Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/25ê çiriya paşîn
Bûyer
- 1667 – Li Kafkasyayê erdhejek pêk hat. Bajarê Şemaxî xera bû û nêzîkê 80.000 mirovî jiyana xwe ji dest da.
- 1703 – Bagera herî mezin a tomarkirî ya başûrê Brîtanyayê pêk hat. Di encamê de 9.000 mirov mirin.
- 1759 – Li Deryaya Navîn erdhejek pêk hat. Di encamê de ziyana mezin giha Bêrût û Şamê. Herwiha di navbera 30.000-40.000î de mirov mirin.
- 1936 – Almanya û Japonya, li dijî rejîma Bolşevîk peymana yekbûnê girêdan.
- 1960 – Xwişkên bi navên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîr anîn, hatin qetilkirin. Her sê li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn.
- 1973 – Li Yewnanistanê darbeya leşkerî pêk hat.
- 1975 – Sûrînam, bû welatekî serbixwe.
- 1992 -Parlemena federal a Çekoslovakyayê bi dengdanê biryar da ku welat di 1ê kanûna paşîn a 1993an de weke Komara Çekî û Slovakya bibin du dewlet.
- 1999 – Dadgeha bilind a cezayê ya nehê ya tirk, cezaya mirinê ya li ser rêberê PKK Abdullah Öcalan pejirand.
- 2000 – Li Azerbaycanê Bakuyê erdhejeke bi mezinahiya 7 a li gorî pîvana Richter pêk hat. Di encamê de 26 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1917 – Alparslan Türkeş, siyasetmedarê neteweperest ê tirk
Mirin
- 1950 – Johannes V. Jensen, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1999 – Didier Anzieu, psîkoanalîstê fransî