Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/7ê kanûna pêşîn
Bûyer
- 43 b.z. – Siyasetmedar û fîlozofê Romayî Marcus Tullius Cicero hate kuştin.
- 1787 – Delaware, bû dewleta yekem ku makezagona DYAyê pejirand.
- 1917 – Şerê cîhanî yê yekem; DYAyê li dijî Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê şer îlan kir.
- 1946 – Li Atlantayê hotelek şewitî. Di encamê de 119 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1975 – Îndonezyayê, Tîmora Rojhilat dagir kir.
- 1987 – Li Kalîforniyayê balafireke amerîkî ket. Di encamê de 43 kes mirin.
- 1988 – Li Ermenistanê bi mezinahiya 6,9 a li gorî pîvana Richterê erdhej çêbû. Di encamê de bêhtirî 25.000 kesî jiyana xwe ji dest da, 15.000 kes brîndar bûn û 400.000 kes bêmal ma.
- 1999 – Düzce, bû bajarê 81em ê Tirkiyeyê.
- 2002 – Li Bangladeşê di encama çar êrîşên li dijî şanogehan de 18 kes mirin û 200 kes jî brîndar bû.
Jidayîkbûn
- 1928 – Noam Chomsky, zanyarê amerîkan
Mirin
- 1906 – Élie Ducommun rojnamevanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1947 – Nicholas Murray Butler, fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê