Feqiyê Teyran

Helbestvanê kurd
(Ji Jiyana Feqîyê Teyran hat beralîkirin)

Feqiyê Teyran bi navê rastî Mîr Mihemed (jdb. 1590 Colemêrg − m. 1632[1] Şandîs, Xîzan), yek ji fîlozof û helbestvanek zimanê kurdî ya klasîk e ku bi helbesta xwe ya Zembîlfiroş û bi nivîsandina yekemîn çîroka wêjeyî ya Şerê Dimdimê ku di salên 1609 û 1610an de qewimiye, hatiye naskirin.[2][3] Di edebiyata kurdî ya klasîk de helbestvanek pêşeng e ku bi Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Mela Huseynê Bateyî û Ehmedê Xanî re yek ji damezrînerê kevneşopiya edebiyata kurdî ye.[4]

Feqiyê Teyran
Navê rastî
Mihemed
Jidayikbûn1590
Mirin1632
Xîzan, Bidlîs
EsilKurd
BernavFeqiyê Teyran, Feqiyê Gerok, Mîr Mihê, Miksî, Mîn û Hê
Hevwelatî Kurdistan
PerwerdeMedrese
DestûrnameMelayê Cizîrî
PîşeHelbestvan, Çîroknivîs û Fîlozof
SerdemSedsala 16 û 17'an
BandorkerEhmedê Xanî, Şêx Memdûhê Birîfkanî
DînÎslam
Dê û bav
  • Şêx Ebdullah (bav)
biguhêreBelge
Tirbeya Feqiyê Teyran li gundê Werezûzê (Miks)
Gora Feqiyê Teyran

Li gorî hinek dîroknasan Feqiyê Teyran di sala 1590an de hatiye dinê û di sala 1632-1660an de çûye ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan hêj jî niqaş hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di sala 1590an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye.

Jînenîgarî

biguhêre

Feqiyê Teyran di sala 1590an de li gundê Miksê ji dayik bûye ku di wî demê de gundekî bi ser bajarê Colemêrgê ve bûye. Miks niha yek ji avçeyên bi ser parêzgeha Wanê ve ye.[5]

Li gorî vegotinan Feqiyê Teyran di temenekî biçûk de eleqeya wî bi xweza, ajal, bi taybetî bi çûkan re çêbûye û dest bi gotinên xweş kiriye.[5]

Feqiyê Tayran ku navê wî yê rastî Mihemedê Evdillah e ku di medreseyê de perwerde dibîne her ku mezin dibe pişta xwe dide malbata xwe ku malbateke Mîr e ku hemû derfetên malbatê yên ku malbata wî di dest wî de ye û berê xwe dide xwendin, helbest û xwezayê. Ji aliyekî ve perwerdeya xwe werdigire û ji li aliyek din ve jî dest bi gera xwe yê hawirdorê dike. Bi kurdiyek zelal û fehmbar ku gel pê diaxive, helbestan dinivîse, çîrok û destanan berhev dike û wek vebêjer tevê nava gel dibe. Ew di demeke kurt de li gelek deveran digere ku navûdengê wî digihîje welatên dûr û bi xwe jî derdikeve rêwîtiyek dûr û dirêj.[5]

Her ku diçe kîjan gund, bajarok û bajaran bi şêweya dengbêjiyê helbestan dibêje çirok û destanan dibêje, li çîrokan guhdarî dike û çîrokên nû hîn dibe. Ji ber vê yekê navekî din ê Feqiyê Teyran, Feqîyê Gerok e.[5]

Li gorî çavkaniyên nivîskî Feqiyê Teyran pêşî li medreseyên Bidlîsê xwendiye, piştre jî li Medreseya Sor a Cizîrê ku ji bo edebiyata kurdî navendek perwerdehiya girîng e, perwerdehiya xwe domandiye.[5]

Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê helbestvan ku ji xeynî helbestvaniyê ew fîlozofekî mezin jî bûye. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde kitêbên wî heta îro nehatibin jî lê tê texmînkirin ku wî gelek kitêb nivîsiye. Li ser felsefe, dîroka dema xwe de û li bûyerên ku dema wî de qewimiye hizrê xwe aniye ser ziman.

Navê Feqiyê Teyran a rastî wekê di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de navlêka xwe "Mîr Mihê" aniye ziman. Feqiyê Teyran bi xwe ji malbatek eşîriye. Bav û kalên wî yek ji mîrên Kurdistanê bûne. Feqiyê Teyran di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e ku kurê mirekî kurd e. Berhemên wî yê nivîskî wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e.

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê, axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîs e, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miskî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî li navçeya Miksê ya Wanê ye.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ji nivîstekên li ser kêla gora Feqiyê Teyran jî tê fêmkirin ku Feqî di sala (hicrî: 1041) 1632yan de koçî dawiyê kiriye.
  2. ^ "زەمبیلفرۆش كێیە و چۆن گەیشتە باتیفا". www.wishe.net. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
  3. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
  4. ^ "FAKĪ-yi TEYRÂN". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
  5. ^ a b c d e "Şeyhmus Çakırtaş | Feqiyê Teyran…". Independent Türkçe (bi tirkî). 16 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.

Bîblîografî

biguhêre
  • Kovara W, 29, çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2009, r. 36-58. (Dosyayeke Feqiyê Teyran tê da heye)
  • Mele Xalidê Sadînî (2000). Feqiyê Teyran (jiyan, helbest û berhemên wî). Nûbihar, Stembol.
  • Abdusamet Yigit, Feqiyê Teyran, roman, 2009, Han, berlin. ISBN 978-3-94040997-34-0