Abdulkadir Bingöl nivîskarekî kurd e ku di sala 1953yan de li navenda Cizîra Botan hatiye dinyayê.

Abdulkadir Bingöl
Jidayikbûn1953 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Serê pêşî li cem bavê xwe Qurana Pîroz xwend. Paşê li cem melayên herêmê kitêbên rêzê yên zimanê erebî û tefsîr û fiqih û hedîs xwend. Perwerdeya pêşî li Silopya, Cizîr û Şirnexê qedand. Di sala 1995an de Zanîngeha Eskîşehîrê, Fakulteya Perwerdeyiya Derve ya Dusal-Beşa Civaknasiyê xilas kir.

Di sala 1976an di Gerînendetiya Gelemperî Ya Rêyê Bejayî de weke hoste dest bi kar kir. Paşê derbasî qeymeqamtiya Cizîrê bû. Sala 1986an di heman daîreyê de bû gerînendeyê kar û barê nivîsê. Di sala 1996an malnişîn bû. Hê jî li bajarê Cizîrê dimîne.

Ji bilî zimanê dayikê yê kurdî, ew tirkî û erebî û hinek jî farisî dizane. Zewicî ye û bavê heft zarokan e

Pirtûkên wî yên çapkirî biguhêre

  1. Evdilahê Mînyewî (werger, 2003, Nûbihar)
  2. Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Herêma Botan (Nûbihar-2005)
  3. Kulîlkên Baxê Botan (2008-Enstîtuya Kurdî-Amed)
  4. Rîsaleya Nameyan-Mektûbata Bedîuzzeman. (Weqfa Zehrayê)
  5. Der Were bikene/nekene! (Pêkenînên)
  6. Nûbihara Mezinan (Ferhenga helbestî-erûz)

Kitêbên wî yên neçapkirî biguhêre

  1. Sîyabend û Xecê (Bi Helbest)
  2. Nêrgiza Mest û Xiram (Gotinên Pêşiyan bi helbest)
  3. Gulistana Şîrazî (werger ji farisî bo kurdî)
  4. Destê We Çawa Çû Me (Roman-Emîne Şenlîkoxlû-werger ji tirkî bo kurdî)
  5. Mirovê li Xwe digere (roman-werger-Ji tirkî bo kurdî)
  6. Dîwana Seyîd Muhemed Qedrî (ji tîpên erebî, bo latînî)
  7. Dîwan

Çavkanî biguhêre