Îrana Qacarî

(Ji Dewleta Qacariyan hat beralîkirin)
Xanedana Qacariyan

ممالک محروسه ایران Zimanê Farsî
Qacarlar Zimanê Azerî


Dûgela Zendan
Dûgela Efşaran
1789 — 1921/1925
Dûgela Pehlewiyan

Al Şêr û Roj


Agahiyên gelemperî
 Rêveberî
 Paytext Esterabad (1779-1789), Tehran (1789-1925)
 Ziman Farsîazerî
 Dîn Îslam
 TBH
 TBH/sal
 Dirav
 Dem
 Nîşana înternetê
 Kd. telefonê
 
 
 
 
 

Gelhe

Rûerd

Dîrok û bûyer

Serwerî
   
 1789 - 1797 Axa Mihemed Xan
 1797 - 1834 Nesredîn Şah
 1835 - 1848 Feth Elî Şah
 1848 - 1896 Mozaffar ad-Din
 1896 - 1907 Mohammad Ali
 1907 - 1925 Ahmad Qacar
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}

Ya berê Ya paşê
Xanedana ZendanXanedana Zendan
Xanedana EfşaranXanedana Efşaran
Xanedana PehlewiyanXanedana Pehlewiyan

Îrana Qacarî an jî Dewleta Qacariyan dewleteke dîrokî ya îranî ye ku di navbera salên 1789 û 1925an de Xanedana Qacaran hikumdarî lê kiriye.

Desthilata Qacariyan li sala 1780 heta sala 1921ê dewam kir. Li sala 1921ê de ji aliyê Riza Şah ve darbeyek li Îranê çêbû û desthilata Îranê ket bin destê Riza Şah. Li sala 1925ê jî desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî. Şahê dawiyê yê Qacariyan Ehmed Şahê Qacar çû Parîsê.

Berî avabûnê biguhêre

Qajar Anatoliye Yozgat ku ber bi dawiya çolê ve koçî herêma Gencawa Azerbaycan kir Sedsala 15-an Eşirek Tirkmen e.[1] Ew ji sê eşîrên Tirkmen pêk dihatin: Bayam Bayati, Akça Koyunlu û Akçalu.[1] Beşek ji 17. Ew ji bo erka parêzvanê sînor di sedsalê de ji bo Xorasandora Îslamabad hatin şandin.

Avabûn û Hûkûmdar biguhêre

Axa Mihemed Xan(1779-1797) biguhêre

Desthilata Qacariyan bi rêberiya Axa Mihemed Xan ve hate ava kirin û gelek kes ji eşîra Zendan û têkildarî vê eşîrê kuştin [2]

 

Qacarî ji çend eşîran pêk tê. Di navbera salên 1780 û 1790an de bajêrên Îranê yek yek bidest xistin. Li sala 1786an de bajarê Tehranê dagir kirin û ew der wek paytextê xwe îlan kirin. Li sala 1796an de jî Malbata Qacariyan ava kirin. Êdî li Îranê desthilata malbata Qacariyan destpê dike.

Nesredîn Şah biguhêre

Piştî mirina Axa Mihemed Xan Dewleta Qacariyan ji aliyê Nesredîn Şah ve dihate rêve birin. Dewlet xwediyê 9 wezaretan bû. 5 wezaret li ser kaxezê hebûn û 4 wezaret jî her çend bi çalak kar kiribin jî burokrasîya zêde mezin di dewleta Qacariyan da nebû. 4 wezaretên çalak; Wezareta Şer, Wezareta Darayî, Wezareta Dadê û Wezareta Karên Derve bû.

Mîrektiyên kurd Erdelan û Mukrî di dema Nesredîn Şah de hatin rûxandin

Wezareta Karên Derve li çend dewletên derve berpirsiyar hebûn, di nav wan de Stembol, Parîs, Washington hebû

Wezareta Darayî dema destpêka dewleta Qacariyan welat wek 38 herêmên bacê parve kiribû lê li salên 1910an de ev herêmên bacê kiribûn 18. Ji bo bac komkirinê li her herêmê mustavfiyek dihate hilbijartin. Mustavfî bi alikariya serokeşîrên herêmê bacên herêmê kom dikir û dibir Tahranê.

Wezareta şer 8 hezar peyadeyan bû 5 hezar ji wan topavêj bûn û xwedî 4 topan bûn. 3 hezar jî ji Lîwaya Qazaxan bû. Fermandeyê Liwaya Qazaxan ji Rusî bû. Leşkerên Liwaya Qazaxan hindek ji eşîra Şahseven bûn, hindek jî penaberên Tirk bûn ku ji Rusî revîbûn û hatbûn Erîvanê[3]. Lê bi dûçûna wezareta şer ew xwedî 200 hezar leşkeran bûn. Lê 200 hezar leşker, leşkerên eşîrî bûn û her yêk xwedî serokeşîrekî bûn. Ji bo ji biryarên Hikûmeta Qacariyan bêhtir biryarên serokeşîran girîngtir bûn[4].

Wezareta Dadê bêhtir li ser sûcên dijî dewletê kar dikir. Wek din gelek kar û barên têkiliyê edaletê li her herêmekê ji aliyê eşîran ve çareser dibû.

Ulemayên dewra Qacariyan xweser bûn. Bacek bi navê Hums ji xwe re kom dikirin. Her wisa zekat jî kom dikirin.

Feth Elî Şah biguhêre

Avabûna dînê Bahaî di dewra Qacaryan de ye. Ticarekê Şîrazî li sala 1840an de xwe wek derekî dide nasîn ku di wî derî de Îmam Mehdî dê borît. Piştî vê ev ticar tê darve kirin. Mirîdên wî li sala 1852an de sûîkastekê li dijî Nasreddîn Şah pêk tînin. Lê hemû tên girtin, wek zindiq tên binav kirin û ceza dikin. Gelek zanayên vî dînî direvin nav Osmaniyan.

Nesredîn Şah biguhêre

Li sala 1880ê de li Şemzînanê Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî ber bi axa Qacariyan ve rû da. Qacariyan bi alikariya dewleta Osmaniyan Şêx Ubeydela bêdeng kir.

Mizeferedîn Şah biguhêre

Di 28ê gulana 1901ê de di navbera ticarekî ingilîz bi navê William Knox D'Arcy û Muzaffereddîn Şah de hevpeymaniyeke bi navê Hevpeymana Îmtiyazê ya D'Arcy îmze kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ;

  1. Ji bilî 5 parêzgehên bakurê Îranê, li Îranê heqê petrolê 60 sal e
  2. Di avabûna yekemîn tesîsa şîrketê de 20 hezar sterlîn pare û bihayê 20 hezar sterlîna jî pişk dê were dayîn bo hikumeta Îranê. Her wisa salane %16e ji qezencê şîrketê dê were dayîn
  3. Dema hevpeymana 60 salî xelas dibe, hemû materyal û tesîsên şîrketê dê bibin malê dewletê [5].

Her wisa di dema lêgerîna petrolê de diz û çeteyên herêmê şîrketa petrolê gelek caran aciz dikir. Ji ber vê jî şîrketê li gel eşîrên herême bi taybetî Bextiyariyan pêkhatin. Ji bo ku ev eşîr ewlehiya herêmê biparêzin %3 pişka qezenca şîrket distandin. Lê ev pişk jî dema Şah Reza de bû malê dewletê. Hevpeymana D'Arcy heta şoreşa Îslamî di navbera Îran û Ingîlîzan de dibe sedema pirsgirêkan. Piştî lêgerînên şîrketê, petrol li sala 1908ê de li Mescîda Silêman hate peyda kirin. 14ê nîsana 1909ê de jî Anglo-Persian Oil Company hate damezrandin. Lê ji ber girîngiya petrolê ji bo artêşa Îngîlîzan, Îngîlîzan dest dana ser şîrketê û %55 pişk ji şîrketê kir malê dewleta Îngîlîzan. Li sala 1912ê de jî di gemiyan de şûna komirê, berhemekê petrolê fuel oil hate bikaranîn. Ev pêngav ji bo îngîlîzan, petrola Îranê binirxtir kir. Êdî Îran ji Îngîlîzan wek Hindistanê dibe welateke girîng.

Berî ku Şoreşa Makezagonî were îlam kirin sê aliyên Îranê hatibûn dagir kirin. Li aliyê Başûr Brîtanya, aliyê bakur Rûsî, aliyê rojava ve jî Osmaniyan Îran dagir kiribûn. Li zivistana 1905ê hêzên Osmaniyan fersend ji kaosa di nav Îranê de dît û ji Makû, Urmiye heta Seqizê xistin bin kontrola xwe de. Brîtanya û Rûsî ji van pêngavên Osmaniyan gelek aciz bûn û givaşeke mezin li ser Osmaniyan çêkirin ku Osmanî vekêşin. Li sala 1908ê de Osmaniyan bi alîkariya eşîrên kurd heta Mehabadê dagir kirin. Lê li sala 1911ê de bi givaşa rûsan, Osmanî ji ji herêmên kurdî yên Îranê derket.

Şoreşa Makezagonî biguhêre

 
Parlamena Îranê ya yekem

Sedemên şoreşê biguhêre

  • Rêvebirineke xerab li Îranê yekem sedema şoreşê bû. Mizeferedîn Şah hemû dahatên dewletê ji bo xerckirinên xwe yên şexsî bikartîna lê dîsa têrî nedikir û ji rûsan deyn werdigirt.Bi taybetî gerên Şah yên salên 1900 û 1903yê xercek mezin hate kirin. Heta ku rûsan li bakurê Îranê destê xwe danande ser dahatên gumrikî yên Îranê[6]

Bûyerên şoreşê biguhêre

Di pûşpera 1906ê de bi rêberiya Seyîd Evdilla Behbehanî û Seyîd Muhemmed Tabatabayî hezar xwendavanên medreseyan protestoyek lidarxistin. Dixwastin ku li Îranê maf û hiquqa bidad were bicîh kirin. Eger gotina wan neyê cîh, dê xizmetên dînî werin rawestandin. Her wisa ticar û esnafên Îranê jî grevek giştî dan destpê kirin. Ev her du rûdan hêdî hêdî ber bi şoreşekê ve diçû. Bi hêza ticar, dînzana û rewşenbîrên Îranî di gelawêja 1906an de ji aliyê Muzeffereddîn Şah li Îranê şoreşa makezagonî hate kirin. Dû vê jî cotmeha 1906ê de meclîsa Îranê hate vekirin. Di meclîsê de ji 60an bêhtir ticar û esnaf, 25 dînzana û nêzî 50 kesan ji axa, rewşenbîr û karmend hebûn. Ev endam bi du fraksiyonan dihatin temsîl kirin; Mutedîlî û Lîberal. Bi vê şoreşê zimanê Îranê yê fermî bû Farisî û Şîîtî jî li Îranê bû dînê fermî. Di civata wezîran de wezaretî tenê ji bo şîîyan hate destnîşan kirin. Piştî Muzeffereddîn Şah, kurê wî Muhemmed Elî Şah bû serokê dewletê. Bi serokatiya xwe mecbûr ma û makezagon pejirand. Di heman salê de Îngîlîzan û Rûsan hevpeymanek destnîşan kir û bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê kirin sê parçe.Bakurê Îranê ket bin desthilata Rûsan, başûrê Îranê ket bin destê Îngîlîzan de û navenda îranê jî wek herêmeke bêalî hat qebûl kirin. Bi vê hevpeymanê hebûna meclîsê hate binpê kirin, tenê Şah hate nasîn, ev jî bû sedema krîzê. Muhemmed Elî Şah bi vê rûdanê bi alikariya liwaya Qazakan derbeya leşkerî kir. Meclîs hate girtin, parlamenter hatin binçav kirin. Piştî van bûyeran şerekê navxweyî li Îranê derket. Şah bi alikariya liwaya Qazakan her der dixist bin destê xwe. Mixalifan jî bi alikariya partiya taşnak ya ermeniyan, bextiyariyan û karsazên mazenderanê berevaniya xwe kir. Di encamê de mixalifan dest dana ser îdareyê. Şûna Muhemmed Elî Şah, kurê wî yê 12 salî bû Ehmed Şahê Qacar bû şahê nû. Liwaya Qazakan her wekî xwe ma. Meclîsa duyem di mijdara 1910an de hate vekirin. Lê her çend meclîsa duyem û piştî vê jî meclîsa sêyem vebe jî, rêvebirin di kaosekê de bû. Her kesekê bihêz li herêmekê hikûm dikir. Di vê kaosê de Dewleta Rusî notayek li dijî hikûmdariya Qacariyan weşand ku 3 daxwazên wan hebûn;derkirina nûnerên amerîkî, erêkirina Rûsan dema nûnerek ji dewletek din bê Îranê û xwestina mesrefên leşkerên Rusî ên li Îranê. Piştî vê meclîsa Îranê kom bû. Parlementerê Azerbaycanê Şêx Mihemed Xiyabanî li dijî vê notayê li meclîsê axiftineke kir. Bi tesîra vê axiftinê meclîsê notaya Rûsan nepejirand. 24ê mijdara 1914ê parlamena Îranê ji aliyê Şah ve hate girtin. Jixwe paşî şerê cîhanê yê ‎yekem destpê kir. Osmanî heta Tebrîzê hatin û ev der xistin bin hikûmê xwe de.Osmaniyan li Hekarîyê bi alikariya hindek eşîrên Kurdan Nasturî ji Hekariyê derxistin û çûn bo aliyê Urmiyê û Selmasê. Wan navberan Împeretoriya Rusî bi fermî Îranê dagir dike. Bi alikariya Rûsan Nasturiyên Cîloyê herêma Urmiyê heta Selmasê dagir dikin. Lê kuştina serokê Nasturiyan ji aliyê Simkoyê Şikak ve hêza Nasturiyan dişkê û cardîn dikeve bin destê Îranê. Bi dûçûna dîroknasê Ermenî Ervand Abrahamian Osmaniyan alikariya Simkoyê Şikak dikir da ku şer li dijî ermenî, siryanî û leşkerên Îranê bikin[7]. Hêjayî gotinê ye ku di vî wextî de fraksiyonên meclîsê mutedîlî û demokratan li Kirmanşanê hikûmeteke netewî ava kiribûn. Her wisa Yeprem Xanê serokê partiya taşnakê ku ermenî ne, li vir hate kuştin. Lê hikûmeta netewî bi dagirkirina İngilîzan li sala 1916ê de ket.

Her çend li nava Îranê ev rûdan çêdibin li nav dewletên wek Rûs û Brîtanyayê de jî parvekirina Îranê bi hindek peymanan sînorên wan tên bellî kirin. Li 31ê tebaxa sala 1907ê de di navbera İngilîz û Rûsan de hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna wê hevpeymanê Îran wiha parve dikin; Îran bi dê bibe sê parçe parçeyek cihê rûsan, yek y3e inglîzan ê di nava herduyan de jî wek bêteref dê bimîne. Rûsya dê li navçeyên hemî Azerbaycan, Xorasan, Gurgan, Mazenderan, Gîlan, Erak, Qûm, Sawe, Yezd, Naîn, Îsfehan, Birûcerd, Tehran, Qezwîn, Zencan, Hemedan, Kirmaşan, Kurdistan û Qesrê Şîrîn xwedî nifûz be. Brîtanya dê li navçeyên; Kirman, Bîrcend, Sîstan, Belûçistan, qeraxên Gewriya Hirmûz, Çahbehar û Benderê Ebbas xwedî nifûz be. Herêmên bêteref jî Qaynat, Xuzistan, Fars, Loristan, Çarmehalê Bextiyarî û Buşehr. Wekî tê dîtin li Îranê êdî nifûsa Osmaniyan dişikê û nifûsa İnglîz û Rûsan destpê dike. Jixwe heta salên 1950an jî ev welatên han li ser siyaseta Îranê de dibin xwediyê nifûseke mezin. Her wisa tê dîtin ku li Rojhilata Kurdistanê de dagirkerî û nifûsa Rûsyayê dibe xwedî tesîreke mezin. Jixwe Komara Kurdistanê di bin vê nifûsê de şîn dibe. Di temamê Îranê de hêzbûna Rûsyayê xuya ye. Her wisa Brîtanya jî hem ji bo ewlehiya Hindistanê hem jî ji ber cewherên binerd yên Îranê li başûrê Îranê dibe xwedî bandor. Ev peyman di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem hate pêkhate kirin û ev herêm ji aliyan van dewletan ve hatin dagir kirin. Lê li sala 1917ê de li Rûsyayê ji aliê Bolşevîkan ve Şoreşa Cotmehê pêkhat û Sovyetan dagirgirina xwe ya li Îranê û Rojhilata Navîn sekinandin. Di vê navberê de li Rojhilatê Kurdistanê Serhildana Simkoyê Şikak destpê kir. Simko Axa bajarên Urmiyê, Selmas û Mehabad rizgar kir û li vir hikûmraniya xwe da destpê kirin. Lê piştî berdewamiya 2-3 salên desthilatiyê Simko Axa ber bi axa Osmaniyan ve revî. Heta ku 1929ê vegerî welat û li Şinoyê tê kuştin.

Di vê kaosê de Îranê hewceyî bi hizûr û rêvebirineke nû heye, deng û nerazîbûn zêde dibin hem di nav gel de hem jî di nav bûrokratan de. 21ê Sibata 1921ê de Liwaya Qazakan bi serdariya Reza Xan ji Qazvîn çûn Tahranê. Tahran dagir kirin û dest danî ser rêvebiriya Îranê.Serkeftînên Reza Pehlewî popûlarîteya wî li Îranê zêde dikir. Di dawîyê de dawîya Serhildana Şêx Xezal anî. Heta sala 1925ê rêvebirina hikûmetê dikir. Desthilata malbata Qacariyan destpê dikir lê sala 1926ê de ev desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî û xwe wek Şahê Îranê îlan kir.

Desthilata Reza Şah dawî li desthilata malbatên Tirk tîne û desthilata fars-netew destpê dike. Nivîskarê tirk ê Azerbaycanê Cemîl Hasanlu vê bûyerê bi vî awayî neqil dike; Desthilata Tirkan a hezar salî li Îranê bi awayeke xerab bi dawî dibe[8]

Muhemmed Elî Şah biguhêre

Di 19 Çile 1907 de, kurê Mozaffar ed-Dîn Shahah Mohammed Ali bû crownahê Faris. Berî serdestiya wî, wî Parêzgeh Azerbaycan di şiyana xwe de wekî Mîrê Taca bi rengek mutleq îdare kir û nexwest ku hêza mutleq a Shahah bi parlamenê re parve bike. Wî qebûlkirina destûrek bingehîn wekî xeletiyek mezin a bavê xwe hesiband û dixwest ku monarşiya destûrî ya ku ji 1906-an vir ve hebû vegerîne forma kevn, arizî ya hukûmetê. Ew ji hêla oldarên kevneperest ve hate piştgirî kirin, yên ku saziyên demokratîk ên nû destnîşan kirin wekî "pir laîk" û "pir rojavayî" red kirin. Neteweperwerî ji bo oldaran ramanek biyanî, rojavayî bû û bi Îslamê re ne lihevhatî bû. Hin oldaran piştgirî dabû şoreşa destûra bingehîn, lê di serî de ji ber berxwedana li dijî konsejyonerên Rojavayî ev kir.

Ehmed Şahê Qacar biguhêre

  • Di encama şoreşa cotmehê ya li rûsî, sala 1921ê Partiya Komûnîst a Îran hate avakirin. Vê partiyê heta sala 1931ê xebatên xwe dewam kirin 3u ji aliyê Reza Şah ve hate girtin.

Dirokê Irane Qacar biguhêre

Eşîrên Kaçar êlek eşîr bû ku ji du şaxan pêk dihat, şaxê Develi û şaxê Koyunlu (Kovanlı) di sedsala 18-an de, û di navbera her du şaxan de şerê hêzê hebû. Muhammed Hasan Khan, Gîlan (parêzgeh), Mazenderan û Wî dest bi têkoşînê digel Kerîmxanê Zend yê ku Xanedana Zendan li başûrê Îranê bi girtina peravê, tevî Cürcan.

Kerim Khan Zend piştgirî da Develiyan bi girtina kurê Mihemed Hesen Xan Agha muhammed li qesra wî li Şîraz da ku sûdê ji tekoşîna navxweyî ya Qacaran bigire. Sala 1758-an, Mihemed Hasan Xan dibe serokê şaxê Koyunlu û beşdarî Xanedaniya Zend dibe.

Agha Mihemed piştî mirina Kerim Khan Zend di 1779 de karibû ji Sirazê bireve, û di 1781 de wî Rûsya red kir û şaxê Develi li Astarabad têk bir û konfederasyona Qajar kir yek. Wî di 1796 de Iranran kir yek û bi paytexta xwe Tehran Xanedaniya Qacar ​​ava kir.

Agha Mihemed li bakurê Iranranê serdestiya xwe berfirehtir kir, ji aliyek ve şerê Xanedaniya Zend a li Southernrana Başûr kir. Di 1785 de wî perava Deryaya Qezwînê peyda kir û navenda xwe bar kir Tehran.

Wî bi girtina Lutf Ali Khan di 1794 de Xanedana Zendan hilweşand, û di 1795 de Georgia, ku parastina Rûsî dixwest, û serweriya xwe saz kir. Piştî girtina Tbîlîsî, ew vegeriya Tehran û wek Shahah di 1796 de hilkişiya ser text û bû Agha Mohammed Shah, û paşê Xanedana Efşaran, ku bi girtina Meşhed . bi tevahî hate rûxandin.

Sala 1796, Rusya Tsar sefer Gurcistan amade kir, lê ji ber mirina Kazalin betal kirin. Axa Muhemmed Worah ji nîjada Rûsyayê ya li başûr bi fikar bû, seferberiya Bukhara betal kir û berê xwe da Gurcistanê, lê di 19ê Hezîrana 1797-an de di nîvê rê de hate kuştin.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Ansîklopediya TDV ya Islamslamê, berg: 24, rûpel: 51
  2. ^ Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, Gelişimi ve Kökeni, Wadie Jwaideh, r:51
  3. ^ M.Mirzayi, Tarihe Berigard ve Diviziyune Kazak
  4. ^ Military Attache, Memorandum on the Persian Army
  5. ^ http://www.academia.edu/8891882/Anglo_Persian_Oil_Companyden_British_Petroleuma_İngilterenin_İrandaki_Petrol_Macerası
  6. ^ İran:Ketlenmiş Halk, Hamid Dabashi, Metis Yyaınları, r:89
  7. ^ Ervand Abrahamian, The Modern History Of Iran, r:79
  8. ^ Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:34