Xanedana Pehlewiyan

(Ji Xanedana Pehlewî hat beralîkirin)
Xanedana Pehlewîyan

Dûgela Qacaran
1925 — 1979
Îran

Al Şêr û Roj


Agahiyên gelemperî
 Rêveberî
 Paytext Tehran (1925-1979)
 Ziman Farsi
 Dîn Îslam
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
{{{bûyer1}}}
{{{bûyer2}}}
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   {{{sernav serokA}}}
{{{serokA1}}}
{{{serokA2}}}
{{{serokA3}}}
{{{serokA4}}}
{{{serokA5}}}
{{{serokA6}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Xanedana QacaranXanedana Qacaran
ÎranÎran

Xanedana Pehlewiyan an jî Dewleta Împaratoriya Faris (bi farisî: کشور شاهنشاهی ایران‎, lat. Kešvar-e Šâhanšâhi-ye Irân) ji 1925an heya 1935an li Rojavaya Asyayê dewleteke serwer bû. Xanedan sînor bû ji hêla Tirkiye û Iraq ve li rojava, Yekîtiya Soviyetê li bakur, Efxanistan û Pakistan li rojhilat û ber bi başûr ve bi Oman re tixûbek deryayî parve kirin. Di sala 1979an de bi nifûsa 37 mîlyonî, Tehran wekî paytexta xwe kar kir.

Di sala 1921an de fermandarê yekîneya Qazaxistanê Reza Xan di nava Xanedaniya Kaczynskî de bû desthilat û di sala 1925an de xwe wek padîşah îlan kir û wek Reza Şah Pehlewî li ser text e

Piştî ku YSKê di Tîrmeha 1941an de di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de ji başûr û bakur ve Îran dagir kir, Reza Şah Pehlewî li Afrîkaya Başûr geriya û kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî li ser text bi ser ket.

Di Çileya 1979an de, Şoreşa Îslamî ya Îranê ya bi pêşengiya malbatê Ayetula, malûmatî xera kir û Mûhammed Reza Pehlewî xwest penaberî Misirê bike.

Malbata Pehlewiyan

biguhêre

Xanedaniya Pehlewî xanedanek keyanî ya Iranî ye ku ji nijada Teberî ye. Xanedaniya Pehlewî li eyaleta Mazenderan a Iranranê çêbû. Di sala 1878-an de Reza Shah Pahlavi li Gundê Alasht li Navçeya Savadkuh, eyaleta Mazenderan (parêzgeh), hate dinê. Dêûbavên wî Abbas Ali khan û Noushafarin Ayromlou bûn. Diya wî koçberek misilman bû ji Gurcistanê (wê demê beşek ji Empiremparatoriya Rûsî bû), ku malbata wî piştî toerên Rûsî-Farisî neçar mabû ku hemî deverên xwe yên li Kafkasyayê bide hev û bar kiriba parzemîna Qajar Iran. çend dehsal berî zayîna Reza Şah. Bavê wî Mazenderanî bû, di Alaya Savadkuh a 7-an de hate peywirdarkirin, û di 1856-an de di Warerê de xebitî.

Dîroka Îrana Pehlewî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Dîroka Îranê

Reza Şah Pehlewî

biguhêre
 
Reza Şah Pehlewî
  Gotara bingehîn: Reza Şah

Reza Şah dema hatiye ser rêvebirina dewletê, dewlet di halekê ne-navendî de bû. Hkûmeteke merkezî tune bû û li her derê kesekê bihêz ew der birêve dibir. Li Kurdistanê rêvebirin û nerazîbûna Simkoyê Şikak hebû li dijî desthilata Qacariyan, li Tebrîzê serhildanên Xiyabanî, li Gîlanê Xanê Biçûk û cengeliyan hwd. hebûn. Reza Şah ji ber van sedeman, artêşa xwe bihêz kir û ev rêvebirin û serhildanên herêmî jinav birin. Reza Şah Pehlewî dewleta xwe ber bi modernîzasyonekê ve dibir. Navên Erebî hemû kirine Farisî, navê dewletê guherand, her wisa paşnavê xwe jî ku îrana kevn tîne bîra mirov, wek pehlewî binav kir. Leşkeriya mecbûr ragihand û bi vê hêza dewletê mezintir lêhat.

Di encama şoreşa cotmehê ya li rûsî, sala 1921ê Partiya Komûnîst a Îran hate avakirin. Vê partiyê heta sala 1931ê xebatên xwe dewam kirin û ji aliyê Reza Şah ve hate girtin[1]. Hêjayî gotinê ye ku heta sala 1941ê partiyên komûnîst li Îranê nebûn. Sala 1941ê de Hîzba Tudeh hate ava kirin

Di dema Qacariyan de ji bilî pişka hikûmeta Îranê, şîrketa petrolê ji ewlehiya herêmê %3 pişk jî da bû eşîrên Bextiyarî û hindek eşîrên Ereban. Şah Reza ev pişka petrolê jî kir malê dewletê. Her wisa li sala 1932an de pişka Îranê ya petrolê her çend %16 be jî, li vê salê li gor salên din kêm pare hate dayîn bo Îranê. Ev jî bû sedema pirsgirêkê di navbera Şah Reza û Îngîlîzan de. Ji ber vê 28ê Gulana 1933ê de hevpeymaneke nû di navbera wan de hate destnîşan kirin. Bi vê hevpeymanê pişka Îranê bû %20 û her wisa hevpeyman ji 60 salên din jî hate dirêj kirin [2]. Her wisa navê şîrketê jî wek "Anglo-Iranian Oil Company" hate guherandin. Piştî dahatên dewletê zêde bûn; Reza Şah rê çêkirin, artêşa hewayî bi firokeyan bihêztir kir. Reza Şah ewqas ber bi modernîzasyonê ve çû ku heta peçe û cilûbergên dînî hemî qedexe kirin û kulavê fotr mecbûr kir.

Di desthilata Reza Pehlewî de reformên neteweyî jî dihatin kirin. Bo mînak li sala 1935ê de Ferhengîstan, akademiyeke zimanê Farisî hate vekirin ku armanca wê ew bû ku zimanê farisî ji zimanê erebî û biyanî were paqij kirin ji layê peyvan ve. Li sala 1934ê Zaningeha Tehranê hate vekirin. Yekem zaningeha Îranê ye. Berî vê zaningehê perwerdehî li medreseyam dihate dayîn. Lê ev siyaset her çend destpê kiribe jî dewam nekir.

Serhildanên dijî Şah Reza

biguhêre
  • Serhildana Simkoyê Şikak
  • Serhildana Mîrza Xanê Biçûk li Gîlanê rû da
  • Serhildana Şêx Mihemed Xiyabanî li Azerbaycanê
  • Serhildana Mihemed Takî Xanê Pesyan li Xorasanê
  • Serhildana Meşhedê li sala 1935ê

Mihemed Reza Pehlewî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Muhemmed Reza Pehlewî
 
Mihemed Reza Pehlewî û malbata wî

Li sala 1935ê li Meşhedê Mollayekê Şîî li dijî Şahê Îranê weezek da û rûdanên bixwîn li vir derketin ji sed kesan bêhtir mirov li vî bajêrî dînî ji aliyê leşkerên şahî ve hatin kuştin. Van kuştina li dijî desthilata Îranê pirsgirêkên mezin ava kiribûn. Paşî Şerê Cîhanî yê Duyem jî destpê kiribû. Her çend Îran di vî şerî da bêteref xwe îlan kiribe jî, ji ber erdnigariya îranê ya stratejîk ji welatên şerker, Îran jî bû cihê hêznîşandanê. Li sala 1941ê İngilîzan başûrê Îranê, Sovyetan jî bakurê Îranê dagir kir. Dagirkirina Sovyetan bi alikariya Azerbaycana Sovyet re hatiye kirin. Bûrayê Heyder Eliyevê serokkomarê kevn yê Azerbaycanê Ezîz Eliyev serokê mîsyona Sovyetan bû ku wê çawan Azerbaycanê Îranê dagir bikin[3]. Jixwe ev bûyer ta niha jî tesîrê li têkiliyên Îran û Azerbaycanê dike. Wek dema Qacariyan, Îran dîsa bû sê parçe. Parçeyê navendî jî ji bo dewleta Îranê ma. Bi vê dagirkirinê Reza Şah ji kar hate dûrxistin.Hate sirgûnkirin li welatê Afrîkaya Başûr û li wir jî mir. Şûna wî, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî bû desthilatê nû yê Îranê. Lê di dema Muhemmed Reza da dewleta Îranê di bin tesîrên dewletên İngîlîzan û Sovyetan de bû. Tesîra Şah li ser hikûmetê kêm mabû. Rêvebirina dewletê ji bo hikûmet û meclîsê hêla bû.

Li sala 1941ê de meclîsa 14emîn hate ava kirin. Di vê meclîsê de çar fraksiyonên sereke hebûn; Fraksiyona Azadî,fraksiyona eşaîrî, frksiyona îtîhadî millî û fraksiyona mîhan. Hêjayî gotinê ye ku serokê fraksiyona eşaîrî serokeşîrê kelhûran Ebbas Qubadiyan(Emîr Mexsûs) bû. Serkêşên îttîhadî millî jî Seyîd Muhemmed Tabatabayî û Seyîd Ehmed Behbehanî bûn. Hêjayî gotinê ye ku kesek jî hebû di meclîsê de girêdayi ti fraksiyonan nebû; Muhemmed Museddiq.[4]. Her wisa bi rêberiya Îrec Îskenderî partiyeke komûnîst hate ava kirin; Hizba Tudeh. Di dewra Reza Şah de kesên komûnîst dihatin zîndankirin. Îrec Îskenderî jî yek ji wan bû. Gelek partî û rêxistinên din jî hatin vekirin. Destilata Muhemmed Reza Şah di bin van şert û mercan da destpê kir.

3yê gulana 1943ê DYAyê bi awayeke fermî yekitiya axa Îranê daxuyand[5]. Evê pêngavê destê Îranê li dijî mixalifan û Sovyetan bihêz kir.

Di şerê cîhanî yê duyem de di gulana 1945ê de Almanyayê xwe teslîmî kir û şerê li gel Almanyayê xelas. Tu hêceta İngilîzan, Amerîkiyan û Sovyetan nema ku li Îranê bimînin. Ji ber vê sedemê Sovyeta bi taybetî li Azerbaycanê û Kurdistanê xebatên siyasî kirin ku li van deran bimîne.Jixwe tîrmeha 1945ê de serokê Amerikayê Truman da xuya kirin ku ew hairin hêzên xwe ji Îranê vekêşe. Li sala 1945ê Sovyetan wek Îngîlîzan, li bakurê Îranê îmtiyaz ji hikûmeta Îranê xwast, her çend partiya Tudeh dijatiya xwe nîşanî Sovyetan da be jî, parastina wê yekê dikir ku dê Sovyet ji Îngîlîzan bêhtir pişkê bide Îranê. Her wisa bi piştgiriya Sovyetan li Azerbaycanê û Kurdistanê du herêmên xweser bi navên Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hatin ava kirin. Tudehê piştgiriya van partiyan jî dikir ku herêmên xweser ava kirin. Dagirkirina Sovyetan bû sedema netewperestiya Îraniya û piştgiriya Tudehê bo Sovyetan jî bû sedema qedexekirina Tudehê di reşemeha 1049an de. Piştî qedexekirina Tudehê bayekê netewperestî li nav rêvebir û parlamenterên Îranê de derket. Gulana 1946an de Sovyet ji herêm vekişiyan û Îranê ev her du herêmên xweser serûbin kirin.

Li sala 1947ê de hilbijartinên giştî hatin kirin; Ehmed Qavam bû serokwezîrê nû. Lê ji ber dijatiya parlamenteran ji bo hevpeymana wî û Sovyetan, îstîfa kir. Şûna wî Îbrahîm Hakîmî bû serokwezîr. Li sala 1949ê de hilbijartineke din ya giştî hate kirin. General Razmara bû serokwezîrê nû. Cepheya Millî jî di vê hilbijartinê bihêztir bû.

Her wisa hêza Fedaiyên Îslamê jî her roja diçû zêdetir dibû. Ayetulah Seyîd Ebdulqasim Qaşanî jî têkildarî vê rêxistinê bû. Vê rêxistinê navê xwe bi sûîkastan anî rojevê. Dîroknas Ahmed Kesrewî Tebrîzî bi kêran ji aliyê terefdarên wan hate kuştin. Gelek bûrokrat û zanayên din jî kuştin. Di dawiyê de serokwezîr Razmara jî bi hinceta piştgiriya imtiyazên Îngîlîzan bi sûîkastekê jiyana xwe ji dest da. Armanca Fedaiyên Îslamê dewleteke şerî bû. Her wisa dixwastin gelek burokrat ji wan bin. Bi vê mebestê gelek caran Museddiq jî tehdîd dikirin.

Reforma petrolê û operasyona Ajaxê

biguhêre
 
Muhemed Musediqq

Piştî van bûyeran Muhemmed Museddiq derket sehneya siyasî ya Îranê de. Museddiq dijî Îngîlîzan bû. Li sala 1952ê de petrola Îranê ya ku Îngîlîzan derdixist bi rêya meclîsê kir malê dewletê. Piştî vê pêngavê ji aliyê Şah ve wek serokwezîr hate tayîn kirin. Piştî vê hemleya wî derbeyeke leşkerî bi alikariya DYA û İngîlîzan çêbû û Museddiq ji kar hate dûr xistin. Ev buyer di dîrokê de wek Operasyon AJax tê binavkirin. Ev rûdane destpêka têkiliyên Îran û DYAyê ye jî. DYAyê îdîa dikir ku Museddiq piştgirê Sovyetan e û alikariya Tudehê dike. Lê ev tenê hêcet bû. Piştî vê derbeya leşkerî qedemên hereketên netewperest û komûnist şikest. Hêdî hêdî tevgerên Îslamî zêde dibûn.

Piştî rêvebirinên meclîsê, bi vê derbeya leşkerî rêvebirin ket destê Şahê îranê. Şah Muhemmed Reza êdî bi dilê xwe reform kirin. Li sala 1957ê de bi alikariya Mossad û CIAyê Savak hate ava kirin. Şoreşa Sipî da destpê kirin. Reforma axê kir. Hindî reform hatibin kirin jî ji bo ferqa tebeqeyên civakê nebû çareserî. Di navbera feqîr û zengînan de gelek ferq hebûn.

Şoreşa sipî

biguhêre

Li sala 1963yê Şahê Îranê paketeke reformê îlan kir. Bi dûçûna wê paketê ax û zevîyên di bin kontrola mollayên Şîî de xist nav malên dewletê.

Di navbera hereketên Îslamî de jî hêdî hêdî cûdabîn zêde bûn. Piştî salên 1960an du fraksitonên serekê yên Îslamî navdar bûn. Fikrên Elî Şerîetî di navbera zana û rewşenbîrên ciwan de her roja diçû zêde dibû. Şerîetî wek îslamparêzên din ne dijê sosyalîzmê bû; bilakis fikrên wî têkeliya Îslama şîî û sosyalîzm bû. Yekemîn pirtuka wî li ser Ebû Zer bû. Di pirtukê de Ebû Zerî wek mislimanekê sosyalîst dide nasîn.Her wisa ulema û dîndarên Îranê her rexne dikir ku mislimanan pê dîn bêhiş dikin. Hetta dijberê bikaranîna peyvên Ayetulah û Huccetul Îslam jî bû. Hêjayî gotinê ye ku gelek terefdar û piştgirên wî bi navê Micahîdên Gel rêxistineke gerîla ava kirin. Berî şoreşa Îslamê li sala 1977ê li Brîtanya bi awayeke gumanbar mir. Li aliyê din di navbera ulema û dîndarên Îranê de fikrên Ayetula Xumênî dibişkivîn. Bi nêrîna Xumênî divêt heta Mehdî tê dewlet di destê muctehîdan de be. Ev fikrên xwe jî bi pirtuka bi navê Velâyeti Fakih yâ Hukûmeti İslamî weşand.

Li sala 1971ê de ji aligirên partiya Tudeh û Cepheya Millî rêxistineke bi navê Fedaiyên Gel hate ava kirin. Micahidên Gel û Fedaiyên Gel gelek caran bi hevra çalakî li dijî malbata Şah û burokratên Şah re lidardixist.

Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola Ayetulahê Mezin Şerîetedarî gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê Ayetula Xumênî vegeriya welat. Mixalifan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan[6]. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû: Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî...[7].

Bûyerên girîng

biguhêre
  • Serhildana Şiiyan li sala 1963yê
  • Rûdana siyahkel li sala 1971ê

Mijarên tekîldar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ İran:Ketlenmiş Halk, Hamid Dabashi, Metis Yyaınları, r:133
  2. ^ http://www.academia.edu/8891882/Anglo_Persian_Oil_Companyden_British_Petroleuma_İngilterenin_İrandaki_Petrol_Macerası
  3. ^ Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:40
  4. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:138
  5. ^ Soğuk savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r:65
  6. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:211
  7. ^ Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:212