Mêrsîn
Mêrsîn, (bi tirkî Mersin) yek ji wan bajarane ku li ser perava Deryaya Navîn hatiye avakirin.
Mêrsîn | |
![]() | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrsîn |
Parêzgar | Ali Hamza Pehlivan [1] |
Demografî | |
Gelhe | 1,840,425 (2019) |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 5 |
Koordînat | 36°48′Bk 34°37′Rh / 36.8°Bk 34.62°Rh |
Dem (UTC) | UTC+03.00 (UDAZD) |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 33xxx |
Koda telefonê | 324 |
Malper | https://mersin.bel.tr/ |
Erdnîgarî biguhêre
Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Karaman û Qonya , li rojava bi Antalya ve, li başur bi Deryaya Navîn ve û li rojhilat jî bi Edene ve tê dorpeckirin. Pîvana erda bajêr 15.853 km² ye. Ji vî erdî % 87 wî ji çiyan û % 13 ji deştan pêk tên.
Îklîm (av û hewa) biguhêre
Îklimek taybet a deryaspi li herêmê heye. Zivistanan germ û þillî û þilopî, havînan jî zede germ u zuha derbas dibe.
biguhêre
- Navend 1.345.000
- Tarsus 532.205
- Anamur 83 864
- Mut 74 374
- Erdemli 142 355
- Silifke 229.973
- Bozyazi 43 835
- Aydincik 11 501
- Camliyayla 18 964
- Gulnar 38 292
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 2,275,928 e.
Çiyayên herêmê biguhêre
Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Medetsiz Tepesi (3.584 m) e. Destpeka Ciyayen Torosan ji nava herêma destpedike.
Deşt, zozan û gelî biguhêre
Mersin, ji demen antik heya niha bi du besa te naskirin yek Kilikyaya ciyayi (Taseli) yek ji Kilikyaya desti (Cukurova)ye. Desta Tarsus e 85.000 hektar, desta Berdan e 40.000 hektar u desta Anamur e 5.660 e.
Çem û Gol biguhêre
Çemê Berdan Çayı (268 km) çemê herî mezin e li herêmê. Weki din çemê Göksu (90 km) ji te nasin.
Babeten Indistri u Aboriye biguhêre
Li herême fabriken mezin wek ji bo rafineya petrole, ji bo kaxiz u tekstile gelek hene. Herem bi masivani, rejberiye u turizme ji gelek peste cuye.
Serwetên bin erdê biguhêre
Li herêmê pirtir Krom, Hesin, Kuvarsit u Linyit ji bin erdê dertê.
Babeten Rejberiye biguhêre
Li herêm de narinci, genim u pincar hesinten. Fekiyen ku di klima deryayaspide hene hemu meriv dikare li Mersine bibine.
Ol û civak biguhêre
Nifûsa herêmê %12 en ku li mersine bune pek te en din ji pirani Kurden ku ji ber sere netewi kocberbune pekte. Nifûs ji muslumanên elevî û sunnî pêk tê. Hinek kembaweriyen din ji hene. Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen civaka herêmê teþkîl dikin.
biguhêre
Navê bajêr yê kevn di çavkaniyên Asûriyan de wek "Chilakka" derbas dibe. Heya komara Tirkiye avabuye nave hereme wek Kilikya dihat zanin.
Berî Îsa(zayîn)
- 6000 - 5500 Dema Neolitik
- 5500 - 3000 Dema Kalkolitik
- 2000 - 1200 Mirtiya Kzuvatna
- 1200 - 600 Mirtiya Kue
- 600 - 333 Persan
- 333 - 101 Selevkosan
- 101 - +395 Dema Romayiyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 395 - 661 Dema Bîzansiyan
- 661- 960 Dema Ereban
- 960 - 1100 Dema Bîzansiyan
- 699 Dema Ereban
- 1228 Dema Selçûkiyan
- 1262 Dema Memlûkan
- 1473 Dema Osmaniyan
- 1916 Dema Fransi u inglizan
- 1921 Îro Komara Tirkiye