Micahîdên Gel ên Îranê

(Ji Micahîdên Gel hat beralîkirin)

Micahîdên Gel ên Îranê rêxistineke siyasî û leşkerî ye. Li sala 1965ê li Îranê hatiye damezrandin. Piştî şoreşa îslamî li Îranê gelek endamên wê hatin kuştin, zindanîkirin û sirgûnkirin. Li pêşiyê çûn Fransayê, paşî çûn Iraqê di dawiyê de jî çûn Albanyayê. Seroka rêxistinê Meryem Recevî ye

Logoya Micahîdên Gel ên Îranê

Avabûn biguhêre

Li sala 1965ê ji aliyê xwendevanên îranî ve û bi rêberiya Mesûd Recevî ve tê ava kirin. Li dijî kirinên şahê Îranê çalakiyan dike û di ketina şahê Îranê de roleke aktîf dileyize.

Li proseya hilbijatinên reşemeha sala 1980yan de nakokiyên di navbera Micahîdên Gel û Xumênî de mezin dibin heta ku Xumênî nahêle, serokê Micahîdan beşdarî hibijarttinan bibe. Di encamê de gelek pêvçûn di navbera hêzên gerîlayî yên Micahîdan û hêzên Xumênî de qewimîn.

Sirgûn biguhêre

Piştî şoreşa îslamî li Îranê çêdibe, di navbera lîv û tevgerên serkeftî de li Îranê hevrikiya siyasî çêdibe. Di encamê de alîgirên Xumênî bi ser dikevin û rêxistinên din ji aliyê Xumênî ve tên krîmînalîze kirin heta ku gelek ji wan ji welat derdikevin. Yek ji van jî rêxistina Micahîdên Gel e. Di navbera sal3en 1983 û 1986ê de kampên xwe veguhaztin Iraqê û li wir tevî artêşa Sedam li dijî Îranê şer kirin. Her wisa di qetlîamên li dijî şiî û kurdên Iraqê de jî gelek alikariya Sedam Huseyn kirin[1]

Piştî hilbijartinên reşemeha 1980yan de kaos li Îranê peyda dibe. Micahîdên Gel li dijî alîgirên Xumênî ser nakeve û ji welat derdikeve û berê xwe dide Fransayê. Li Fransayê li sala 1981ê de Konseya Berxwedana Neteweyî ava dike. PDKÎ jî di nav de, gelek rêxistin û partî beşdarî vê konseyê dibin. Lê piştî Şerê Îran û Iraqê gelek ji van tevgeran ji konseyê derdikevin ji ber helwestên Micahîdên Gel. Di vî şerî de aligîriya Iraqê dikir.

Li sala 1986ê têkiliyên Îran û Fransayê pêşve diçûn û di encama van têkiliyan de Micahîdên Gel li sala 1986ê ji Fransayê hate derxistin. Serkirde û endamên pîlebilind yên rêxistinê berê xwe dan Iraqê.

Rêxistina Micahîdên Gel li Iraqê bi navên; Kampa Eşref, Kampa Enzalî, Kampa Fazeh, Kampa Hebîb û Kampa Humayun pênc kamp baregeh ava kirin [2]

Piştî Şerê Iraqê DYAyê gelek operasyonên leşkerî li dijî vê rêxistinê pêkanîn li Iraqê û di encamê de vê rêxistinê çek berdan. Li 2016ê jî hemû baregehên vê rêxistinê ji ber givaşên hikûmetên Iraqê û ya Îranê hatin vala kirin.

Li sala 2016ê vê rêxistinê xebatên xwe li Albanyayê berdewam dike

Statûya rêxistinê biguhêre

Ev rêxstin li sala 1997ê ji aliyê DYAyê wek rêxistineke terorî hate pênase kirin. Piştî vê pêngavê İngilîstan û Yekitiya Ewropa jî ev biryar wergirt[3].

Li sala 2012ê Hillary Clinton li ser navê DYAyê daxuyand ku ev rêxistin ji lîsteya rêxistinên terorî hate derxistin.

Fikr û raman biguhêre

Ev rêxistin fikrên Marksîzma îslamî dipejirîne. Fikrên îslamî û marksîzmî sîntez dike. Li ser van ramanan, ramanên Elî Şerîetî gelek tesîrbar bûye [4]

Xebatên Micahîdên Gel biguhêre

Têkiliyên vê rêxistinê li gel kurdan biguhêre

Hêjayî gotinê ye ku di serhildana Başûrê Kurdistanê ya li sala 1991ê de vê rêxistinê alîkariya Sedam Huseyn kir û gelek zerar gehande kurdan[5].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ İran:Ketlenmiş Halk, Hamid Dabashi, Metis Yyaınları, r:186
  2. ^ https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1173291
  3. ^ https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1173291
  4. ^ https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1173291
  5. ^ Irak'ın Sonu,Ulus Devletlerin Çöküşü mü, Peter Galbraith,r:228