Abdullah İncekan

nivîskar

Dr. Ebdullah Încekan (bi tirkî: Abdullah İncekan) germanîst, tirknas û nivîskarê çend pirtûkan e.

Abdullah İncekan
Jidayikbûn1977 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Încekan di sala 1977an de hat dinê. Wî dibistana ewil li gundê xwe xwend û dû re bi malbata xwe re koçê Almanyayê kir. Li wir wî li dû dibistana navîn û lîseyê li zanîngehê beşên Germanîstîk û Tirknasiyê xwendin. Di teza mastera bilind de wî hin xalên di zimanên kurdî û almanî de da berhev û ev xebat jî li eynî zanîngehê hat weşandin.

Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û Pedagojiya Înterkulturel piştî herdu beşên ewil xwendin û di sala 2003yan de qedand. Ew niha li lîseyekê wek mamosteyê ziman û wêjeya almanî dixebite. Ebdullah Încekan di sala 2018yan de doktoraya xwe ya li zanîngeha Bambergê li Almanyayê di beşa General Linguistic de qedand û pileya Dr. wergirt.

Berhemên wî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre