Gotûbêja bikarhêner:MikaelF/Archive 3

Şiroveya dawî: berî 12 salan ji aliyê Ghybu ve di mijara Bot de

Gotûbêja bikarhêner:MikaelF/Archive 4

Bon dia i bon any Mikael biguhêre

Espere que et va tot bé. No sé si t'interessa però estem organitzant una trobada sobre llengües minoritzades a Perpinyà el 19 de març (l'arribada es faria el 18 al vespre i la tornada a Barcelona el 20). Espere que vius a Catalunya i que si és així t'interessaria explicar la situació del kurd, la seua presència a Internet i el que vulgues. La nostra associació Amical et pagaria tots els gastos que pot suposar la teua vinguda, ací tens l'enllaç del programa: http://ca.wikipedia.org/wiki/Viquip%C3%A8dia:10_anys_de_la_Viquip%C3%A8dia/Congr%C3%A9s. Per favor dona'm alguna resposta com més aviat millor, gràcies per endavant. Una abraçada ben bona i molta sort per al kurd i per a la vostra Viquipèdia. Que et vaja tot molt bé i que 2011 siga un any excel.lent per a tu i la teua família, fins aviat. Claudi/Capsot 12:26, 19 reşemî 2011 (UTC)

Bişkok <<<Pêşdîtin<<<<< biguhêre

Silav heval
tu karî ji kerema xwere bişkoka Pêşdîtin ê bikar bîbî? George Animal 15:07, 12 adar 2011 (UTC)Bersiv bide

Xelat biguhêre

Spas:) --Ghybu 17:01, 27 adar 2011 (UTC)Bersiv bide


Dîsa silav. Va gotara, gotareke ensîklopedîk e? bi min ensîklopedîk nînin…--Ghybu 18:36, 1 avrêl 2011 (UTC)

Silav heval ez nizanim çawa fêm bikim ku wmne lîsansa wê heye an tune an jî rêbaza ku te ji min re nivîsan dî yê bi ceribînim

Bibore, îmze çawa dihat avêtin? biguhêre

Zû de ye, nehatime. Li bêhnvedanê bûm ev çend sal in. Bablekan

Dîsa silav, dîsa pirsek biguhêre

Em navên xelkên ku alfabeyên din (ne Latînî) bikartînin, bi tîpên Kurdî dinivîsînin, ev prînsîbek êdî rûniştiye. Mirov dikare kêm-zêde nivîsên Polandî, Albanî heya Viyetnamî bixwîne. Yên Rûsî jî em îngîlîziya wan bibîhîsin, hema bi tîpên Kurdî dinivîsînin. Ên Erebî hewce nakin, lewra ji xwe em kirine Ereb:) Lê keko em ên Çînî, Japonî wan çi dikin? Gelo em dikarin qet nebe paytext û hin bajarên Çîn, Japon ûêd standard bikin? Navan bi Îngîlîzî dixwînin, temam. Lê Alman û Fransî carnan hinekê cuda dinivîsînin. Mirov nizane "s" e yan "z". Dermanek li cem te heye yan na? Bihara nû mizginiyên bixêr bîne ji te re.. --Bablekan 11:52, 25 avrêl 2011 (UTC)

Bablekan, tîpguherîna zimanê çînî bi du awayan tê kiNivîsa xwarrin; berê bi awayê Wade-Giles hatiye nivîsandin, lê ji salên 1980'an û vir ve awayekî nû hate pêşkêşkirin ê bi navê Pinyin yê ku mîna standardeke navneteweyî jî hatiye pejirandin. Bo mînak, navê Mao Tse-tung bi awayê Wade-Giles e, roja îro mîna Mao Zedong tê naskirin, ew Pinyin e. Bi ya min, bikaranîna tîpguherîna Pinyin çêtir e, fonetîka çînî ji fonetîka kurdî pirr cuda ye. Heke bi kurdî tradîsyon hebe, mîna serbajarê Pekîn, bila navê kurdî ligel navê Pinyin jî bê nivîsandin, Beijing û Pekîn an Pekîn û Beijing. Zimanê japonî jî wisa ye, standardeke tîpguherînê jî heye, ne pêwîst e tîpên kurdî binivîsin, bila kurdî di nav zimanên navneteweyî de be û standardên navneteweyî bipejirîne. Gelek spas, bila ev rojên te jî li gorî dilê te bin. --MikaelF 07:01, 26 avrêl 2011 (UTC)

Rojbas birêz. Heval Ghybu sabloneke/infoboxeke zehf xwes û pak amadekiriye ji bo hemû gelên cîhanê. Em dixwazin li gotara derheqê gelê Kurd zêdebikin, lê ew tenê ji aliyê admînên Wîkîpediyayê kare bên kirin. Ji kerema xwe tu dikarî lê zêde bikî û gotara gelê Kurd bixemlinî? Spas --Ferrus 22:36, 26 avrêl 2011 (UTC)

  • Va jî bû :) Silav--Ghybu 15:27, 29 avrêl 2011 (UTC)
Xwedê ji te razî be!! Bi silavên germ --MikaelF 08:04, 30 avrêl 2011 (UTC)
nexşe ya te min aciband , sipas û serkeftin ji bo karê te

Rojekê wextê te çêbû biguhêre

Xêra xwe rûpela min a "Bikarhêner" hinekê sererast bike, bixemilîne. Eman ha, min negot ewqas girîng e û hema bike. Ji niha ve gelek û gelek sipas.. --Bablekan 19:26, 2 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide

Bug biguhêre

Çêbû?--Ghybu 21:57, 6 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide
Sipas, ez bawer dikim ku problem êdî edî safî dibe; lê belê carina menuya li aliyê çepê winda dibe û sheklê Wîkîpedia nayê dîtin. silav --MikaelF 15:37, 11 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide

Di derbarê navên dûgelan de biguhêre

Merheba hevalê hêja.Başim spas ,hêvîdarim tu jî baş î. Heval wekî tu jî zanî Kurmancî bi awayekî serbidest nebûye zimanê perwerdehiyê lewma gelek kêmasî di derbarê standartbûna navên dewlet, tiştên teknolojiyê û hwd. hene. Ez bawerim çavkaniyên ku em lê dinêrin jî bi gelemperî li gorî devokan pêk hatine. Em nikarin vî tiştî pirr binirxînin ji ber ku ev tiştekî normal e. Em nikarin bêjine Kurdê ku navê (mînak) Cezayir pêşî nivîsandiye : çima te wisa nivîsand? Wî kesî wilo bihîstiye lewma wisa nivîsandiye û dema em çavkaniya yekemîn nîşan bidin,nivîsa wî kesî ji me re dibe çavkanî. Lewma bi baweriya min em dikarin navên ku ne-standart bixwe binivîsin û bikin destpêk ji bo bikaranîna mirovan.Li gorî min divê krîtera sereke 'bilêvkirina hesanî' be. Dibe ku mirov bêjin ev tiştekî dîmane ye û li gorî her kurdekî were guhertin. Rast e lê ger em li herkesî jî guhdarî bikin ev xebat bisernakeve. Pêşniyara min bikaranîna navên dewleta bi qertafa 'YA' ye.Mînak , SlovakYA, ÎndonêzYA, AlbanYA,BolîvYA ... û dîsa ez dibêjim bikaranîna 'IYA' bilêvkirina peyvê zor dike. Mînak AlbanIYA , SlovakIYA li gorî min ne gotinên pirr xweş û hêsan in. Lê dîsa bêjim herwiha hinek nav hene bi qertafa 'IYA' hesanîtir tên gotin, mînak : Kolombiya. Lewma em dikarin di bijartina navan de nerm bin. Di derbarê navê Çekiya/Komara Çekî de pirsgirêk di zimanê çekî de jî heye. Ez bi hevalên xwe yên Çek re di derbarê vî navî de peyivîm ew jî behsa pirsgirêka nav dikin. Ger min biryar dabane minê Komara çekî hilbijartibane. Çima? Li gorî ku ez Nîsêbînî me bilêvkirina gotina Çekiya ji min, malbat û mirovên li derdora me re hesanî nayê. Ez nabêjim li gorî bilêvkirina min herin lê min xwest sedema hilbijartina Komara Çekî şîrove bikim û ne hewceya em Çekiya bikin Çekya wî wextî hîç hêsantir nabe (Nêrîna min e) Dîsa li gorî nêrîna min divê navên Moraviya, Bohêmiya, Yûgoslaviya mîna Moravya , Bohemya û Yûgoslavya werin guhertin. Bimîne di xweşiyê de .. --Bikarhêner:Gomada 22:14, 17 gulan 2011

alîkarî biguhêre

tu dikarî ji kerema xwe re alî min bike?

Oîdîpûskompleks biguhêre

Keko Elekra yan Oîdîpûs em bêjin bila Rojda û Robîn be. Kompleksa Rojdayê yan Rojdakompleks? Forma yekemîn kurdî ye lê heger mirov kûr û dûr lê bisekine forma duyemîn bashtir e. Chima? Kompleks nabe ya kesek, kompleksa filan kesê, kompleksa Rojdayê. Di shexsê Rojdayê de mesele tê bisînorkirin. Rojdakompleks notral e. Kompleksa wekî ya Rojdayê, dishibe ya Rojdayê. Dikare bi hin aliyan ve neshibeyê jî. Kekê MîkaelF bi ya min wextekê zimanê Kurdî nêzîkê ruhê germanî bûye. Zimanên Samî û Qefqasî DNA ya kurdî gelek guhertine. Ez ne zana yan zimanzan im. Fikra min bipirsî, ya duyemîn bashtir lê tê. Xwedê zarokên me ji kompleksên oîdîpûs û elektrayê bêî qeza û bela derîne, herwiha yên te jî. Xebat bash.. --Bablekan 09:00, 8 pûşper 2011 (UTC)

Silav, "oidîpûskompleks" bi zimanên germanî wek almanî, swêdî, norwêcî.. bashtir û pêwîst e, lê bi baweriya min, bi zimanên îranî yan latînî û hwd ne wisa ye. Odîpekompleks, odîpkompleksok jî nabe.. ;). Birayên me soranî "Girêyî Odîp" dinivîsin, bi te "girêya Odîp" an "girêcana Odîp" çawa tê? Dembash, qewet be --MikaelF 17:47, 8 pûşper 2011 (UTC)
Girê hinekê kêm dimîne. Bi tirkî "karmaşa" dibêjin, ing. complexity. Kurdiya karmashayê giriftdarî, geremolî, alozî ye. Ev karmasa wekî mirov kulmek axê bavêje nav shîr, cawa shêlû dike wisa bandora xwe li tevahiya jiyanê dikin. Heger zarok bêî qeza û bela wê pêvajoyê derbas bikin ji xwe problem nîne. A rastî girêya shash e. Ji girêyan, ji girêyên deforme bûyî, yan gelek girêyan, chi chê dibe? Ev kompleks hin birînan bihêle li zarokan, roj tê zarok nizanin sedemê fikr û problemên wan chi ne. Dibînin bo mînak, ji bav nefret dikin, an diya xwe bibînin chavên xwe digirin lê nizanin chima. Di wextê de girêyek shash hatiye avêtin an deforme bûye. Ew bandora xwe li ser girêyên din, tishtinên fêrbûyî yên nû dikin, bi kurtî li tevahiya jiyanê. Heger bi min bûya min digot "gij, gijik", ango wekî porên jinên nû ji xewê hishyar bûne :) Lo ewqas înstîtuyên Kurd hene, em rebenno li chi digerin. Heger em forma "+us, Darius, Oidîpûs" na lê ya din "Dara, Odîp" digirin û di tevayî zimanê kurdî de wisa ye, chi bêjim.. Rast e, kurdî be bashtir e. Lê Soranan kêm binavkirine. Ez vê kompleksê dinasim, ji ber wê peyva Soranekanan kêm tê. Ez gelek hez ji peyva gûshî dikim, gûshiya tiriyê. Heger me rojekê ev peyv analîz kir, yan jî analîzkiribîn min jî xwend, tê em ê bi hêsanî binav bikin. Keko em hinekê bisekinin, bila wisa bimîne niha. Pêncshemiyên te bi xêr bin.. --Bablekan 07:08, 9 pûşper 2011 (UTC)

Psîkiyatrî û derûnzan biguhêre

Me ji bo zanistan +nas qebûl kiriye. Ne civakzan, civaknas. Civaknas sosyolog e, civakzan ew jî pisporê civakê ye îlmdar e lê ne xwendiye, mektebî nîne. +van jî (darvan, bajarvan, civakvan) jî bo demekê kirina karekê ye. Rojnamevan mecbûr nîne mektebî be, xwedî dîplom be. Min jî kiriye û nasnameya min jî heye lê ez ne mektebî me. Di rojnamevaniyê de mektebîbûn ne mecbûriye. Ji ber wê kurdan rojnamevan gotine, rojnameger kêm bikartînin. Kîmyanas nabêjin lewra kîmya+ger bêjeyeke kevn û xwedî bingeh e. +ger ne di asta +nas de ye. +nas di wan ilmên ku di wan de afirandinêrî hebe tê bikaranîn. Mirov dikare di warê derûnnasiyê de afirandêr be, tishtinên nû biafirîne (herwiha fîzîk, civaknasî ûêd). helbet mirov dikare di rojnamevanî û kîmyayê de jî bike. Lê wextê de ne wisa bû. Rojnamevanan dinivîsandin, kîmya ango madde ji aliyê Xwedê ve hatibû chêkirin, hesha mirovan nikaribû tishtekê biafirîne. Min chi xwest bêjim? Di bijartina van navan de min mentiqekê dîtiye. Yan jî em mecbûr in gorî mentiqê tevbigerin. Îcar werin se psîkiyatrî û psîkolojiyê. Pirsa min ne ew bû. Bi ya min ev formata fransî +lojî, +ojî ji tirkî derbasî me bûye û bo me ya bashtir +logî, +ogî ye. Helbet em kurdiya wan bikarbînin lê gava ku kurdiya wê kêm bê bikaranîn, zanîn. --Bablekan 09:55, 23 pûşper 2011 (UTC)

Psîkolojî, derûnnas dibe. Bo psîkiyatriyê derûnzan nabe. Lewra psîkiyatrî jî bi serê xwe zanînek e û ji aliyê zanistên mektebî (+nas) ve tê îcrakirin. Yek jî herdu ne ji kokekê ne. Psîkatrî bijîşkî (tibbî) ye, ji aliyê kesên ku tib xwendine, bûne doktor ve tê kirin. Psîkolojî ne wisa ye. Psîkolog tibbê naxwînin, nêî ku payeya "Dr." bigirin, perwerdeya 4 salî ya lîsansê jî bes e. Li Tirkiyeyê psîkolojî pirranî girêdayî fakûlteyên wêjeyê ne, bi fîlozofî, sosyolojiyê ve tê dayîn. Armanc û babeta herduyan jî derûn e, naskirina rewanê (ruh) mirov e. Li herdu gelek cuda ne. Psîkiyatrîst derman didin lê mafê psîkologan nîne (ji xeynî hin dermanên xapanok an vîtamînî ûêd). Heya nexweş neçe cem psîkiyatrîstek nikare were cem psîkologek. Min çima wisa dirêj kir? Heger em yekê re bêjin +nas û ya din re +zan wekî tê fêhmkirin ku "herdu jî tishtekê ne lê yek +nas, yek jî +zan e. Yek mektebî yek nemektebî ye, yek ji yê din hinekê cuda ye lê heman tisht e". Bi kurtî nabe. Bi ya min psîkiyatrî bila niha bimîne. Psîkolojiyê jî em bikin derûnnasî (psîkolog jî derûnnas). Bijîşkên derûnnasiyê dibe bo psîkiyatrîstan lê ew jî dirêj e. Sipas bo keda te.. --Bablekan 10:09, 23 pûşper 2011 (UTC)

Pirsek di derbarê Wîkî ya Zazakî de biguhêre

Silav hevalê hêja min li wîkî ya zazakî nêrî û mirovê bi navê Mirzali ku xwe xwediyê wîkî ya Zazakî dibîne di hemû gotaran de heman tiştî dinivîse. Mînak di hemû gundên Aldûşê heman tişt nivîsandiye. Ez nizanim neyta wan çiye. Ez dibe qey dixwazin bes hejmara gotara zêde bikin. Ti neyta wan ji bo pêşve xistina zazakî nîne. Gelo em nikarin wî û yên wekî wî gilî bikin? —Gomada 00:30, 27 pûşper 2011 (UTC)

Admînistrator/Burokrat biguhêre

Bnr. Requests_for_permissions

Silav MikaelF, Tu dikarî Erdal Ronahi ra mesajekê bişînî… Spas.--Ghybu 13:11, 9 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Mercan û gol yek jî hello bi kurdî ye biguhêre

Li kargehê di demên xwe yên vala de dixebitim. Derfeta min a kopîkirin-lêbarkirinê nîne. Ango nikarim wêneyek bar bikim an wekî li malê me her tiştê bi kompîterê bikim. Ferhengek min hema bigire qet nebûye. Bi kurtî ez dema karê xwe dikim, nabêjim "a min a herî rast e, ji min rasttir kes nikare". Helbet em bi hev disekinin, em bi hevûdu hene, bi hevûdu dikarin baştirîn bikin. Kurtiya kurtiyê tu serbest î di guherandina nav-naverokan de. Min ê çi bipirsiya, min dît kategoriya me ya "gol" heye. Gol, zeryaçe, zê kîjan baştir e. Pîvan ne ew e ku xelk êdî peyvên biyanî bikartînin û em jî mecbûr in. Ez pîvaneke wiha napejirînim. Xelk zimanê xwe diparêzin, bipêş dixin, tînin ser karakterê wê yê berê. Em bi xwe otosansûrê li xwe dikin. Gelo di meseleya golan de nêrîna te çiye? Min dest neda kategorîkirina wê heya ji we bipirsim. Duhî min zazayak me dît digot: "Helloya îngilîzan, halloya almanan a me ye, ji zazakî ye". Min got ka çima.. Digot: "Beriya merhebaya ereban bav-kalên me dema silav bidana jinekê digotin he+y+lê, ji mêran re jî he+y+lo". Em pirr keniyan. Nişka ve hat bîra min bi zazakî "hol" ji xwe di wateya başî û xweşiyê de. Wele xweşê min çû. Bi Xwedê ne miroveke nezan e ew. Ez ê jî êdî bêjim heylê û heylo:) --Bablekan 10:42, 15 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Heylo, tu çer î? Derheqê peyva "gol" de, carekê min bihîst ku eslê wê hind û ewropî ye û koka wê eynî kûr, kun, qûn e. Ez bawer dikim ku ji farisî ketiye zimanê tirkî çêkirine "göl". Deryaçe, zeryaçe ji farisî ye, ne usa? -çe paşpirtika biçûkkirinê ye.. wekî Heleb û Helebçe (Heleba biçûk). Lîç û gom jî hene, lê ez peyva "gom" tenê bi wateya fîgûratîv nas dikim, wekî gomeke xwînê û hwd.. behra Wanê jî, gol e yan na, deryaçeya Wirmiyê, gola Hezar, gola Baykalê, gola Michigan, gelek golên bendavê jî hene, zeryaçeyên bendavê ne yan na? Xatir be to --MikaelF 12:35, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Admin and bureaucrat biguhêre

In response to the request on metawiki, I have granted you the admin and bureaucrat flags on this project. Congratulations! fr33kman 06:23, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Gelek spas and thank you! --MikaelF 12:03, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Ser xêrê be! (: Hêvîdarim wîkî ya me wê êdî bêxweyî nemîne. Bimîne di xweşiyê de.—Gomada 11:35, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Niha, tu dikarî Gomada û Bablekanê bikî admîn…Silav--Ghybu 11:17, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Malava hevalên hêja, emê pevre vî karê bikin ji ber ku Wîkîpedya me geş û tijî zanînê bibe. Daxwaza min a pêşîn û armanca min ew e jî ku mafê Admîn bidim Bablekan û Gomada û te (Ghuby heke te hizra xwe guhertibe :)), lê xuya ye ku hîna ev destûra min tune ye. Bi rastî, ez hêjta hindik windabûyî ajne dikim nava vê behra ensîklopedîk de... Ghuby, anha li gorî tecrûbeya te divêt ez çi bikim? Bi silavên germ --MikaelF 12:03, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Bnr. Taybet:UserRights (admîn-kirin). Silav--Ghybu 13:16, 18 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Silav. Gomada û Bablekan nebûn admîn (sysop). Ew bûn bot ("guherande Bot û IP block exempt")--Ghybu 16:33, 18 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Heval tu çi dêjî, eger ku ez bêjim, ez jî li vir dixwazim bibim admîn, ez ji vî karî zanin, ji ber ku ev ev a 6-7 meha di Wîkîferhengê de admîntî dikim. Ez vî karî nas dikim. Xebat xwesh //George Animal// 13:21, 18 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Rûpelên ku divê werin jê birin biguhêre

Silav MikaelF
ez admîntî û burokratiyê li te pîroz dikim! Tu karî van rûpelan ji kerema xwe re jê bibî? //George Animal// 15:36, 17 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Silav camêro, gelek spas! Belê, gotina te ye, divêt em hêdî hêdî dest bi karê jêbirinê bikin. Êvarbash --MikaelF 17:42, 18 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Tu bi xêr hatî Wîkîpediya kurdî!
Ensîklopediyeke azad e ya ku tê de her kes dikare bi zanîna xwe beşdarî kar û çalakiyên wê bibe.
Nivîskarên hêja, keremkin li vir beşdarî bikin.
Ji meha rêbendana sala 2004'an û pê ve 75.478 gotarên bi kurdî hatine nivîsandin.
Pêncşem, 25'ê nîsana 2024

MediaWiki biguhêre

Tu dikarî vana rast bikî:

Silav--Ghybu 15:41, 23 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Rast nebû!--Ghybu 17:19, 23 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas ji bo bêhnfirehiya te! silav --MikaelF 11:37, 24 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Silav. Dîsa nebû:
Navên rûpelan jî biguherîne. --Ghybu 11:48, 24 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Mamoste, gelo bash bû? --MikaelF 11:55, 24 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
erê:)--Ghybu 11:57, 24 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Heval MikaelF tu karî van rûpelan di translate.wiki de biguherînî? //George Animal// 12:15, 27 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
binêre li vir sedemekî din e. Li vir beshdar bibe!//George Animal// 12:17, 27 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Li vir biguerîne. Bilo ji bo hemû projeyan be! Ne têne ji wikipedia.//George Animal// 12:19, 27 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Heval di translate.wiki de wergerîne, chênave? //George Animal// 12:31, 27 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Û ji kere ma xwe re bishkoka guherandinê nîşan bide bi kar bîne! //George Animal// 12:33, 27 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Silav. Wêne:Flag of PJAK.svg li Commonsê de tûne, tu dikarî "restorê" bikî. Spas--Ghybu 11:34, 30 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide

Sipas ji bo agahdariya te, dîsa çêbû ne wilo? Silav --MikaelF 11:37, 30 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Çêbû! Gelek spas--Ghybu 11:38, 30 tîrmeh 2011 (UTC)Bersiv bide
Silav MikaelF
ji kerema xwe re van rûpekanên mediawikiyê wergerîne:
Silav, //George Animal// 18:16, 2 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Destpêk biguhêre

Silav MikaelF. Li kodê Destpêkê de hindik pirsgirêk hebû, min rast kir… Bi min va versiyona rind e, tu çi dibêjî?--Ghybu 19:46, 2 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Gelek spas, xweshik bû. Silav --MikaelF 09:42, 3 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Admin biguhêre

Silav û biborîne, ez hinekî dereng mam. Min dît, pirsgirêk jixwe hal bû. --Erdal Ronahi 13:18, 3 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Rojbaş biguhêre

Rojbaş hevalê hêja, hêvîdarim di jiyana te de her tişt bi dilê te be. Pirseke min heye ji bo te. Wekî te jî dît, hevalek ji duh ve wêneyan bar dike. Min hişyarî jî da wî û ji bo saetekê asteng kir lê dema astengiya wî xilas, dîsa berdewam kir. Nizanim carna Kurdên me ecêb in. Tu nikarî hişê wan biguherî. Min nexwast dilê wî hevalî (Zindi Min = 217.118.56.239) bihêlim , lê tişta ku dike ne alîkarî ye. Lewma min xwest ez ji te pirs bikim , heke ev heval wisa berdewam bike , divê em çi bikin?—Gomadapeyam 11:04, 8 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Ya te jî bash be, hevalê hêja, spas..., ez hêvîdar im tu jî pak bî. Min jî ji bona Zindi Min peyamek shand û heke alîkariya me pêwîst be, emê alîkariya wê bikim ji ber ku wêneyên bi lîsans bên barkirin. Hinek bisekîne, pirsgirêkeke mezin nîne; bi rastî, fehmkirina vê mijara lîsansan dijwar e û ewqas ashkera nîne. Herwisa be, weke te jî gotiye lîsans û çavkaniya wêne û gotaran pêwîst in! Bi silavên germ --MikaelF 10:16, 8 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Silavên germ ji we herduyan re. Em dîsa vegeriyan ser beroşa girara dewê. Homa deriyê xezîneya xwe ya hêz û qewetê ji we re vebike. Ez dixwazim ji xwe re makîneyeka fotoyê bikirrim, carnan wêneyan bo Wîkî werbigirim. A rastî çend e dikirrim, bateriyên wê zû xilas dibin, an ji ber sedemekê biçûk xirab dibin. Kivşe ye kapîtalîzmê rika xwe berdaye min, çendîn teknîk pêş dikeve, kalîteya tiştan jî ewçend dadikeve. Mekanîk baştir bû, zû xirab nedibûn. Kêmasiyên min gelek in. Min berê dizanibû lîsensa wêneyan pêve kim, niha jibîr kiriye. Çend wêneyên xwarinê ku min wan rojan bar kirine, bila niha bimînin, ez ê lîsensên wan pêve bikim. Herwiha ez ê Cammonsê bar bikirim. Wekî Mîkael jî gotiye fehmkirina lîsensan hinekê dijwar e. Karberên nû feqîro çawa serî pê re derînin ku admînekî wekî min waye nizane:) --Bablekan 10:57, 8 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Kutilk dolma (tirkî) ye? biguhêre

Helbet nabêjim tu aşpêj û hostayê xwarinan î. Ez jî nînim. Dolma û sarma bi tirkî ne. Tirk ji kufteyê re kofte dibêjin. Derfet nîne li ferhengan binêrim. Bi navê pêçange xwarineke kurdî heye. Gelo kutîn û kufte ji heman kokê ne? Nakeve serê min, lewra kufte nayê kutîn. Ez dibêjim kutîlk ku li hin deveran di wateya kufteyê de tê bikaranîn, dolma ya tirkan e. Binêre, dolma (bo mînak a îsotê) mirov amade dike û dan-manê xwe dukutînê, didewisîne. Niha tu yê bêjî eva çi dixwaze.. Ez pêşniyar dikim ku em kutilkê di wateya xwarinên tên dagirtin, dan li wan tên kutandin, bo mînak bo dagirtina îsot an bacanê bikarbînin. Kufte bila ji bo yên nayên dagirtin (wateya köfteya tirkî de) bikarbînin. Bo sarmayan jî alole, pêcange (ji xwe hejmara wan ne zêde ne) bikarbînin. Him ji aliyê ziman û kûltûra me ve mentiqî ye ev, him jî tevlîheviyan kêm dike, heya bigire ji holê radike. Hevalên din jî bila bixwînin, min diviyabû li Dîwanê binivîsanda, jibîr kir, biborin.. --Bablekan 10:56, 12 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Mohamed ElGedawy → محمد الجداوي biguhêre

Hi, I want to change my name from: "Mohamed ElGedawy" to: "محمد الجداوي", Because i have changed my username on many wikipedias.--Mohamed ElGedawy 07:10, 14 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Hi Mihemed and Rojbash, you are not a registered user here in the Kurdish Wikipedia; so if you register use your Arabic name, and that's it. Although remember this Wikipedia uses Latin script; as for Kurdish in Arabic script please visit the Soranî [[1]] Wikipedia --MikaelF 07:26, 14 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Username rename request biguhêre

Hi, I'd like to request my username White Cat be renamed to とある白い猫 per my SUL username rename. -- Cat chi? 10:47, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Baş e, çêbûye. Is this OK? Unfortunately, I cannot view the script, but I have copied it and changed the user name. Let me know if this is what you wished. --MikaelF 11:26, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
There seems to be a problem. I have seen you moved all my user subpages but my account wasn't renamed to とある白い猫. Would it be OK with you if I asked a steward to handle it? -- Cat chi? 11:38, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
That's no problem. Could you let me know what the problem was? My screen doesn't read the script you are using. --MikaelF 11:57, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
I am unsure myself. The script I am using is Japanese characters. I'll let you knwo once I learn the problem. -- Cat chi? 12:12, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
I've fixed the problem and renamed the account. Kind regards, DerHexer 09:39, 16 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Danke / sipas! Was it anything I made wrong? Anything I can learn for the future? --MikaelF 12:29, 16 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Nav veguherandina bikarhêneran. Silav--Ghybu 14:03, 16 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Sipas Ghybu, min nû dît..MikaelF 11:16, 22 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

interesting... biguhêre

Nizhóní — where did you learn that? Are you any good at it? (but btw, if you meant to say Kurdish, that's not Binááʼádaałtsʼózí... and I wasn't the one who made that proposal)nv:Choyoołʼįįhí:Seb az86556

Yá'át'ééh, an interesting coincidence indeed :).. dooda, doo bee yáshti' da, t'óó báhádzigo shił nanł'a... it was a dream I had 30 years ago, but I have forgotten now. I meant bináá'ádaałts'ózí, but how do you say Kurdish? Hágoónee' --MikaelF 15:07, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
That would just be something like Kʼóódii Bizaad if you insist; but most people wouldn't even know what that is and say Bilagáana. Seb az86556 19:52, 15 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

نگونبانگونی → محسن عبدالهی biguhêre

Hello, I want to change my name from: "محسن عبدالهی" to: "نگونبانگونی", Because i have changed my username on many wikipedias. Thanks. محسن عبدالهی 13:56, 16 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Hello, my apologies for the delay. Your username has now been changed in ku.WP. --MikaelF 06:46, 27 kewçêr 2011 (UTC)

Image uploads biguhêre

Hi! Could I encourage you to ask the community to stop uploading new images here, they have to go to commons. The more people keep uploading locally to kuwiki the more work we'll all have to do. fr33kman 15:34, 16 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

TUSC token 516626b4c18e397b35992ad155363bff biguhêre

I am now proud owner of a TUSC account!


Dîsa silav:) Va rûpelana jî jê bibe, paşê, ew jî pirsgirêk dibin (rûpelan copyrightê)--Ghybu 10:32, 17 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Test biguhêre

Silav. Va şablona bi îngilîzî dimînî? Testên xwe jî li vira bike: 1, 2, … (dîsa jî tu dizanî)--Ghybu 16:04, 18 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Wîkîpediya:Privacy policy biguhêre

Wîkîpediya:Privacy policy needs to point to the actual privacy policy which seems to be Wîkîpediya:Parastina zanyariyan. Can you do this as I cannot edit the page. Thanks. It is currently forming a double redirect. -- Cat chi? 18:54, 20 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

My broadband line is very slow today, so I have provisionally made some changes but will continue tomorrow if I have time. Thank you for letting me know. Sipas. --MikaelF 17:54, 21 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Bot biguhêre

Silav! Min botek çêker (ji bo kategoriyan serrastkirin…), tu dikarî statuya bot li bidî. Sipas--Ghybu 16:50, 27 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Serçava, mamoste.. cara pêshîn e ku ezê statûta botê bidim.. gelo tu dikarî alîkariya min bikî? Sipas! --MikaelF 08:31, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Taybet:UserRights (ji bo WîkîBot). Bnr. jî Wîkîpediya:Burokrat. Silav--Ghybu 09:16, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Wisa? Sipas --MikaelF 11:02, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Çêbû! Sipas--Ghybu 11:08, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Spasxwesh, bot çêbû, bash e; karê vê botê çi ye gelo? xwedê ji te razî be --MikaelF 11:20, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Kategoriyan serrastdike… Mînak: Kategorî nîqaş:Şablonan nexşeya cihan li gorî welatê +200 gotar hene!! Yek yek ez nikanim rast bikim (pirr gotar heye!)--Ghybu 11:31, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Ez ji wek heval Ghybu difikirim.Mînak:min û heval Ghybu dixwest, me dixwest gotarên bêkategorî kategorîze bikin, û gotarên bi kategoriyên(25000-29000) ne-sîstematîk biguerînin, belê yeko yeko ev gotar nayên kategorîze kirin, alîkariya taybet pêwist e.//George Animal// 11:38, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Mînak--Ghybu 15:01, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalno,
ez dixwazim balê bikşînim li ser wan Wîkîpediyayên din, ên ku hinek gotaran weka «gotarên gundan» bi alîkariya Bot'an difairînin û ji ber ku di gotarên ku der barê gundan de wisa qut in, em jî karin van gotarên gundan bi alîkariya Bot'an biafirînin.
Lê belê ez ji vî karî zav fêhm nakim, eger ku hevalên ku ji van karan fêm dikin, hebin , ew karin alîkariya me bikin. Ev gotar di zav wikiyan de hate nîqaşkirin der barê kêmasî/kêmtiyên di gotaran de , ên ku ji aliyên Bot hatine afirandin.
Ez dibêjim, em jî karin tiştekî wisa çêkin, eger WîkîBot statuya xwe bistîne?Gelo Hûn çi dêjîn? Eger fikrekî «We» a ji vê baştir hebe, ji kerema xwere vê pêşniyar bikin! Silav //George Animal// 10:51, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Silav, mixabin, di warê botan de ez jî hêjta ewqas tênagihêjim, bila em liser pitir hîn bibin û Ghybu pirs bikin... demxwesh --MikaelF 11:14, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Çima heval Ghybu botê xwe ewilî test nekir? //George Animal// 11:17, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Eger pirsgirêk hebûya, wî karibû vî sererast bike.//George Animal// 11:18, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide
Min pirs kir, ji ber ku gava ez di projeya elmanî de kar dikirim, cana pirsgirêkên biçûk derdiketin.Min jî dixwest di Wîkîferhengê de tiştekî wisa bi kar bînim, ji bo afirandina gotaran, min ji yekî alman di projeya almanî de pirsî, wî got ku ez dê daneyên bot ji te re bişînim, lê belê ew niha zav ne aktîv e.//George Animal// 11:29, 28 tebax 2011 (UTC)Bersiv bide

cureya nivîsê di wîkîya me de biguhêre

Silav MikaelF,
cejna te pîroz be!
heval Ghybu niha nivîseka nû test kir li vir. Tu ji cureya nû re çi dêjî?Silav//George Animal// 15:51, 1 rezber 2011 (UTC)
Gelek sipas! hevalo, ya te jî pîroz be! Bi rastî, cudayiya nivîsaran bi kompûtera min bash naxuye, nizanim, dishibin hev. Cureyê nû jî bash e. Bi nivîsara pêshîn pirsgirêk çi bû? Bi silavên germ --MikaelF 16:03, 1 rezber 2011 (UTC)
Heval, min pirsgirêk bir Dîwanê. Ji kerema xwe re li wir pirs û nîqaşên xwe binivîsîne.//George Animal// 16:11, 1 rezber 2011 (UTC)

Kurtenavên mehan biguhêre

Silav Mikael, tu dikarî vana rast bikî: MediaWiki:Wed (=Çar), MediaWiki:Thu (=Pên) û MediaWiki:Sun (=Yek) Spas--Ghybu 11:44, 3 rezber 2011 (UTC)

Silav li ser te jî, ez hêvîdar im ku tu baş bî. Min sererast kir, baş e? Wekî din, tîpên xeta navîn a şablonên Meh û Rojên hefteyê dikarin hindik mezintir ("normal") bibin? Aniha hindik biçûk dixuyin, ne wilo? Mendî nebî...:) --MikaelF 15:41, 3 rezber 2011 (UTC)
Ew nivîsa standard e; dîsa jî min hindik mezin kir Silav:)--Ghybu 16:02, 3 rezber 2011 (UTC)
Bi ya min, aniha çêtir e, sipas --MikaelF 16:58, 3 rezber 2011 (UTC)

Silav kekê, wisa kaneke nîne mirov jê agahiyan werbigire, derbareyê van çerxeyan de. Mirov divê sererast bike û kategorîze bike. Alman dibêjin Motor+rad, em çima nebêjin motor+çerx? Kekê tot(ik) (di zimanê ewropayî de herwiha bo mînak total, kûrewî, kadî), çerxe, pêçke, dolav min ew ji hev cudakir. Bîsîkletên yek-du-sê-çar çerxe hene û ya gerînê. Bi kurtî li gotara duçerxe binêre, nêrîna xwe bêje. Nahêlin kurd di jiyanê de tekbîkê bipêşbixin. Dibêjin bila kurd otomobîlan bikirrin lê li çerxeyan siwar nebin. Her bextewar bî.. --Bablekan 15:41, 13 rezber 2011 (UTC)

Ji kerema xwe hûn dikarin herwiha li pirsa George Animal a li ser rûpela min a nîqaşê binêrin û ramana xwe parve bikin. Heval dipirse ma gelo peyva nîv bi hin peyvan re çawa tê nivîsandin? —Gomadapeyam 21:55, 14 rezber 2011 (UTC)

Wêne - Guftogo biguhêre

Wêneya Abdiweli Mohamed Ali min ne kişandiye ma min di commonsê de xebata xwe nîşan daye? Cuneytewrares 20:08, 10 kewçêr 2011 (UTC)

«min ne kişandiye» (Autor: Cuneytewrares; Çavkanî: Own work ??): Kî kişand? Destûrê te heye? Te lîsansa wêneyê xwand:
« Attribution — You must attribute the work in the manner specified by the author or licensor (but not in any way that suggests that they endorse you or your use of the work). »
Wêneyên ku te ne kişandiye (an bêdestûr) barmeke Commonsê…
Silav--Ghybu 14:19, 11 kewçêr 2011 (UTC)
PS: MikaelF: Vana Erdal Ronahi kişand: [2], [3], … û lîsansa pirtûkan (afîş, magazîn, …) copyright e: [4] --Ghybu 14:40, 11 kewçêr 2011 (UTC)

Incubator Kirmanckî biguhêre

Slav, Mikael, Ji kerema xwe heke dema te hebe li nîqaşa Kirmanckî binêre. —Gomadapeyam 15:34, 15 kewçêr 2011 (UTC)

Destpêk biguhêre

(Destpêk)
Silav Mikael, Terchîhên te hene? (reng, rû, …) --Ghybu 10:45, 11 sermawez 2011 (UTC)

Silav MikaelF

min gotara te guhert, ji ber ku ev pirsgirêk di gotarên di de jî heye, minak:x nivîskareke an jî nivîskarekî kurd e?.Heval li qisura min nerêne, lê belê kîjan varyante rast e, e an jî î?.Silav--ζΞ∀Ω 19:20, 15 sermawez 2011 (UTC)
Mînakek bo e li vir û mînakek bo î li vir.ζΞ∀Ω 19:22, 15 sermawez 2011 (UTC)
Ez jî ji malbatê î nas dikim.ζΞ∀Ω 19:23, 15 sermawez 2011 (UTC)
Silav G.A. ζΞ∀Ω, tu çawan î? Wisa binîvise: Gulistan stranbêjeke kurd e (ji ber ku jin e, mê ye = -eke); Shîvan stranbêjekî kurd e (ji ber ku mêr e, nêr e = -ekî). Bimîne di xweshiyê de --MikaelF 22:35, 15 sermawez 2011 (UTC)

Şablon li kû derê ne? biguhêre

Merheba ji te re hevalê MikaelF. Tu çawan î? Min zu ve de ye qet halê te nepirsiye, hêvî dikim ko tu nêv xêr û xweşiyê de bî:)

Min ê li te cihê şablona bipirsîya, şablona ji bo xêrhatina bikarhênerên nû li kû ne gelo, min nedît? Kerema xwe re tu dikarî lînka wê bidî min. Silav û hez bo te hêjayî.--Bibliophile 12:50, 18 sermawez 2011 (UTC)
Ev dema te xweş be hevalê hêja, canê te sax be, ez baş im, tu çawan î? Şablona ku tu lê geriyayî ev e, gelo? [5]

Nû hat sererastkirin. Anha hay ji xwe hebe, êvarbaş --MikaelF 17:01, 18 sermawez 2011 (UTC)

Spas MikaelF, min dît. Xwedê re şikur ez baş im. Dubare sipas, êvarbaş! :)--Bibliophile 15:49, 24 sermawez 2011 (UTC)

Bar kirin li Qutiya amûran biguhêre

Roj baş hevallî hêja, be daxewe wêney na-azadî zor le wîkîpîdyay soranî bar dekrê û eme buwe be kêşe boman. Le wîkîpîdyay kurmancî êwe lînkî barkirdintan le qutya amuran labirduwe, raprisîtan kirduwe bo eme? Çon qutya amurantan destkarî ekrê? Spas --ئاسۆ 06:04, 27 sermawez 2011 (UTC)

Silav ئاسۆ,
Çêkirin:

1. Ji MediaWiki:Common.js:
/* == Wêneyekî Commonsê bar bike ==
*/
 
if (document.getElementById('t-upload')){
    var link = document.getElementById('t-upload');
    var a_link = link.firstChild;
    a_link.href = 'http://commons.wikimedia.org/wiki/Commons:Upload?uselang=ckb';
    a_link.title = 'Li Wikimedia Commonsê wêneyekî bar bike';
}
2. Nav guherandin: MediaWiki:Upload

--Ghybu 09:54, 27 sermawez 2011 (UTC)

Gelek spas--ئاسۆ 10:44, 27 sermawez 2011 (UTC)

Rojitîş xoş bit dostî hêja Aso, hîvîdarim ke to baş bît; na, rapirsîyêk nekirawe bo bekarhênanî lînkî barkirdinekey wêneyekan bo Wikimedia Commons. Pêwîst nîye, le Wikimedia Commons kontrolî lîsansekan bêtir û hêsantire. Silavên germ --MikaelF 13:45, 27 sermawez 2011 (UTC)

Belê waye. Jmarey wênekanî Wikipedyiay Polish u Spanish u Swedish sifre! ewan yekser bestuyane. Her bjîn--Aso 18:17, 27 sermawez 2011 (UTC)
Silav Ghuby, tu her bijî!! Sipas ji bo alîkariya te! --MikaelF 13:45, 27 sermawez 2011 (UTC)

Destpêka wikiya me biguhêre

Li cem min venabe. Rûpelên din vedibin (îndîrekt dema mirov ji wikiyên din bikevê). Gelo pirsgirêkek heye? Xirab kirine? Bimîne di xweşiyê de.. --Bablekan 08:52, 15 berfanbar 2011 (UTC)

Bablekan, cem min rûpela sereke bash dixuye, pirsgirêk tune ye. Cem te problem berdewam e? Roja te bimîne xwesh --MikaelF 09:42, 15 berfanbar 2011 (UTC)
Vêgav baş e, nizanim çima wisa bû. Li jêr quncika zaraveyên kurdî de dirûvên kesk-sor-zer hene, li ser nivîsan baş nehatine rûniştin. Berê wisa nebûn. Sipas kekê..--Bablekan 10:16, 15 berfanbar 2011 (UTC)
Min baş fêm nekir, pirsgirêk disa heye an na? Û pirsgirêk va ye?--Ghybu 10:29, 15 berfanbar 2011 (UTC)
Rûpela destpêkê niha tê dîtin. Lê ew zarên kesk-sor-zerî li ser nivîsan disekinin, nivîs dikevin binê wan. Ez li kargehê dikevim torê, dibe ku di PCa min de wisa be. Lewra PCyên me bi navendî tên sazkirin. Bo mînak ez nikarim li vir alfabeya kurdî bikarbînim, divê herfên kurdî yekoyek ser re derbas bikim. Vê sibeyê rûpela destpêkê bi qasî 1-2 saetan li cem min nedixûya, sîmbol derdiketin. Nizamim MîkaelF kîjan dia xwend, nişka ve çêbû :) --Bablekan 11:13, 15 berfanbar 2011 (UTC)

Nav guherandin biguhêre

Silav, Va nivîsa Ronipinar (g · b · a) çêkir an jî Serok (g · b · a)? Dîrokê gotarê jî pêwîst e…--Ghybu 13:29, 16 berfanbar 2011 (UTC)

Silav Ghybu, haq to ra razî bo.. --MikaelF 15:49, 16 berfanbar 2011 (UTC)

Alîkarî ji bo Cinsê se biguhêre

 

Slav, Mikael, tu dizanî cinsê vî seyî çi ye? Dûrzan kişandiye, lê wî gotiye ez nizanim. Emê karibin cinsê wî ji derekê fêr bibin?—Gomadapeyam 13:00, 17 berfanbar 2011 (UTC)

Silav, ez gelek ji kûçikan hez dikim, lê mixabin navê vî cureyî nizanim.. Ji xeynî "kûçikê şivantiyê" tu peyva din nayê bîra min... Li Bismilê, gelo wekî ereban dibêjin "kelb"? Bimîne di xweşiyê de --MikaelF 17:23, 17 berfanbar 2011 (UTC)
Min pirs kir, ji ber ku li her derî ez dibînim, tirkan hemû tiştê me li ser navê xwe dane nasandin.Mînak kûçikin hene, dibêjin Turkish Akbaş, an jî tiştekî din turkish nizam çi. Ev ne ku tiştekî wisa heye, lê bi navê xwe hemû tiştên gelên Tirkiyeyê didine nasandin. Min got heke navekî taybet yê vî kûçikî hebî em dikarin wisa bidin nasandin. Li vir cureyên seyên Kurdistanê hene. Gelo dibe ku Seboz be? Min ji hevalê Bablekan jî pirsiye. Dibe ku zanebûna wî di derbarê kûçikan de hebe. Ya min nîne, ji ber tirkan me ji kûçikan jî xwe dûr kiriye. Di derbarê pirsa te de, nizanim wele, hevalê Dûrzan gotiye kelb, herwiha hevalê Bablekan gotarek nivîsandiye Binêre. Têra xwe nav di kurdî de hene, ne hewce ye kelbê. Lê dîsa jî heval serbest in.—Gomadapeyam 11:54, 18 berfanbar 2011 (UTC)

MikaelF (nîqaş | beşdarî)‎ "Wêne:Çirûsk.JPG" hat jêbirin (Bê lîsans e) biguhêre

Di wîkîpediya herî faşîst a Tirka de jî wêneyê çirûskê nehatiye rakirin lê belê bênamûsekî wekî te dijminê qewm û zimanê xwe çawa di wîkîpediya Kurdî de wêneyê kovara Kurdî jê radike, çawa pozê te naşewite û çawa destên te naşikê. Ma ez çi ji te re bêjim loooo bênamûso. —(Ev peyama bê îmze ya Rubar e • NîqaşBeşdarî), 23:44 17 befanbar 2011‎ (UTC)

Rubar, ji kerema xwe re bixwîne Wîkîpedya çi ye, çi nîne; dest bi xwendîna Pênc hîmên Wîkîpedya http://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:P%C3%AAnc_h%C3%AEm bike. Pişt re here Wikimedia Commons, dîsa li wir wêneyên xwe (yên kovarên dilê te bixwaze) bar bike û lîsansa xwe pêwîst bide wêneyî. Anha, wêneyên bê lîsans li Wîkîpedyayê nabe, bes e. Serkeftin --MikaelF 00:25, 18 berfanbar 2011 (UTC)
Peyamên xwe îmze bike! --MikaelF 17:39, 19 berfanbar 2011 (UTC)

Zor spas ji bo stêrka kurdî Gomada 17:24, 20 berfanbar 2011 (UTC)

Modela Hishyarî (wêneyên bê lîsans) biguhêre

  Ev wêneyên te bê lîsens in.

23.12.2011: Heke piştî çardeh rojan hîna lîsensa wêneyan tune be, mixabin ev wêne dê werin jêbirin!
Ji kerema xwe re here Wikimedia Commonsê, li wir wêneyî ji nû ve bar bike û lîsensa pêwîst hilbijêre û agahiya li ser wêneyî bide. Piştî barkirinê, navê wêneyî kopî bike û li ser rûpela gotara xwe wisa binivisîne: [[Wêne: ... (li vir navê wêne kopî bike)|thumb|... (li vir agahiya wêneyî binivîse, tê de çi xuya dibe)]].

Heke hê jî pirsên te hebin keremke were Dîwana Wîkîpedya Kurdî mesele û pêşniyazên xwe bibêje. Mandî nebî!


Slav Mikael, min peyameke kesane şande e-nameya te (bi rêya wîkîpediyayê). Gelo tu dikarî ji kerema xwe lê binêrî û bersivê bidî? spas.--Gomada 17:52, 25 berfanbar 2011 (UTC)

Return to the user page of "MikaelF/Archive 3".