Ziya Gokalp (bi tirkî: Ziya Gökalp), bi navê xwe yê dirêj Mehmet Ziya (jdb. 23ê adara 1876an li Amedê, m. 25ê çiriya pêşîn a 1924an  li Stenbolê), damezrênerê ramyariya neteweyî ya Tirk, întelektûelê dawiya Osmanî û destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de ye.

Ziya Gökalp
Ziya Bey Gökalp.jpg
Ziya Gökalp
Jidayikbûn 23 adar 1876 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Mirin 25 çiriya pêşîn 1924 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Cihê goristanê Çemberlitaş Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Împeratoriya Osmanî, Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • Türkçülüğün Esasları
  • Altın Işık
  • Muasırlaşmak Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Bandorbar
  • Tirkperestî Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Meqam
  • Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Partiya Siyasî
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

KurtejînenîgarîBiguherîne

Bavê wî li Amedê di rojnameyekî herêmî de wekî karmend dixebitî. Di sala 1895î de diçe Stenbolê. Di ciwaniya xwe de fikrên wî yên Kurdewariyê hene ku ew di pirtûkên xwe de jî ravedike. Li Stenbolê dest bi karê Kurdewariyê dike û bi rewşenbîrên Kurd re têkiliyan datîne. Hevnasîna wî bi endamekê Jön Türk re, jiyana wê diguherîne û wî dixe tevlîheviyan. Di nava ramanên Kurdewarî û Tirkewarî de diçe û tê. Heya bigire xwekuştinê jî diceribîne. Biryara xwe dide û dikeve nafa refên İttihat ve Terakki Cemiyeti û dest bi afirandina îdeolojiya Tûrkîzm (Turancilik) dike.

Di sala 1898î de ji ber çalakiyên li dijî rewşenbîrên Balkanan tê girtin û salekê li girtîgehê dimîne. Sala 1900î de wî dûrdixînin Amedê. Heya sala 1908î karmendiyê dike. Li Amedê bi navê Peyman rojnameyekê dertîne û di nava eşîrên Kurdan de dest bi xebata birêxistina "bêwatexsitina fikrên Kurdewariyê" dike. Rêxistina wî İttihat ve Terakki Cemiyeti wî wekî berpirsiyarê Kurdistanê destnîşan dike. Bi navê "Türk ocağı - Hozên Tirk" li bajarên Kurdistanê komeleyan dadimezirîne û propagandaya Tûrkîzmê dike. Destdide ser hemî dokûmanterên Osmaniyan li Amedê û dokûmentên behs û pesna Kurdan dide winda dike. Wekî kadro yan tîmên taybetî bingeha pişavtina Kurdan dimeşîne. Bi alîkariya Atatürk li Enqereyê di zanîngehan dersê dide û bingeha gelek komele, kovar û rojnameyên înkara neteweyan dikin û pesnê Tûrkîzmê didin diavêje.

Rewşa ku Gökalp tê de bûBiguherîne

 
Goristana Ziya Gokalp, li Stenbolê

Bi eslê xwe kurd bû lê bi mantalîteya neteweperweriya Ewropa li afirandina neteweya Tirk digeriya. Împaratoriya Osmanî jidestçûbû û bi Cenga cîhanî ya I. welatên mezin ketibûn Kurdistan û Anatoliyayê. Diviyabû cihên di dest de mane biba "welat". Lê ti îdeolojî, amadekarî nebû. Kesên digotin "Tirk" di dema Osmaniyan de wekî "Kesên bêhiş - Etrakî bî îdraq" dihatin binavkirin û zimaneke wan î têra jiyanê bike jî nebû. Hemî ji aliyê bingehê ve ne Tirk bûn û êdî Osmanî jî nebû ku behsa "Biratiya Îslamê" were kirin. Serhildanên Kurdan destpêdikirin û Gökalp jî bi rewabûna wan bawer dikir. Lê ji aliyekê ve zû de bû têkiliya wî bi Mustafa Kemal Atatürk re hebû û Atatürk digot "Min fikrê xwe ji Gökalp girtiye". Ango hevalbendiya wî hebû. Modelên neteweperweriya Ewropiyan, bi taybetî ya fransî û Almanan pirr bala wî dikişand û dikarîbû li cografyayên ku de dest de mane "neteweyek were çêkirin".

Neteweya çêkirî, stûyê xar ê Gökalp û gola xwînêBiguherîne

Wî biryar dabû ku li ser navê "Tirk" neteweyek bête çêkirin û hemî yên din werin înkarkirin. Atatürk bi lez du sazî avakir; Saziya dîroka Tirk û Saziya zimanê tirkî. Li seranserê Tirkiyê ji jor bere jêr, dest bi karê "çêkirina neteweya Tirk" hate kirin. Bi damezrandina Komara Tirkiyê ve nêrînên Gökalp dibin nêrînên fermî yên dewletê û hebûna hemî neteweyan tên înkarkirin û zimanên wan tên qedexekirin.

Gökalp di Komkujiya Ermeniyan deBiguherîne

Ji roja ku tevlî nava rêxistina İttihat ve Terakki Cemiyeti dibe rojberoj dikeve bîreke kûr a tewanbarî û krîmînalîteya sazûmaniya nîjadperest. Di sala 1919î de li ser giliyên dîasporaya Ermeniyan bi tewanbariya "Tevlîbûna genosîda Ermeniyan" ji aliyê Îngîlîzan ve tê girtin. Li dijî wan doza "Rûreşiya komkujiyê" tê vekirin. Lê ji ber berjewendiyên dewleta Brîtanya doz nadome û Gökalp bi tevî Dr. M. Reşit Bey (waliyê Amedê yê dewleta Tirk bi xwe Çerkez bû), Fevzi Pirinççi, Zülfi Tigrel hwd sirgûnê girava Malta dikin. Gökalp û hevalên xwe herwekî bi dizîna dewlemendiyên Ermeniyên hatine qirkirin jî tên tewanbarkirin.

Berhemên GökalpBiguherîne

  • Kızıl Elma (Sêva sor, 1914)
  • Türkleşmek, İslamlaşmak, Muasırlaşmak (Tirkbûn, Îslambûn û Şarezabûn; 1918)
  • Yeni Hayat (Jiyana nû, 1918)
  • Altın Işık (Tîrêja zêrîn, 1923)
  • Türk Töresi (Dab û nêrîtên Tirk, 1923)
  • Türkçülüğün Esasları (Hîmên Tirkperweriyê, 1923)
  • Türk Medeniyet Tarihi (Dîroka Şarezayiya Tirk, 1926)