Mirovnasî
Mirovnasî yan jî antropolojî (ji yewnanî: ἄνθρωπος, ánthropos: mirov; -λογία logía yan logos: zanist) zanista mirovan e. Antropolojî li ser çêbûn, pêşketin û qanûnên guhertinê yên fizîkî yên çandên mirovan û nijadên mirovan lêkolînan dike. Di navbera xwe de bi du beşan tê veqetandin.

Mirovnasiya civakî (an jî mirovnasiya çandî) biguhêre
Beşeke ji zanista civakî ye ko bi metodên xwe yên nîjadnasiyî, nîjadî, zimannasiyî, civakî û psîkolojîk lêkolînan li ser çandê dike. Di dîroka mirovnasiyê de, mirovnasên hêja û pêşeng Franz Boas, Bronislaw Malinowski, Claude Levî-Strauss, Alfred Kroeber, Margaret Mead, Edward Evan Evans-Pritchard, Fredrik Barth û yên dîtir in.
Pirsên mirovnasiya civakî biguhêre
Her wiha pirsên mirovnasiyê yên sereke ev in:
- Çand û civakên biyan çima dirûvin hev?
- Çand û civakên biyan çima nadirûvin hev?
- Çand û civak çawa û çima diguherin?
Lêkolînên mirovnasiyî li ser kurdan n biguhêre
Di mirovnasiyê de lêkolînên girîng ên ko li ser kurdan çêbûne ev in:
- Agha, Shaikh and State (1992) (wergera bi zimanê tirkî Ağa, Şeyh ve Devlet, İletişim Yayınları), Martin van Bruinessen
- Principles of Social Organization in Southern Kurdistan (1953) (Kürdistan’da Toplumsal Örgütlenmenin İlkeleri, Avesta Yayınları), Fredrik Barth
- Doğuda Değişim ve Yapısal Sorunlar (1969), Doğan Yayınevi, İsmail Beşikçi
- Kürtlerde Aşiret Ve Akrabalık İlişkileri, İletişim Yayınları, Lale Yalçın-Heckmann
- Rewanduz Kürtleri Toplumsal ve İktisadi Örgütlenme, Aram Yayınları, Edmund Leach
Binebeşên wê biguhêre
Mirovnasiya biyolojîk (an jî mirovnasiya fizîkî) biguhêre
Beşeke zanistê ye, ya ku lêkolîna li ser peresana biyolojîk û irsîtî, lihevkirin û guheran, şêwezaniya prîmatan û peresana mirovan û tomarkirina fosîlan dike. Di sedsala nozdehan de avabûye. Tê pejirandin ku avakerê vê beşê Paul Broca ye.
Binebeşên wê biguhêre
Çavkanî biguhêre
Girêdanên derve biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |