Kurdên Fînlendayê (bi fînî Suomen kurdit), kesên fînlendî ne an jî ku li Fînlenda dijîn û bi eslê xwe kurd in. Gorî zensûs ên sala 2020an de, 16,603 kesên ku bi kurdî diaxivin li Fînlendayê hene.[1]

Kurdên Fînlendayê
Gelhe tevahî
16,603 (0,3%)
Ziman
fînî û kurdî
Baweriya dînî
Îslam

Dîrok biguhêre

Kurd cara yekem di mezindahî di salên 1970 heya 1980an de hatinê Fînlendayê. Di sala 1995an de 1.166 hevwelatiyên tirkî li Fînlendayê bûnê û hat peşbînî kirin ku 300 heya 500 kes ji wan kurd in.[2]

Hinek kurdên fînî ji Tirkiye û Îran in, lê piraniya wan ji herêma Kurdistanê a Iraqê ne ku wekî penaberî di salên 1990an de çûne Fînlendayê. Piştî ku erîşên DAEŞê êrîşê hêzên Pêşmerge û êrîşê herêma Kurdistanê eriş kirin, gelek kurdên fînî protest kirin.[3] Li gorî serokatiya rêxistina hevalbendiya kurd û fînî, hinek ji kurdên fînlendayê diçine Sûrî û Iraqê ku alikariya arteşên kurd li wan herêman bikin.[4]

Çand biguhêre

Kurdîaxivên Fînlendayê bi zaravayên kurmancî an soranî bi piranî diaxivin. Hinek Kurdên Tirkîyê ku ji Bakurê Kurdistanê koçê li Fînlendayê bûne asîmîle bûne, bi gelemperî tirkî diaxivin û zimanê kurdî bav û kalên xwe ji bîr kirine.[5]

Hema bêje hemû kurdên Fînlendayê misilman in û li Kurdistana Iraqê, ku herî zêde kurdên Fînlendayê jê tên, piraniya kurdan misilmanên sunî ne. Rêxistinên cuda yên Kurd li Fînlendayê pîrozbahiyên xwe yên Newrozê li dar dixin.

Rêxistinên kurdên fînî biguhêre

Li Fînlendayê çend rêxistinên Kurdan hene, wekî Kurdiliitto[6] û Suomalais-Kurdilainen ystävyysseura ne.[7]

Siyaset biguhêre

Kurdên Fînlendayê di 26ê Tebaxa 2022an de ji bo protestokirina peymana NATO ya bi Fînlenda, Swêd û Tirkiyê re û civîna sêalî ya Fînlenda, Swêd û Tirkiyê li paytextî Helsînkî de xwepêşandanek li dar xistin.[8] Tirkiyê daxwaz ji Fînlendayê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rawestîne.[9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "PX-Web - Valitse muuttuja ja arvot". web.archive.org. 30 tebax 2018. Ji orîjînalê di 30 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  2. ^ "Kurdien historia Suomessa" (PDF).
  3. ^ "Suomen kurdit osoittavat mieltään terroristijärjestö Isisiä vastaan". Yle Uutiset (bi fînî). 25 tebax 2014. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  4. ^ Uutiset, 22 09 2014 12:45-Johannes Ijäs |. "Arvio: Jopa kymmeniä lähtenyt Suomesta kurditaistelijoiden riveihin". Kotimaa (bi fînî). Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ "Ulkoasiainministeriö: Maat ja alueet: Hyvä tietää". web.archive.org. 29 çiriya paşîn 2014. Ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  6. ^ "Kurdish parties in Finland". Ji orîjînalê di 17 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  7. ^ "Suomalais-Kurdilainen ystävyysseura ry - Moniheli ry". web.archive.org. 20 tîrmeh 2019. Ji orîjînalê di 20 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  8. ^ "Activists in Helsinki protest Finnish government's cooperation with Erdogan regime". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  9. ^ "NATO'ya girmek isteyen İsveç ve Finlandiya, terör örgütlerini himaye ediyor". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.