Gastrulasyon (bi înglîzî: gastrulation) pêvajoya guherîna blastoçikildanê bo embriyoya sê çînî.[1] Di qonaxa gastrulasyonê de embriyo jî wekî gastrula tê navkirin.[2]

Peresîna mirov di qonaxa pêşembriyoyî de.

Embriyoya mirov di qonaxa blastoçikildanê de ji du beşan pêk tê: koma xaneyên navî an jî xaneyên embryoblast (bi înglîzî:inner cell mass / embryoblast) û li derdora wan jî xaneyên trofoblast (bi înglîzî:trophoblast cells) pêk tê.

Peresîn û geşebûna embriyoyê ji gorankariya xaneyên embriyoblasat rû dide.[3]Hefeya duyem a peresîna embriyoya mirov de, bi çeqîna blastoçikildanê, di koma xaneyên navî (embriyoblast) yên blastoçikildanê de gorankarî rû dide. Bi roja heştemînê şûnve xaneyên embriyoblast dest pê bi gorankariyê dikin û diguherin bo du çînan.[4] Ev herdu çîn, xepleyek pehn (bi înglîzî: flat disc) pêk tînin, ji vê pêkhateyê re dibêjin xepleya embriyonî (bi înglîzî: embryonic disc) Valahiya (kelên) seravê di navbera xepleya embriyonî û çîna trofoblast de peyda dibe.[5] Çîna aliyê valahiya blastoçikildanê ji xaneyên şeşpalû (bi înglîzî: cuboidal cells) pêk tê û wekî çîna hîpoblast (bi înglîzî: hypoblast layer) tê navkirin. Çîna duyem wekî çîna epîblast (bi înglîzî: epiblast layer ) tê navkirin. Çîna xaneyên epîblast li aliyê valahiya seravê (bi înglîzî: amniotic cavity) cih digire û ji xaneyên stûnî pêk tê. Hema tevahiya xane û şaneyên korpeleyê ji çîna epîblast diperise.[2]

Di hefteya seyem a peresîna embriyoyê de, di blastoçikildanê de, ji xaneyên xepleya embriyoyî ya du çînî , xepleyek sê çînî peyda dibe.[5] Li dawiya qonaxa blastoçikildanê, piştî guhertina şêweyî xaneyan, koçkirin û cihguhertina xaneyan, xaneyên blastoçikildanê dubare rêz dibin û şêweyî bingehîn ê laşê embriyoyê pêk tînin.[6] Ev çalakiyên xaneyên blastoçikldanê wekî gastrulasyon tê navkirin, bi gastrulasyonê sê çînên diristker ên yekem (bi înglîzî: primary germ layers) peyda dibe. Ango çînên diristker di pêvajoya gastrulasyonê de, ji gorankariya xaneyên blastoçikildanê peyda dibin. Di qonaxa gastrulayê şûnve, blastoçikildan diguhere bo embriyoya bi tenîştên hevyek (bi înglîzî: bilateral symmetry)[6] Bi peydabûna teniştên hevyek di laşê embriyoyê de cara ewil hêlên pêş û paş (bi înglîzî: anteroposterior), pişt û zik (dorsoventral) bi awayekî zelal kifş dibe.[7]

Pêvajoya gastrulasyonê biguhêre

Di destpêka gastrulasyonê de li ser rûyê epîblastê de çalek zirav peyda dibe, ev çala zirav wekî xêza pêşîn (bi înglîzî: primitive streak) tê navkirin.[8] Xane di xêza pêşîn de ji çîna epîblastê diqetin û ber bi navbera epîblast û hîpoblastê koç dikin. Xaneyên navbera van herdu çînan, diguherin bo çîna diristker a yekem û wekî çîna naverast (bi înglîzî:mesoderm layer) tên navkirin. Hin xaneyên ji epiblastê qetiyanê û koç kirine, zorê didin hipobalstê û cihê wê diguherînîn, li şûna hîpolastê de çîna navî (bi înglîzî: endoderm layer) ava dikin. Xaneyên koç nekirine û di çîna epîblaste de mane, çîna derve (bi înglîzî: ectododerm layer) pêk tînin.

Herçiqas çavkaniya hersê çînên diristker çîna epîblast be jî, peresîn û çarenûsa xaneyên her çînê, ji hev gellek cuda ye.[6]

Gava sê çînên diristker peyda dibin, pêkhateya sê çînî êdî ne gastrula lê wekî embriyo tê navkirin.[4] Ango ji gavên zîgot, morula, blastoçikildan, xepleya embriyoyî û gastrula şûnve qonaxa pêşembriyoyî diqede û embriyo çêdibe.

Gastrulasyon di embriyoyên hemû ajalan de bi yek awayî pêk nayê. Wekî mînak mêjera zerika hêkê bandor li ser şêweyî gastrulasyonê dike, loma gastrulasyona embriyoyên isfenc ji ya balindeyan cuda ye. Li gel hin cudatiyan, kirdara gastrulasyona embriyoyên hemû cor ajalan bi hin gavên hevbeş rû dide.[2]

Di gastrulasyona hemû cor ajalan de;

-Xane dilivin û cih diguherin.

-Şêweyî xaneyan diguhere.

-Girêdana xaneyê bi xaneyên din an jî bi molekulên derveyî xaneyê ve diguhere.

-Bi gastrulasyonê xaneyên nezî rûyê blastulayê ber bi aliyê hundirê balstulayê koç dikin, di hemû ajalên birrbirredar de sê çînên xaneyan tê avakirin. Cihbûna ev hersê çînên xaneyan, derfet dide xaneyan ko xane bi awayekî nû bi hev re têkevin nav tekiliyê û endamên laş dirist bikin.[2]

Çînên diristker ên embriyoyê biguhêre

Çînên diristker ji xaneyên bineratî (bi înglîzî: stem cells) pêk tên. Ango li gor çalakbûna cora genên liser kromozomên xanayan, di xaneyên çînên diristker de gorankarî rû dide, xane diguherin bo şane û endamên laş.

 
Çînên diristker ji xaneyên bineratî pêk tên û dikarin biguherin bo hemû şane û endamên laş.

Çîna derve (Çîna ektoderm) biguhêre

Çîna derve (bi înglîzî: ectoderm layer) ya embriyoya mirov diguhere bo diristkirina mû, epîdermîsa çerm, nînok, rijênên xwêdanê,korniye ya çav, hawêneya çav, rûkeşeşaneya (di rûpoş an jî navpoşê şaneyan de) endamên hestê, navpoşê kelêna difinê, navpoşê dev, çîna mîna ya diranan, navpoşê coga komê (bi înglîzî: anal canal). Herwisa koendama demarê (demax,dirkepetik,demar,xaneyên Schwann hwd), rûkeşeşaneya rijênê hîpofîz û kiroka rijenê adrenal jî ji aliyê xaneyên çîna derve ve tên çêkirin.[2][6][9]

Çîna naverast (Çîna mezoderm) biguhêre

Xaneyên çîna naverast di ajalên birrbirredar (bi înglîzî: vertebrates) de diguhere bo diristkirina masûlke, besterşane, piştebendik (bi înglîzî: notochord), xwîn, kirkirk, hestî, moxê hestî, şaneya lîmfê. Herwisa rûkeşeşaneya navpoşê lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê, navpoşê kelênên laş, gurçik, malzarok, endamên zaûzê, tûkila adrenalê û dermîsa çerm ji aliyê xaneyên çîna naverast ve tên diristkirin.[2][6][10]

Çîna navî (çîna endoderm) biguhêre

Çîna navî rûkeşeşaneyên navpoşê gewrî, coga ostakî,aloq, rijênê tîroîd,rijênê paratîroîd û rijênê tîmus dirist dike. Herwisa rûkeşeşaneya qirrikê, ya borrîhewa û pişikan, ya coga herisê (ji bilî dev û komê), ya mîzdankê, ya zêyê û malzarokê jî ji aliyê çîna navî ve tên diristikirin. Rijênên wek pankreas û kezeb jî ji vê çînê tên diristkirin.[2][6][11]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b c d e f g Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  4. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ a b c d e f Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ Rittner, Don, and Timothy Lee McCabe. Encyclopedia Of Biology. Facts On File, 2004.
  9. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "ectoderm". Encyclopedia Britannica, 20 Jul. 1998, [1] Accessed 3 September 2022.
  10. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "mesoderm". Encyclopedia Britannica, 20 May. 2012, [2]. Accessed 3 September 2022.
  11. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "endoderm". Encyclopedia Britannica, 20 Jul. 1998, [3]. Accessed 3 September 2022.