Zeynel Abidîn Han
Zeynel Abidîn Han an Zeynelabidîn Xan (jdb. 1961, li Qilçixa Gimgimê (Mûş, Bakurê Kurdistanê) - m. 26ê sibata 2020an, li Berlînê, Almanya), nivîskar, helbestvan û weşanvanê kurd bû.
Zeynel Abidîn Han | |
---|---|
Jidayikbûn | 1961 Qilçix, Gimgim, Mûş |
Mirin | 26ê sibata 2020an Berlîn, Almanya |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Berhemên navdar | |
biguhêre |
Li gel weşangeriyê di salên 1985-89 an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cografiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Pişt re ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeftiye Ewropayê. Li Berlîna Almanyayê di sirgûniyê de dijiya [1] Girêdana arşîvê 2010-12-29 li ser Wayback Machine.
Han li gundê Gimgima Mûşê Qilçixê (bi tirkî navê wê kirine Aydınpınar) ji dayîk bûye. Ji ber ramanên xwe yî kurdewarî gelek caran ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên kurdî kurmancî û dimilî (kirmanckî) û zimanê tirkî helbest û nivîsarên xwe dinivîsîne.
Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtoriya Weşanên Evra kir. Weşanên Evra di navbera salên 2003-2007 de kar kir û gelek berhemên kurdî weşandin. Weşanên Evra jiber sedemên aboriyê karên xwe da rawestandin. Di sala 2007an de kurê Zeynel Abidîn, Gazîn Onur Han, dest bi karê weşangeriyê kir û Weşanên Han damezrand. Weşanên Han jî gelek berhemên kurdî, telîfî û wergerî afirandin. Baskên Şikestî, Pêyamber (Xelîl Cibran), Gulistan (Şîrazî), Navên Kurdî (Hûsên Kartal), Xezala Warê Germiyan, Eniya me ji agir çi caran nexeyîdî (Zeynel Abidîn), Dîroka Împeratoriya Med (Ayhanê Bêrtî) ji van hinekan in. Zeynel Abidîn vê gavê li gel kurê xwe kar dike û edîtoriya Weşanên Han dike. Di sala 2015an de dest bi edîtoriya Kovara Xwenasê kir.
Di 26ê sibata 2020an de li Almanyayê wefat kir.[1]
Berhemên wî
biguhêre- Stran Digotin, 1995, helbest, Weşana Xwe, Enqere
- Agir Digrî, 1998, helbest, Weşanên Hoybûn, Berlîn
- Binefşên Tariyê, 1999 roman, Weşanên Doz, Stembol
- Çemê Keseran, 2000, helbest-CD/kaset, ARES, Stembol
- Girava Stêrkên Vemirî, 2001, roman, Weşanên Gün, Stembol
- Dûr û bê Qesem, 2002, helbest, Weşanên Havîbûn, Berlîn
- Girava Sitêrkên Vemirî, 2004, roman, Evra Verlag, Berlîn
- Dilê min Nehêşe Çi dibe, 2005, helbest, Weşanên Evra, Berlîn
- Bigrî Heval, 2007, roman, Evra Verlag, Berlîn
- Xezala Warê Germiyan, 2008, helbest, Weşanên Han, Berlîn
- Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî, 2009, helbest, Weşanên Han, Berlîn
- Kela Hawaran, 2009, roman, Weşanên Han, Berlîn
- Felsefe û Rûmeta Xwezayê, 2010, felsefe, Weşanên Han, Berlîn
- Sar, 2012, roman, Weşanên Soran, Berlîn
- Bêriya te dil dihêrîne, 2012, helbest, Weşanên Han, Berlîn
- Qet pireyek qasî me hilneweşiya, 2014, helbest, Weşanên Soran, Berlîn
- Rêwiyên Dutenêbûnê, 2014, roman, Weşanên Soran, Berlîn
- Siya Çûyînê, 2015, roman, Weşanên Soran, Berlîn
Wergerên wî
biguhêre- Memê Zirav, 2003, romana Yaşar Kemal, Weşanên Havîbûn, Berlîn
- Sîmyager, 2003, romana Paulo Coelho, Weşanên Evra, Berlîn
- Xweparêziya Sokratesî, 2003, tekst-parêznameya Platon, Weşanên Evra, Berlîn
- Min ji bêriya te paywend kevin kirin, 2004, helbesta Ahmed Arîf, Weşanên Evra, Berlîn
- Panzêr radibin ser me, 2004, helbesta Enver Gökce, Weşanên Evra, Berlîn
- Pîr Sûltan Evdal im Ez bi peyman im, 2004, helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Evra, Berlîn
- Gulbijêrek ji helbestên wergerî 1, 2004, helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Evra, Berlîn
- Gulbijêrek ji helbestên wergerî 2, 2014, helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Soran, Berlîn
Çavkanî
biguhêre- ^ "Kürt yazar Zeynel Abidin Han yaşamını yitirdi". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2022.