Mafên kesên LGBT li rohjilata navîn
Kesên lezbiyen, hevzayend, bîseksuel û transgender (LGBT) bi gelemperî li piraniya deverên rojhilata navîn xwedî mafên bisînor an pir bisînordar in û rastî dijminatiyên giran tên. Ji 18 welatên herêmê li 9 welatên têkîliya zayendî ya di navbera mêran de neqanûnî ye û li pênc ji van 18 welatan bi îdamê tê cezakirin. Maf û azadiyên hemwelatiyên LGBT bi xurtî di bin bandora kevneşopiyên çandî û edetên olî yên gelên li herêmê de ne - bi taybetî îslamê.
Hemû çalakiyên hevzayendî li Behreyn, Kîpros, Kîprosa Bakur, Îsraêl, Urdun, Libnan û Tirkiyeyê qanûnî ne.[1]
Li Kuweyt, Misir, Oman û Sûriyê çalakiya hevzayendî ya mêr neqanûnî ye û bi cezayê girtîgehê tê cezakirin. Her wiha li Îran, Erebîstana Siûdî, Qetar û Îmarat jî bi îdamê tê cezakirin. Li Yemen û Şerîda Xezeyê, li gorî kiryara ku hatiye kirin, dibe ku ceza di navbera îdam û zindanê de cûda be.
Çavkanî biguhêre
- ^ "EGYPT (Law) - ILGA". web.archive.org. 11 tîrmeh 2014. Ji orîjînalê di 11 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 adar 2023.