Bohemya
Bohemya (bi çekî: Čechy, bi almanî: Böhmen) navê herêmeka navenda Ewropayê ye ko nêzî 2 li ser sêya Çekyayê ya niha vedigirit. Bi pênaseka dîrokî, hindek caran Bohemya ji hemî herêmên xelkê çekî re dihate gotin. Bi vî awayî, Bohemya deverên Moravya û Sîlesyaya Çekî jî vedigirit.
Rûbera Bohemyayê 52.750 km² in û hêşeta wê jî 6,25 milyon kes in (hêşeta tevaya komarê 10,3 milyon kes e). Almanya li aliyê bakurê rojava, rojava û başûrê rojava hevsiya Bohemyayê ye. komara Polonyayê hevsiya bakurê rojhilatê, herêma Moravya ya Çekyayê hevsiya rojhilatê û Awistriya jî hevsiya başûrî ye.
Dîrok
biguhêreNivîskarên roman kesên pêşîn in ko bi zelalî behsa Boiohaemumyê dikin. Ev peyv ji du paran pêkdihat: Boii û haemum. Ramana peyvê erdê Boiiyan e. Boii gelekê kevnarê seltî bû.
Li sedsala yekê piştî zayînê, gelên germanîk (reng e zûbî) hatin deverê. Piştî gelên germanî ber bi başûrê rojava çûn, li sedsala şeşê piştî zayînê gelên slav ko bavûkalikên çekî yên niha ne hatin deverê.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |