Nûbihar (kovar)
Nûbihar kovareke çandî û edebî ye.
Ji sala 1992yan hetanî sala 2000î heşt salan mehane, bi temamî 86 jimar derketiye. Paşê du salan navber daye weşana xwe. Di sala 2002yan de careke din, bi jimara 87an, weke kovareke sê mehî dest bi weşana xwe kiriye. Herî dawîn jî me jimara 150î derxistiye.
Di van jimarên Nûbiharê de li ser mijarên cûrbecûr gelek nivîs derketine. Helbesta klasîk û helbesta modern, çîrokên bav û kalan û hîkayeyên modern, tehlîlên edebî, ceribandin, hevpeyvîn, nivîsên rojane û siyasî, wergerên ji cûrbecûr zimanên dinyayê, meala Qur’anê, wergerên hedîsan û gelek mijarên din dem bi dem di Nûbiharê de cih girtine.
Di van salên derbasbûyî de kovara Nûbihar ne tenê ji bo xwendevanên xwe, ji bo avakar û xebatkarên xwe jî bûye mektebeke kurdî. Gelek kesên xwendin û nivîsandina Kurdî ji Nûbiharê hîn bûne, paşê bûne nivîskarê kovarê. Gelekan ji wan kitêb jî nivîsandine.
Kovara Nûbiharê bi dîroka 2020an 28 salên xwe qedandine. Wekî cild jî 23 cildên xwe temam kirine. Ev cild bi temamî Kurdî ne. Her cildek teqrîben nêzîkî 400 rûpelî ye. Ev jî bi hezaran rûpelên Kurdî dikin.
Kitêbên ku Nûbiharê weşandine
biguhêre- Rîsaleya Biratiyê ji Seîd Nûrsî
- Peyivên Bicûk ji Seîd Nûrsî
- Peyiva Bîst û Sêyemîn ji Seîd Nûrsî
- Çarîn ji Sabah Kara
- Nameyên Bêcewab ji Sabah Kara
- Mersiyeyên Rojhilat ji Sabah Kara
- Dubeytî ji Baba Tahirê Uryan
- Rubaiyat ji Omer Xeyyam
- Teyrê Xerîb ji Xûrşîd Rûşen
- Feqiyê Teyran ji Xalîd Sadînî
- Melayê Cizîrî Divanı'nın Şerhi ji Abdulmukit Septioğlu
- Nimêj Dikim Komîsyon
- Ebdullahê Minyeyî ji Hekimoğlu İsmail
- Leyla û Mecnûn ji Siwadî
- Kelîle û Dimne ji Beydaba
- Pêxemberê Ummetê Hezretî Muhemmed ji Ebdulhadî Botî
- Gaziya Min ji Berhîm Paşa
- Dîwan ji Seyid Eliyê Findikî
- Çil Hedîs ji Îmamê Newewî
- Asilerin Dönüşü ji Gülistan Çoban
- Seyf-ul Milûk û Melke Xatûn ji Siyahpoş
- Gotinên Pêşiyan û Botan Atasözleri ji Abdulkadir Bingöl
- Bediuzzaman'ın Hayatı ji Abdurrahman Nursi
- Bediuzzaman'ın Volkan Yazıları ji Osman Resulan
- 36. Parallel ve Ortadoğu ji M. Selim Akdoğan
- Çağdaş İran Şiiri Antolojisi ji Sabah Kara
- İslam Tarihinde Kürt Kadını ji Muhammed Hayr Yûsuf
- Leyl-name ji Ayhan Geverî
- Dîwan ji Mela Zahirê Tendûrekî
- Çîrokên Hz. Mewlana ji Sadık Yalsızuçanlar
- Ferhenga Destî ji Umîd Demîrhan
- Li Ber Ronahiya Qur'anê Dîroka Pêxemberan ji Murad Celalî
- Dîwan ji Mela Ahmedê Cizîrî
- Antolojiya Çîrokên Nûbiharê ji Ayhan Geverî
- Ez Kurdî Hîn Dibim - Pratik Kürtçe Dersleri ji Abdullah İncekan
- Şivan Perwer - Efsaneya Zindî ji Abdullah İncekan
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera Kovara Nûbiharê
- Ez Kurdî Hîn Dibim - Pratik Kürtçe Dersleri
- Şivan Perwer - Efsaneya Zindî Girêdana arşîvê 2021-01-17 li ser Wayback Machine
Ev gotara têkildarî kovarekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |