Kurdiya jêrîn yek ji zaravên zimanê kurdî ye.

Kurdiya jêrîn
Kurdî xwarig, kurdî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Herêm  Kurdistan
Axiverên zimanê zikmakî 4 milyon heya 6 milyon be Kelhurî, Lekî û Hewramî diaxiwin
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 sdh

Nexşeya Zaraveyên Kurdiya jêrîn

Derbarê kurdiya jêrîn biguhêre

Kurdiya jêrîn/başûrî yek ji tayên zimanê kurdî ye ku pitir nêzî kurdiya navîn an soranî ye. Ji ber ku kurdiya jêrîn ketiye navbera farisî, lurî, soranî û hewramî taybetmendiyên xwe hene. Herwiha li gor ol û ayîn jî pitir kurdên yarsan û şî'e bi devokên jêrîn diaxvin. Îro pitir ji çar milyon kes bi kurdiya jêrîn diaxivin.

Devokên kurdiya jêrîn biguhêre

  • Kirmaşanî: devoka sereke ya kurdiya jêrîn ku pitir li nav bajar û parêzgeha Kirmaşanê tê bikaranîn.
  • Kelhurî: pitir li bajarên Gîlan û Şabadê û Eywan tê bikaranîn.
  • Mayani: pitir li bajarên Kengawer û Sehna û Bêston û Esedabad tê bikaranîn.
  • Lekî: pitir li bajarên Leknişîna Kirmaşan û Luristanê mîna Hersîn û Elişter tê bikaranîn.
  • Feylî: pitir li Bexda, derdora Xaneqîn û Bedre tê bikaranîn.
  • Şêxbizinî: kurdên ku çen sed sal berî niha ji derdorên Kirmaşan û Silêmanî hatine veguhastin bo Anatolî û Tirkî û pitir li Heymane dijîn[çavkanî hewce ye].

Belavbûyîna kurdiya jêrîn biguhêre

Kurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.

Kurdiya kirmaşanî ligel zaravayên kurdî yên din biguhêre

Kirmaşanî Soranî Kurmancî Zazakî Hewramî
Min Min Ez, Min Ez Amin, Min
Tu To Tu, te Ti, To To, Etû, Tû
Min kem Min dekem Ez dikim Ez kenu Amin/Min mekerû
Min çim Min deçim Ez diçim Ez Şonu Min milû
Fere, fire Zor Pir, Gelek, Zaf Zaf Zor/fira
Wit Got/Wit Got Vat Wat/vat
Îrenge, Îse Êsta Niha, Vêsta, Nika Nika îse
Hat- Hat- Hat- ame- ame-
Deng Bang, Deng Deng Veng Deng
Gewre, Qeü Gewre Gewre, Gir, Mezin Pîl Gore
Wa Ba Ba Va Va/Wa
Waran Baran Baran Varan Baran
Xeraw, Gen Xirap Xirab/genî Xirab Xirab

Mijarên têkildar biguhêre