Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî (pirtûk)
(Ji Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî hat beralîkirin)
Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî Dîwana helbestvan û nivîskarê kurd Zeynel Abidîn e, di sala 2009an da ji nav Weşanên Han derket.
Dîwan ji du beşan pêk tê. Navê beşa yekem "Jibo me nahêkê" û beşa dûyem jî bi navê dîwana bi xwe hatiye binavkirin "Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî". Ev beş hemî ji helbestekê pêk tê û her wiha helbesteke dûr û dirêj e. Bi aweyekî, mirov dikare bêje destaneke pêvajoya salên 1980-83 ya girtîgeha Amedê ye. Helbest ji 124 rûpelan pêk tê.
Dîwan bi tevayî û bi taybet jî beşa duyemîn ya bi navê "Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî" bi rastî wek çîrokeke destanî û vebêjeke dîrokî diherike û diçe. Û caran me bi xemginiyeke kûr dibe ber sûrên Amedê.
Nasnameya pirtûkê
biguhêre- Zeynel Abidîn (2009). Eniya me ti caran ji agir nexeyîdî. Weşanên Han,160 rûpel, Berlîn. ISBN 976-3-940997-12-8
Çavkanî
biguhêre- http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=10209&Itemid=1[girêdan daimî miriye]
Ev gotara li ser pirtûkeke kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |