Çemê Dunayê
Çemê Dunayê,[çavkanî hewce ye] Danûb[1], piştî çemê Volgayê li Ewropayê çemê herî mezin ê duyem e. Ew weke rêava navneteweyî ye. Duna ji başûrê Almanyayê, herêma Daristana Reş (Schwarzwald), bi yekbûna çemên Breg û Brigach ên li navçeya Donaueschingenê destpê dike. Piştî vê navçeyê weke Duna tê binavkirin. Bi dirêjbûna 2860 kîlometre, di nava Ewropayê re (Almanya (7,5%), Awistirya (10,3%), Slovakya (5,8%), Mecaristan (11,7%), Kroatya (4,5%), Serbistan (10,3%), Bulgaristan (5,2%), Moldova (1,6%), Ûkrayna (3,8%) û Romanya (28,9%)) ber bi Deryaya Reş ve diherike. Deltaya Dunayê berî ku Duna tevlî Deryaya Reş bibe, di navbera Romanya û Ûkraynayê de pêk tê.
Duna Danûb, Dunaî, Dunav, Donau | |
Duna di navbera tixûbên Mecaristan û Slovakyayê de
| |
Cih | |
Herêm | Ewropa |
---|---|
Dewlet | Almanya, Awistriya, Slovakya, Kroatya, Serbistan, Bulgaristan, Romanya, Moldova, Ûkrayna |
Taybetî | |
Dirêjayî | 2.860 km km |
Tejane | 817.000 km2 |
Debî | 6.500 m3/s |
Robar | |
Milên wê | Morava, Drava, Tisa, Sava, Olt, Siret, Prut |
Cihderk | Almanya (ji Brege û Brigach) |
- Cih | Donaueschingen |
- Bilindayî | 678 m |
- Koordînat | 47°57′03″Bk 8°31′13″Rh / 47.950833°Bk 8.520278°Rh |
Dev | Deryaya Reş |
- Cih | Deltaya Duna (Romanya û Ûkrayna) |
- Koordînat | 45°13′03″Bk 29°45′41″Rh / 45.2175°Bk 29.761389°Rh |
Nexşe | |
Hewzeya Çemê Duna
| |
biguhêre |
Hewzeya çemê Dunayê 817.000 çargoşe kîlometre ye û heta ku ji jêderka xwe ber bi Deryaya Reş ve diherike 120 robarên bi dirêjbûnên cuda tevlî Dunayê dibin. Ji van çeman yên dirêj ev in: Drava (707 km), Tisa (965 km), Sava (947 km), Morava (354 km), Olt (615 km), Siret (706 km) û Prut (953 km).
Nav
biguhêreNavê Dunayê di çavkaniyên latînî de weke Danubius, Danuvius, Ister û di dema Yewnanistana kevnare de weke Ἴστρος (Istros) tê zanîn. Bi trakî peyva Donaris ji bo Dunaya jor û Istros ji bo Dunaya jêr dihate bikaranîn.[2]
Tê gotin ku peyva Dānuvius ji zimanên keltî yan jî ji îranî tê. Di zimanên proto Hind û Ewropî de peyva dānu ji dêla robarê dihate bikaranîn. Mîna vê peyvê gelek peyvên ji hevdu (Don, Donets, Dnieper û Dniestr) ji bo robarê tên bikaranîn. Di zimanê gelê îranî, îskîtan, de *Dānu apara "rûbara paş" û *Dānu nazdya- "rûbara pêş" dihate bikaranîn.[3]
Navên vê robarê bi hinek zimanan li jêr in.
Bajarên Duna tê re derbas dibe
biguhêre- Almanya
- Donaueschingen li Baden-Württemberg – Brigach û Breg li wir dibine yek
- Tuttlingen li Baden-Württembergê
- Möhringen an der Donau in Baden-Württembergê
- Sigmaringen li Baden-Württembergê
- Riedlingen li Baden-Württembergê
- Munderkingen li Baden-Württembergê
- Ehingen li Baden-Württembergê
- Ulm li Baden-Württembergê
- Neu-Ulm li Bavyerayê
- Günzburg li Bavyerayê
- Donauwörth li Bavyerayê
- Neuburg an der Donau li Bavyerayê
- Ingolstadt li Bavyerayê
- Kelheim li Bavyerayê
- Regensburg li Bavyerayê
- Straubing li Bavyerayê
- Deggendorf li Bayernê
- Passau li Bavyerayê
- Awistirya
- Slovakya
- Bratislava – paytexta Slovakyayê
- Komárno
- Štúrovo
- Mecaristan
- Győr
- Komárom
- Esztergom
- Visegrád
- Vác
- Szentendre
- Budapeşt – paytexta Mecaristanê
- Százhalombatta
- Ráckeve
- Dunaújváros
- Paks
- Kalocsa
- Baja
- Mohaç
- Kroatya
- Serbistan
- Apatin
- Bačka Palanka
- Futog
- Veternik
- Novi Sad
- Sremski Karlovci
- Zemun
- Belgrad paytexta Serbistanê
- Pančevo
- Smederevo
- Veliko Gradište
- Golubac
- Donji Milanovac
- Kladovo
- Bulgaristan
- Moldova
- Ûkrayna
- Romanya
Çavkanî
biguhêre- ^ Î.O. Farîzov (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Neşirxana Dewletê ya Ferengê Xaricî û miletiyê, Moskva.
- ^ Katičic', Radislav. Ancient Languages of the Balkans, Part One. Paris: Mouton, 1976: 144.
- ^ Mallory, J.P. and D.Q. Adams. The Encyclopedia of Indo-European Culture. London: Fitzroy and Dearborn, 1997: 486.
Girêdanên derve
biguhêre- Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî ya çemê Duna, 26/9/2011