Gotûbêja bikarhêner:Penaber49/Arşîv 2

Şiroveya dawî: 15 kanûna paşîn ji aliyê Penaber49 ve di mijara Spasî (2024) de
Arşîv 1 Arşîv 2

Translatewiki

Silav bira, hemû wîkî li ser translatewiki.net tê wergerandin. Heke wextê te dikarî alîkariya me bikî? Spas! --Balyozxane (gotûbêj). 23:35, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)

Silav Balyozxane, temam bira di demên guncav de ez alîkarî bikim. Penaber49 (gotûbêj) 04:36, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)

Question from WSouliman (16:59, 28 çiriya paşîn 2022)

Hallo, wie kann ich bei einem Artikel, einen externe Links einfügen, die dem Leserschaft ermöglicht, weitere Quellen von der Landesbibliothek zu sehen? --WSouliman (gotûbêj) 16:59, 28 çiriya paşîn 2022 (UTC)

Silav WSouliman, I understand you're talking about adding an external link to an article. The external links in question must be related to the content of the article. The thread connection section is usually at the bottom of the article. From here you can add website links related to the article. Penaber49 (gotûbêj) 17:28, 28 çiriya paşîn 2022 (UTC)

Cat-a-lot

Silav c:Help:Cat-a-lot li ser mobîlê jî dixebite. Hinek pê re bilîze, lêzêdekirin/guhartin/jêbirina kategoriyan dê hêsantir bibe. Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 19:18, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)

Min berê ceribandibû [1] dixebitî lê niha çênabe min tiştek fêm nekir   --Balyozxane (gotûbêj). 19:24, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)

Silav bira, min qet ne ceribandiye nizanim ev çêdibe. Penaber49 (gotûbêj) 19:26, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC) Bira, ez fêm nakim hûn çima ti tiştî naceribînin. Ew qas jî dijî teknolojiyê û nivîsbariyê nebin.   Min niha fêm kir çawa dixebite. Koda jêr kopî bike û bizeliqîne vê rûpelê Bikarhêner:Penaber49/common.js

//<nowiki>
/* Cat-a-lot - changes category of multiple files */
if (mw.config.get('wgNamespaceNumber') === 14) {
	window.catALotPrefs = { editpages: true, subcatcount: 100 };

mw.loader.using(['jquery.ui', 'mediawiki.util'], function(){
	mw.util.addCSS("#cat_a_lot_settings { display:none !important;}"); // Preferences depend on some Commons gadgets, not available locally
	mw.loader.load('//commons.wikimedia.org/w/load.php?modules=ext.gadget.Cat-a-lot');
});
////////////////////////////////////catALotEnd//
}
//</nowiki>

Dê bixebite înşela :). P.S. @Avestaboy: tu jî dikarî bi kar bînî. Guhartina kategoriyan hêsantir dike. --Balyozxane (gotûbêj). 19:50, 17 kanûna pêşîn 2022 (UTC)

Turan Dursun

i mentioned that, this article should be translated into kurdish language. but, i wanna ask here from you.

neyse, kullanıcı sayfanızda türkçe bildiğiniz yazıyor. hmm, şimdi.... bu madde kürt ve türk kültürünün içinden gelen bir kişiyi anlatıyor. bu kişi islamcılığa ve feodalizme(ağa düzeni) karşı savaşmıştır. ancak ne yazık ki bu kişi kürtçe vikipedi'de yer almıyor? kürt insanların bu adamı bilmesinin lazım olduğunu düşünüyorum. o yüzden, lütfen bu maddeyi çevirir misiniz?

https://tr.wikipedia.org/wiki/Turan_Dursun

https://en.wikipedia.org/wiki/Turan_Dursun

bu maddeyi taslak olarak açmanız bile çok iyi olur. çünkü en azından böyle bir adamın varlığını bilirler. çok sağolun, teşekkürler. türk-kürt kardeştir :D. Modern primat (gotûbêj) 17:31, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)

açılmış..... köy çeşmesinde yazmıştım. güzel oldu açılması.
o zaman, sizi bu maddeye katkı vermeye davet ediyorum. kolay gelsin! Turan Dursun Modern primat (gotûbêj) 17:35, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Silav Modern primat, li wîkîpediya kurdî gelek bikarhêner zimanê tirkî nizanin. Spas jibo niyazên teyê baş. Di demek guncaw de ez dest bi nivîsandina gotarê bikim.

İyiniyet temennillerin için teşekkürler. Uygun bir zaman zarfında makaleyi oluşturmaya başlayacağım. Penaber49 (gotûbêj) 17:49, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Dengdan

Êvar baş hevalê @Penaber49:.Tu çawanî ? Başî ? Em dixwazin sernav û kategoriyên du gotaran standard bikin. Mixabin nêrînên me yên cuda hene. Ji ber vê yekê min pêşniyara dengdanê kir.Ez ê kêfxweş bibim ku tu beşdarê dengdanê bibî.Silav û rêz

https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadmend%C3%AE#Barkirina_Dadmend%C3%AE_01-2023 https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadwer%C3%AE#Barkirina_Dadwer%C3%AE_01-2023 Avestaboy (gotûbêj) 18:03, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Bêhnok

@Penaber49 Silav bira, tu bêhnokan (,) xelet bi kar tînî. Xêra xwe li kitêbeke rêzimanê binêre ka divê çawa werin bikaranîn. --Balyozxane (gotûbêj). 11:44, 4 sibat 2023 (UTC)

@Balyozxane: merheba bira, bi gelemperî min bêhnok li navê di daxuyaniya gotaran de zêdekiriye. Divê mirov hay ji temamiya hevokê hebî. Spas bira carek din dîsa kontirol dikim û liser bikaranîna bêhnokan difikirim. Penaber49 (gotûbêj) 13:38, 4 sibat 2023 (UTC)

Gelek spas. --Balyozxane (gotûbêj). 16:53, 4 sibat 2023 (UTC)

@Balyozxane: bira merheba tu îro naxûyê hêvî dikim ku tu baş bî. Penaber49 (gotûbêj) 17:23, 6 sibat 2023 (UTC)

Baş im, bira gelek spas. Lê min cihê xwe guhart nikarim têkevim komputerê. Înşela hûn jî baş bin? --Balyozxane (gotûbêj). 17:26, 6 sibat 2023 (UTC)

Silav Balyozxane, spas bira baş im, pirsgirêk tine. Penaber49 (gotûbêj) 17:30, 6 sibat 2023 (UTC)

Derbasî be --Balyozxane (gotûbêj). 17:44, 6 sibat 2023 (UTC)

Spas bira li ba min erdhej çênebû. Jibo hemî gelê de derbasî be. Hêvî dikim ku gelê me vî felaketê bi zirara herî kêm derbas bike. Penaber49 (gotûbêj) 17:52, 6 sibat 2023 (UTC)

Tabloya Erdhejê

silav înşallah rewşa te başe. Tu dikarî xêra xwe di rûpela Erdhejê de di tabloyê de ên mirî û wefat kiriye hêjmara wan çêkî û jî binivîsî? Xwedêda (gotûbêj) 07:04, 16 sibat 2023 (UTC)

{{Silav|Xwedêda}}, spas dikim baş im. Jibo tabloyê ez bawer dikim ku hewcedariya beşek nû heye. Penaber49 (gotûbêj) 08:02, 16 sibat 2023 (UTC)

Vandalizm

Vandalizmle mücadele ettiğinizi profilinize yazmışsınız ama vandallık yapıyorsunuz. [2] Bunu sürdürmeyin. Furkan (gotûbêj) 15:28, 15 hezîran 2023 (UTC)

Silav Furkan, pêwist ku civaka wîkîpediya kurdî li ser naverokan biryar bide. Kesên ku bi kurdî nizanin divê naveroka gotaran neguherîne. Penaber49 (gotûbêj) 15:31, 15 hezîran 2023 (UTC)
Türkçe bildiğinize göre "Vikipedi ne değildir?" makalesini okuyup kimlerin değişiklik yapıp yapamayacağını öğrenebilirsiniz. Kuralları ihlal etmeyin. Furkan (gotûbêj) 15:34, 15 hezîran 2023 (UTC)
Li vir wîkîpediya kurdî ye ji kerema yan bi Kurdî yan jî bi îngilîzî binivîse. Li her kes bi tirkî nizanin. Ez ji te baştir dizanim. Here li gotara Selahettin Demirtaş binêre, ew naverokên li wir çi bin naverokên gotara Recep Tayyîp Erdogan heman tiştin. Penaber49 (gotûbêj) 15:39, 15 hezîran 2023 (UTC)
I removed the picture of the 'pig' that stood for 4 days. Can you explain your reason for undoing this change? I don't think you know the rules. Furkan (gotûbêj) 15:46, 15 hezîran 2023 (UTC)
Haya min ji wî guhertinê tunebû. Li vir ez û bikarhinêrin li vir tiştê wiha qebul nakin. Ku min bidîta niha zûtir sererast kiribû. Penaber49 (gotûbêj) 15:55, 15 hezîran 2023 (UTC)

Silav

Silav @Penaber49, min guhertina te ji rûpela "Tirk" vegerand, ji ber ku ev hevoka ku te sererast kir li ser têkiliya zimanî ya tirk û azeriyan e, ne têkiliyên etnîkî. Tenê dixwest ku hûn zanibin ka pirsên vekirî hene. Silav û rêz. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 17:54, 15 tîrmeh 2023 (UTC)

Pêwîst e nav wek Tirkên Azeerbaycanê bê guhertin. Azerî ne Tirk in. Penaber49 (gotûbêj) 17:57, 15 tîrmeh 2023 (UTC)

Silav

Tu çawan î, baş î? Ez dibînim ku te asteng kirine û rûpela te jî hatiye valakirin. Te bi xwe vala kiriye? Ez li benda te dimînim, de tu zû vegerî! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 17:21, 29 tîrmeh 2023 (UTC)

Silav MikaelF, belê raste min valakiriye. Li ser meseleya wî gotarê ji ber ku ez hinek bi tundî tevgeriyam mixabin Ghybu min jî asteng kiriye. Astengkirina min tenê du hefteye. Ji ber ku ez naxwazin vê astengkirinê binpê bikim zêde nanivîsinim piştî bidawîbûna astengkirinê ezê vegerim. Silav û rêz. 149.140.81.29 18:26, 29 tîrmeh 2023 (UTC)

Merheba

Merheba @Penaber49, ez nû li ser wîkîpediya kurdî de me û ez edîtorên tê dibînim û ev min kêfxweş dike, min daxwest pirs bikim ku tû bi wergerandin an jî bixwe nivîsandin kar dikî? Sipas. Weşanvan (gotûbêj) 23:05, 22 tebax 2023 (UTC)

Pirsek ji Sylas beg (08:47, 3 îlon 2023)

Silav,ez çawa dikarim qutiya bikarhêner biafirînim ? --Sylas beg (gotûbêj) 08:47, 3 îlon 2023 (UTC)

Silav Sylas beg tu bi xêr hatî. Ez bawerim ku tu behsa afirandina profîla bikarhêneran dikî. Jibo tu agahiyên di derbarê xwe de li profîla xwe zêde bikî tu dikarî bi şablona Babîlê agahiyên kurt di derbarê xwe de li ser profîla xwe binivîsî. Ez şablonê li profîla te zêde dikim agahiyên ku dixwazî li şablonê zêde bikî li profîlên bikarhêneran binêre û li şablonê zêde bike. Penaber49 (gotûbêj) 09:11, 3 îlon 2023 (UTC)

Question from Diyar îbê on Gotûbêj:Aborî (18:39, 3 îlon 2023)

Silav ji kurdan ra Dîroka Kurdistan ê çênd sal dibin --Diyar îbê (gotûbêj) 18:39, 3 îlon 2023 (UTC)

Question from Diyar îbê on Alîkarî:Naverok (18:47, 3 îlon 2023)

Silav --Diyar îbê (gotûbêj) 18:47, 3 îlon 2023 (UTC)

Silav Diyar îbê, bi xêr hatî. Min tiştekî ji pirsa te fem nekir. Tu dikarî hinek zelal binivîsî? Penaber49 (gotûbêj) 18:50, 3 îlon 2023 (UTC)

Beşdarî kirina wîkîdatayê

Gotarên bi kalîte

Silav hevalê @Penaber49 . Tu çawanî ? Başî.Te aniha gelek gotarên kurt li ser komûnên Fransayê çêkir.Ji kerema xwe gotarên berfireh çêke û li ser Wîkîdaneyê ( Wikidata) jî tomar bike . Niyet û armanca te rind in . Ema gotarên bê fayde û qezenc çê neke . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 08:39, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)

Silav Avestaboy, ev gotar, goterên komunên Fransayê ne wek gundên Fransayê ne û li hemî wîkîyan kurt in. Li ser wîkîpediyayên mezin goterên bi vî awayî bi sed hezaran hene. Wek ku tu jî dizanî ez tenê gotarên kurt çênakim. Ez jî dizanim ku gotar kurt in lê armanca min ev e ku ez bi gotarên komunên Fransayê hêjmara goterên me derxim 70 hezaran û carek din dîsa vegerim goterên dirêj. Gotarên komunan bê fayde nîne. Ya duyem çiqas hêjmara gotaran zêde bim ewqas dîtina wîkîpediya kurdî bi perspektîvek baş tê dîtin. Di vî pêvajoya de tu jî dikarî li ser gotarên dirêj bixebitî heta ku ez vegeriyame xebatên gotarên din. Di vê derbarê mijarê de ger fikrekî te yê baştir hebe tu dikarî ji min re bibî alîkar, spas. Penaber49 (gotûbêj) 08:56, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)
@Penaber49 Ez jî dixwazim ku Wîkîpediyaya kurdî mezin be .Ema kalîte ji hejmarê çêtir e. Mesela hejmara Wîkîpediyaya tirkî ji ya Wîkîpediyaya kurdî bêhtir e . Dîsa jî gelek gotarên kurt û bê fayde li ser Wîkîpediyaya tirkî hene . Wîkîpediya ji aliyê gelek kesan ve wekî çavkanî tê bikaranîn. Lewma jî divê gotar baş bên nivîsandin. Heger em bi hezaran gotarên xirab çêkin, Wîkîpediya kurdî ne xwedî prestîj be.Carinan ez dest bi çend gotaran dikim. Lê ev tenê çend û ne sed gotar in.Ger dema min tune be, ez wan di kategoriya Gotarên berdewam dibin de tomar dikim û paşê wan gotaran berdewam dikim. Bi vî awayî Wîkîpediyaya kurdî mezin dibe û kalîteya xwe jî winda nake. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:13, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)
Silav Avestaboy gotar tenê kurt e bê kalîte nîne. Ji bo zêdekirina gotaran gelek bikarhênerên Wîkîpediyayên din goterên bi rengî çêdikin. Mînak goterên wiha li ser wîkîpediya Farisî, Tirkî jî heye. Ji xwe em tenê sê çar bikarhênerên çalak in ger ku em hinek taktîkan bikar neyînin dê wîkîpediya kurdî di gelek mijaran de di cihê xwe de bimîne. 5 hezar an deh hezar gotarên kurt ewqasî hêjmarek zêde nîne. Binêr heta niha gotar hefteyê ya Wîkîpediya kurdî tenê bi yek gotarek disekinî min vê yekê ji holê rakir niha her hefteyek gotarek nû tê weşandin. Ez xebatên li gorî kêmasiyên dimeşînim. Tenê bi rengekê xebatan nakim. Penaber49 (gotûbêj) 10:40, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)
@Tu ema tenê cihê komûnê dinivîsî. Her wiha agahîdankên jî vala nin . Ji ber ku tu li ser Wîkîdaneyê (Wikidata) astengkirî yî . Gelo tu nikarî ji bo bikaranîna Wîkîdaneyê kontorek duyem çê bikî ? Ez jî alîkarî hez dikim ema ez nikarim 24 saet gotarên te li ser Wîkîdaneyê tomar bikim. Carinan serê min tevlihev dibe ji ber ku gotaran pirin. Jixwe bikarhênerên çalak li ser Wîkîpediyaya kurdî kêm in. Min çewt fam ne ke .Yanî ez ne dijminê te me. Ez pend û şîret li te didim. Avestaboy (gotûbêj) 11:30, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)
Na min tu şaş fem nekir. Girdana wîkîdaneyê li ser goterê heye mînak doh gelek gotaran botek bi navê emaosbot heye ku hemî gotaran li wîkîdameyê tomar dike. Penaber49 (gotûbêj) 12:47, 14 çiriya paşîn 2023 (UTC)
Silav @Penaber49, gelo xwezîl ku pirs bikim ma tu hemî komûnên Fransayê dixwezî di wîkîpediya kurdî zede bikî? Ji bêr ku gelek wîkîpediyayên din hene ku ev jî kirin. الحكم الكردي (gotûbêj) 13:59, 28 çiriya paşîn 2023 (UTC)
Silav, ji ber ku navê te bi erebî ye nizanim binivîsînim bibore. Bi rastî niyeta min ew e ku ez gotarên hemî Komunên Fransayê li wîkîpediya kurdî zêde bikim. Bi awayekî din jî dixwazim xebatên gotarên dirêj jî bimeşînin ku bê hevsengiyek mezinê gotarên kurt û dirêj çênebin. Penaber49 (gotûbêj) 14:08, 28 çiriya paşîn 2023 (UTC)
Rêzgirtin ji te re, min pirs kir ji bo ku 35 hezar komûnên Fransayê hene û gava ku tu hemî li ser wîkîpediyayê me zede dikî, derdora sêdî 25 heya 30 ji gotaran tene ji mijara komûnên Fransayê derdikeve, lê emê bala xwe jî bidin ku mijarên din dikarin werin dîtin li ser wîkîpediyayê me di pêşerojê de. Sipas ji bo karê te, tu rolekî girîng li ve derê î! الحكم الكردي (gotûbêj) 14:57, 28 çiriya paşîn 2023 (UTC)
Silav الحكم الكردي, sipas ji bo vê agahiya te bi rastî min bi awayekî rast hêjmara komunan nedizanî. Ji bo ku bê hevsengî çênebe ezê xebatan bi hinek gotarên komunan û hinek gotarên din bimeşînim. Penaber49 (gotûbêj) 15:22, 28 çiriya paşîn 2023 (UTC)

Translation request

Hello.

Can you translate and upload the article en:1668 Shandong earthquake in Kurdish Wikipedia?

Yours sincerely, Multituberculata (gotûbêj) 11:13, 9 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Danasînên kurt

Silav bira. Min dît te li vir "d=Komuneke departmena Yonne" nivîsiye. Haya min nû jê çêbû ku divê danasînên kurt bi herfa hûrdek dest pê bikin (ger ne serenav be) û herwiha şûnda forma nebinavkirî "Komuneke" forma binavkirî "komuna" bi kar bînî dê çêtir be. Herwiha navê welatê jî ji bîr neke. "d=komuna departmena Yonne, Fransa" ya herî baş e. Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 19:57, 18 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Temam bira ezê şablonê ji nûve sererast bikim. Penaber49 (gotûbêj) 20:00, 18 kanûna pêşîn 2023 (UTC)
@Penaber49 Spas! Yên kevn ez ê bi botê sererast bikim. Tu yên nû rast bike bes e. --Balyozxane (gotûbêj). 20:02, 18 kanûna pêşîn 2023 (UTC)
Temam bira. Penaber49 (gotûbêj) 20:04, 18 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Şablonê golê

Di şablonê golê de xeletiyek heye. Dema ku wêne tune be, di şablonê de di nivîsê de pirsgirêkek heye. Vartolu3566 (gotûbêj) 18:12, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Ev pirsgireke teknîkî ye. Hinek şablon hene ku li ser mobîlê û li ser komputerê cuda dişixulin. Di dema pirsgirêk bi vî rengê divê hinek naverok werin jê derxistin. Penaber49 (gotûbêj) 18:20, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)
@Penaber49 û @Vartolu3566 Pirsgirêk çi ye min fêm nekir. Dema pirsgirêkekê bi şablonekê bibînin, di gotûbêja şablonê de binivîsin da ku haya me jê hebe. --Balyozxane (gotûbêj). 18:28, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)
Temam e bira Penaber49 (gotûbêj) 19:41, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)

Navê şablonê

Silav bira, ji bo standardiyê xera xwe {{Fransa-erdnîgarî-şitil}} bi kar bîne şûnda {{erdnîgarî-şitil-Fransa}}. Divê şitil li dawiyê be. --Balyozxane (gotûbêj). 22:38, 2 kanûna paşîn 2024 (UTC)

Temam e bira min navê şablonê li mînakên li ba xwe zêde kir, spas dikim. Penaber49 (gotûbêj) 22:52, 2 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Spas, bira. Yên din ez ê bi botê dûre biguhêrim. --Balyozxane (gotûbêj). 22:59, 2 kanûna paşîn 2024 (UTC)

Spasî (2024)

Ez nîşaneke zêrîn didime
Penaber49
 
ji bo
karê te yê qenc li ser Wîkîpediya kurdî,
tu her hebî!.
--MikaelF
--MikaelF (gotûbêj) 09:46, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Gelek spas birêz @MikaelF:. Penaber49 (gotûbêj) 10:25, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Return to the user page of "Penaber49/Arşîv 2".