Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/8ê kanûna pêşîn
Bûyer
- 1808 – Artêşa Napoleon Bonaparte kete bajarê Madrîdê.
- 1941 – Piştî êrîşa Pearl Harborê dewleta DYAyê li dijî Japonê îlana şer kir û bi vî awayî tevlî Şerê cîhanê yê duyem bû.
- 1966 – Keştiya Yewnanistanê ya bi navê SS Heraklion li Deryaya Egeyî noqav bû. Di encamê de bêhtirî 200 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1980 – John Lennon (damezrînerê koma muzîkê ya bi navê The Beatles) li devê mala xwe ji aliyê heyranekî xwe yê nexweş ve hate kuştin.
- 1994 – Doza Partiya Demokrasiyê (DEP) bi dawî bû. Parlementerên ku cezaya darvekirinê ji wan re dihate xwestin yên bi navê Hatip Dicle, Orhan Doğan, Leyla Zana, Selîm Sadak, Sırrı Sakık ve Mahmut Alinak bi tevahî bi 89 sal û 6 mehan hatin cezakirin. Lê ji ber li berçavgirtina rojên di girtîgehê de yên Mahmut Alinak û Sırrı Sakık ew serbest hatin berdan.
- 1996 – PKK, 6 leşkerên dîlgirtî li Kurdistana Başûr teslîmî parlementerê Wanê yê Partiya Refahê Fethullah Erbaş, serokê giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Akın Birdal û serokê şaxa Izmîrê ya Mazlum-Der'ê Halit Çelik kirin.
- 2009 – Di êrîşeke bombeyî de li Bexdayê 127 kes mirin û 448 kes jî brîndar bûn.
Jidayikbûn
- 1832 – Bjørnstjerne Bjørnson, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1911 – Nîkos Gatsos, helbestvanê yewnan
Mirin
- 1864 – George Boole, matematîkzanê dahîner