Turan Dursun, (jdb. 1934 li Sêwasê – m. 4ê îlona 1990an li Stembolê) nivîskar û ateîstekî tirk û rexnegirê Îslamê bû.[1] Ew melayê berê yê misilman û alim bû û di dema lêkolîna xwe ya li ser dîroka dînên yekxwedayî de bû ateîst.[2] Dursun di bin bandora fîlozofê gumanbar ê îranîsedsala 9an de, Îbn Rawendî, çend pirtûk li ser dînê nivîsî ku tê de şîroveyên metnên îslamî tê de hene, bi tundî îslam û damezrînerên şaxên wê yên sereke rexne kirin.

Turan Dursun
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Goristana Asrî ya Cebeciyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Nivîskar, rexnegir û meleyê berê
Tevger
Ateîzm, dijîslam (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xebatên navdar
Kulleteyn (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê

Dursun gelek caran ji aliyê fundamentalîstên îslamî ve dihat tehdîdkirin û di 4ê îlona 1990an de li Stenbolê li derveyê mala xwe hate kuştin. Piştî kuştina wî pirtûkên wî li Tirkiyê bi dehhezar nusxeyan hatin firotin.[3]

Jînenîgarî biguhêre

Turan Dursun, di sala 1934an de li gundê Gumuştepe (navê wî demê "Yapıaltın") ya bi ser navçeya Şarqije ya Sêwasê ji dayik bûye û yek ji heşt zarokên malbata xwe bû.[4] Dayika wî kurd û bavê wî jî tirk bû.[5] Di temenê pênc saliya xwe de bû ji bo cihên ku ji bapîrê wê re mîrate maye, bi hemû malbata xwe re koçî navçeya Dutax a bi ser parêzgeha Agiriyê bûn.

Piştê demekê bavê wî li gundan dest bi mela kiriye. Daxwaza bavê wî ew bû ku kurê wî jî wek alimên Besra û Kufeyê, bi perwerdehiya dînî ya pir xurt werbigire û bibe alimekî dînê. Ji bo vê yekê bavê wî kurê xwe dişîne dibistanên dînî yên şevînî, qursên Quranê û li cem gelek mamosteyên navdar perwerdeyê dibîne. Jibo ku perwerdehiya dînî werbigire ji Agiriyê diçe Mûşê, Edeneyê û ji wir jî çûye gelek bajar, bajarok û gundên Tirkiyeyê, ji bo ku ji van mamosteyan perwerdeya îslamî werbigire.

Wî biryar da ku dîroka di derbarê dînên yekxwedayî li ser esasên sereke yên mezheba Sunî-Henefî-Mâtûridiyye Îtikadî ku Serokatiya Karên Diyanetê di Fakulteyên Îlahiyatê de domandiye, lêkolîn bike. Heta ku digihije temenê 20 saliya xwe hînî zimanê kurdî, çerkezî û erebî bûye. Bi antropolojiyê re jî ji nêz ve eleqedar bûye.

Turan Dursun di 4ê îlona sala 1990an de li Stenbolê dema diçû karê xwe di êrîşa çekdarî de hatiye kuştin. Piştî 4 salan di operasyona li dijî Teşkîlata Tevgera Îslamî de ji aliyê kî ve hatiye kuştin derketiye holê. Hate ragihandin ku Turan Dursun ji aliyê kesekê ku girêdayî vî tevgerê ye hatiye kuştin.[6]

Pirtûkên wî biguhêre

  • Müslümanlık ve Nurculuk (Milismantî û tevgera Nurî), sal 1971, ISBN 9753431155
  • Din bu (Ol e ev), 3 beş
  • Kutsal Kitapların Kaynakları (Çavkaniyên pirtûkên pîroz), 3 beş
  • Turan Dursun hayatını anlatıyor (Turan Dursun behsa jiyana xwe dike), hevpeyvîn digel Şule Perinçek, ISBN 9753430477
  • Kulleteyn, sal 2000

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Alexander, Yonah; Hoenig, Milton M. (2007). The New Iranian Leadership: Ahmadinejad, Terrorism, Nuclear Ambition, and the Middle East (bi îngilîzî). Praeger Security International. ISBN 978-0-275-99640-6.
  2. ^ Yavuz, M. Hakan; Esposito, John L. (1 çiriya paşîn 2003). Turkish Islam and the Secular State: The Gülen Movement (bi îngilîzî). Syracuse University Press. ISBN 978-0-8156-3040-1.
  3. ^ "Gazeteci Dursun Öldürüldü". gazetearsivi.milliyet.com.tr. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ "Aydınlanma savaşçısı Turan Dursun bundan 23 yıl önce katledildi". soL (bi tirkî). 4 îlon 2013. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ Dursun, Turan (1992). Turan Dursun hayatını anlatıyor (bi tirkî). Kaynak Yayınları.
  6. ^ "genel". web.archive.org. 9 çiriya pêşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya pêşîn 2008. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)