrê û radestî eskeriyeyê kirin. Lê belê çar roj pişt re ji eskeriya tirk reviya. Ji sala hezîrana 1994an heta kanûna 2000î li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojnamevaniyê kir. Di 21 saliya xwe de dest bi fêrbûna kurmancî kir. Tevî kirdkî-dimilî, bi kurmancî jî rojnamevanî kir. Di rojameya Welatê Me, Azadiya Welat û gelek rojnameyên çapemeniya azad a kurdî de xebitî. Mudurtiya Azadiya Welat û kovara qerfî Pînê kir. Dema rojnamevaniyê de li Amed, Colemêrg û Wanê sê caran bi mirinê re rû bi rû ma. Gelek caran hate binçavkirin û rastî êşkenceyê hat. Dema mudurê Azadiya Welat û Pîne bû, di 9ê kanûna 2000î de bi îdîaya propagandaya PKKyê hate girtin. Heta 16ê sibata 2001an li Zindana Amedê ma. Dema ji zindana Amedê derket, dîsa ew radestî eskeriya tirk hatkirin. 126 rojan li Girtîgeha Eskerî ya Xarpetê di nava psîkopatan de ma[çavkanî hewce ye]. Dema cezaya fîrarê xelas bû, dîsa birin eskeriya tirk a Xarpetê. Ji wir jî piştî 11 rojan fîrar kir. Di cotmeha 2001an de derbasî Ewropayê bû. Li Belçîkayê li televîzyonên bi rêzê li Mezopotamya TV, li radyoya Dengê Mezopotamya, Medya TV, Roj TV, û Med Nûçe de wekî pêşkeşvan, edîtor û nûçegehan xebitî. Xebata rojnameyê di Stêrk TV de didomîne. Di Azadiya Welat, Pîne]], Yenî Ozgur Polîtîka û gelek rojnameyan de nivîskarî kir.

Zimanê dayikê kirdkî ye.

Kurmancî, tirkî û fransî baş dizane, di asta navîn de îngîlîzî û bi qasî ku îdare bike jî flamanî/holandî dizane.

Çavkanî biguhêre