Open main menu

Wîkîpediya β

Farabî, an jî Ebû Nesr Mihemed ibn el-Ferex el-Farabî (farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlozof û astronomê bi koka xwe fars e. Di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Turkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Mihemed kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Qazaxistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.

Farabî
Al-Farabi.jpg
Navê rastî Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi
Zayîn 872
Qazaxistan
Mirin 950
Şam
Hemwelatî Tirkmenistan
Esil  Fars an tirk
Serdem Serdema Zêrîn a Îslamê
Pîşe Fîlozof, Astronom û Muzîkvan
Bandorbar Arîstoteles, Platon, Betlemyûs
Bandorker Şihabedînê Suhrewerdî, Îbn Sîna, Kîndî, Ibn Ruşd, Îbn Bace, Ehmedê Xanî
biguherîneBelge

Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê Hamedanan Seyfûdewlet.

Berhem û ramanên FarabîBiguherîne

Farabî di dema piştî mirina Pêxember Mihemed û rewşa polîtîk a ku piştî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstoteles xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.

Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi teybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstoteles in.

wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstoteles û Platon" nivîsand. ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.

  • At-Ta’lim As Sanî wa İhsâu all-Ulûm
  • El-Madinat al-Fazila
  • As-Siyasah-al Madaniyyah
  • Risalah fi Ma'ani all Akl
  • Ihsa Al-Ulm Musiki Al-Kabir
  • Ketāb al-Musiqā al-Kābir
  • Ketâb Fi al-Musiqā
  • Al Moodhal Fi al-Musiqā
  • Ketâb Ustukesat
  • Alm Al-Musiqā
  • Ehsa al-Alm
  • Ketab Fi al-lhsâ al-Ikâ
  • Ketab al-Musiqā
  • Ketâb Ad-Advar
  • Ketab al-Farab

Girêdanên derveBiguherîne