Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/10ê tebaxê
< 9ê tebaxê | 11ê tebaxê > |
---|
Bûyer
- BZ 612 – Şahê Asûriyan Sînşarîşkun hate kuştin. Bajarê Nînewayê ji aliyê Med û Babîliyan ve bi tevahî hat wêrankirin û ji bo demeke dirêj careke din nehate avakirin. Ereb di sala PZ 637an de ketin Nînewayê û li aliyê din ê çema Dîcleyê bajarê Mûsilê ava kirin.
- 610 – Kitêba pîroz Quran ji Hezretî Mihemedê re dest pê kir peyabûnê.
- 1675 – Çavdêrxaneya Greenwichê li bajarê Londonê hate damezrandin.
- 1702 – Şoreşa Fransayê: Seraya Tuileriesê hate talankirin. Louis XVI hate girtin.
- 1809 – Paytexta Ekuadorê Quito, serxwebûna xwe ya ji Spanyayê îlan kir.
- 1904 – Di navbera keştiyên şerê yên rûs û japonan de Herba Behra Zer derket.
- 1920 – Peymana Sêwrê ku Kurdistan û Ermenîstaneke serbixwe dixwest li dar ket.
- 1945 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Japonya teslîm bû û şerê cîhanî yê duyem, li Pasîfîkê xilas bû.
- 1997 – Komara Afrîkaya Başûr, ji ber binpêkirina mafên mirovan û pirsgirêka Kîprosê firoştina helîkopterên eskerî yên ji bo Tirkiye da sekinandin.
- 2000 – Nifûsa dinyayê gihîşt 6 milyarê.
Jidayikbûn
- 1874 – Herbert Hoover, endezyar û siyasetmedarê amerîkî, serokê Amerîkayê ya 31em
- 1960 – Antonio Banderas, aktor û fîlmçêkerê spanî