Geşebûn û peresîn di qonaxa pêşzayînê de

Di malzarokê de geşebûn û peresîna weçeyê wekî ducanî tê navkirin. Ji pîtîna xaneya hêkê, heta jidayikbûnê di pêvajoya ducaniyê de bûyerên wekî dabeşbûna xaneyan, koça xaneyan, gorankariya xaneyan, çêbûna şane û endaman rû dide. Bi van çalakiyan, ji xaneyek pîtandî (zîgot), korpeleyek bi graniya 3-4 kîlo û bi bejna 50 cm dirist dibe. Ev dabeşbûn û gorankariya xaneyan a ji bo diristikirina korpeleyê wekî geşebûn û peresîn tê navkirin.

Geşebûn biguhêre

Geşebûn (bi înglîzî: growth) yek ji taybetemendiyên bingehîn ê zîndeweran e. Hemû zîndewer geşe dibin. Geşebûn bi zêdebûna qebare û giraniya zîndewerê pêk tê.

Ji bo zîndewerên firexaneyî, zêdebûna di hejmar û barîsteya xaneyan dibe sedema zêdebûna qebare û giraniya laşê zîndewerê.[1]Xaneyên mirov dabeş dibin û hejmara wan zêde dibe. Herwiha xaneyên nû, endamok û sîtoplazmaya xwe zêde dikin, bi vî awayî mirov geşe dibe.

Geşebûna ajalan sinordar e, lê geşebûna riwekên pirsalî bêdawî ye, ango her ko riwek dijî, sal bi sal geşebûna riwekê jî didome. Di laşê mirov de hormona geşê bandor li ser geşebûna mirov dike. Hormona geşê heta temenê 20-22 saliyê ji hîpofîza pêş tê derdan, paşê derdana hormona geşê tê kêmkirin. Loma mirov heta wê temenê geşe dibe.

Peresîn biguhêre

Ji bo dabînkirina erkên xwe yên asayî, gihîştina şane, endam û koendamên laş wekî peresîn (bi înglîzî: development) tê navkirin. Her peresînek pêşveçûn e, zîndewer bi peresînê endam û koendamên laşê xwe hê baştir bi kar tîne. Bi peresînê zîndewer derfetên hawirdorê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînê, şansê jiyîna xwe zêdetir dike.

Bi peresînê, di laşê mirov de li gor zanyariyên bomaweyî û hokarên hawirdorê, di xane û şaneyan de hin gorankarî rû dide. Bi gorankariyan, kapasîteya (qebîliyata) çalakiyên laş zêde dibe. Ango bi peresînî, hemû endam û koendamên laşê mirov bi hev re têkilî ava dikin û ji bo berdewamiya jiyanê bi ahengî kar dikin. Wekî mînak, masûlkeyên çîp û lingê dergûşa sê mehî heye lê dergûş nikare bi tena serê xwe li ser piyên xwe bimeşe. Zimanê dergûşê heye lê dergûş nikare bipeyive. Gava dergûş li ser piyên xwe dimeşe an jî dema dergûş dest bi axaftinê dike, ev peresîn e. Berevajiyê geşebûnê, peresîn di dirêjiya jiyana mirov de rû dide.

Peresîna mirov dabeşê du qonaxên serekî dibe, peresîna pêşzayînê (bi înglîzî: prenatal development) û peresîna paşzayînê (bi înglîzî: postnatal development).

Geşebûn û peresîn di pêvajoya pêşzayînê de biguhêre

 
Geşebûna pêşzayînê

Peresîna pêşzayînê bi pîtîna hêkexaneyê dest pê dike bi diristbûna embriyo û korpeleyê didome, jidayikbûnê bi dawî dibe.[2]

Peresîna di dirêjiya du hefteyên destpêkê ya piştî pîtînê, wekî qonaxa pêşembriyoyî (bi înglîzî: pre-embryonic stage) tê navkirin. Di vê qonaxê de dabeşbûna zîgotê rû dide, zîgot li pê hev dabeş dibe,ji vê kiryarê re tê gotin şeqbûn.[3] Bi şeqbûnê hejmara xaneyan zêde dibe û gorankariya xaneyan dest pê dike.

Ji hefteya sêyem heta hefteya 8em a ducaniyê de weçe wekî embriyo tê navkirin. Li dewsa qonaxa embriyoyî, hin caran ev qonax wekî “qonaxa çêbûna endaman” (bi înglîzî: period of organogenesis) jî tê navkirin. Di qonaxa embriyoyî de hema hemû endaman laş dirist dibin.[4]

Maweya ji hefteya 9em heta jidayikbûnê ya peresînê jî wekî qonaxa korpeleyî (bi înglîzî: fetal period) tê navkirin. Di vê qonaxê de ji bo weçeyê, êdî ne peyva embriyo lê peyva korpele(bi înglîzî: fetus) tê bikaranin. Di qonaxa korpeleyî de şane û endam diperisin, laşê korpeleyê hê pirtir geşe dibe.[5].

Qonaxa pêşembriyoyî û qonaxa embriyoyî ya peresînê biguhêre

 
Geşe û peresîna embriyoyê

Hefteyên 1 heta 4ê ducaniyê de,

Peresîna du hefteyên pêşîn, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Hêkexane di coga hêkê de rastê spermê tê û pîtîn rû dide. Hêka pîtandî (zîgot) dest bi dabeşbûnê dike û pêkhateyek firexaneyî ya bi navê blastoçikildan peyda dibe. Hefteyek piştî pîtinê, blastoçikildan xwe bi rûyê navpoşê malzarokê ve girê dide, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Hefteya duyemîn a ducaniyê de plasenta dirist dibe.[6]Çînên diristker ên yekem û piştebendik diperise.

Di hefteya çarem a ducaniyê de êdî çêbûna endaman dest pê dike.[6] Kelênên pêşîn yê demaxê, û kelênên laşê embriyoyê diperise, demarîbûn (bi înglîzî: neurulation) dest pê dike. Diristbûna lûleyên xwînê dest pê dike. Di tûrikê zerikê, elentoyis û koriyonê de xwîn dirist dibe. Dil dirist dibe û dest bi lêdanê dike.[7]Embriyo xuya dibe. Coga pêşîn a herisê peyda dibe. Gopikên ling û mil peyda dibin. Çav û guh dest bi peresînê dikin. Kilik peyda dibe. Di dawiya hefteya çarem a ducaniyê de dirêjiya embriyoyê bi qasî 5 mîlîmetre ye.[6]

Hefteyên 5 heta 8ê ducaniyê de,

Dirêjiya embriyoyê bi qasî 3 cm û giraniya wê jî bi qasî gramek e. Mil û ling diyar dibe. Dil diperise û dibe çar çavî. Difin diperise û pehn xuya dibe. Palikên çav bi hev re zeliqî ne, çav ji hev dûr in. Hestîbûn dest pê dike. Di kezebê de berhemanîna xaneyên xwînê dest pê dike. Gorankariya endamên zaûzê yên derve pêk tê.[8] Lûleyên xwînê yên serekî dirist dibin. Endamên navî peresîna xwe didomin. Kilik winda dibe.[9]

Qonaxa korpeleyî ya peresînê biguhêre

Hefteyên 9 heta 12yê ducaniyê de

Bejna korpeleyê bi qasî 7.5 cm, giraniya wê bi qasî 30 gram e. Serê korpeleyê bi qasî nîvê bejna wê yê. Ango di vê qonaxa peresînê de serê korpeleyê li gor laşê wê gelek gir xuya dibe. Demax geşebûnê didome.[8] Rûyê korpeleyê fireh e. Çav girtî nê û ji hev dûr in. Guhên derve diperisin. Hestîbûn didome. Mil geşe dibin û digihîjên dirêjiya xwe ya asayî, lê ling hê bi têra xwe dirêj nîn in. Dillêdan dikare were bihîstin. Ji endamên zaûzê yên derve, zayenda korpeleyê diyar dibe. Li gel kezebê, moxê sor ê hestiyê, tîmus û sipil jî xaneyên xwînê berhem dikin. Koendamên laş peresîna xwe didomin. Korpele di cihê xwe de dilive lê livînên korpeleyê ji aliyê dayikê ve nayên hestkirin.[9]

Hefteyên 13 heta 16yê ducaniyê

Bejna korpeleyê bi qasî 18 cm, giraniya wê jî bi qasî 100 gram e. Serê wê li gor laşê wê piçûktir e. Çav nezî hev dibin û di cihê xwe yên maînde de cih dibin. Ling dirêj dibin. Korpele hê pirtir dişibe mirov. Koendamên laş bi lez diperisin.[9]

Hefteyên 17 heta 20ê ducaniyê

Bejna korpeleyê 25-30 cm,giraniya wê 200-450 gram e. Rêjeya qebareya serî û ya laş lihevhatî ye. Bijangên çavan û por xuya dibin. Geşebûn hêdî dibe lê dirêjbûna lingan didome. Laşê korpeleyê bi mûyên zirav û nerm dapoşî ye.[10] Piştî jidayikbûnê ji bo dabînkirina germahiya laşê korpeleyê, di laşê korpeleyê de çewriyê qehweyî (bi înglîzî: brown fat) tê berhemkrin û embarkirin. Êdî dayik hest bi livîna korpeleyê dibe.[9]

Hefteyên 21 heta 25ê ducaniyê

Bejna korpeleyê 27-35 cm, giraniya wê 550-800 gram e. Çermê korpeleyê qurmiçî ye û bi rengê pembeyî ye. Sikildanokên pişikan fireh dibin.[9]

Hefteyên 26 heta 29ê ducaniyê

Korpele bi dirêjiya 32-42 cm û bi graniya 1100- 1350 gram e.

Rêjeya qebareya serî û laşê korpeleyê asayî dixuyê. Çavên korpeleyê vekirî ne. Nînokên pêyê xuya dibin. % 3.5 ê giraniya laşê korpeleyê ji çewrî pêk tê. Ji ber zêdebûna çewriyê hin qurmiçiyên çerm winda dibin. Korpeleyên kur de (korpeleyên nêr), gun ber bi tûrikê gun ve dadikevin. Çavkaniya sereke ya berhemkirna xaneyên xwînê moxê sor e. Koendama demarê ya navendî bi têra xwe diperisê, loma heke jidayikbûnek pêşwext rû bide, egera saxmayina korpeleyê heye. Lê divê korpele li nexweşxaneyê, di bin çawderiya bijîjk de be.[9]

Hefteyên 30 heta 34ê ducaniyê

Bejna korpeleyê 42-45 cm, giraniya wê 2000-2300 gram e. Çerm lûs e û bi rengê pembeyî ye. Korpele di nav malzarokê de bi ser berjerî cih dibe,ango serê korpeleyê, ber bi stûyê malzarokê ye.[10] Refleks peyda dibin. %8ê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Heke jidayikbûna pêşwext rû bide, egera jiyîna korpeleyê zêde ye.[9]

Hefteyên 35–38ê ducaniyê

Bejna korpeleyê gihîştiye 50 cm û giraniya wê jî 3000-4000 gram e.[11] Çerm bi rengê pembeyî-şînî ye. Bi nêzîkbûna zarokanînê, leza geşebûnê kêm dibe.% 16yê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Di korpeleyên kur de, gun di nav tûrikê gun de ne.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  2. ^ Arey, Leslie B. , Sapunar, Damir and Rogers, Kara. "prenatal development". Encyclopedia Britannica, 30 Oct. 2022, [1]. Accessed 31 October 2022.
  3. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  5. ^ Sapunar, Damir , Arey, Leslie B. and Rogers, Kara. "prenatal development". Encyclopedia Britannica, 19 Feb. 2020, [2] Accessed 24 October 2022.
  6. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  9. ^ a b c d e f g Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  10. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  11. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,