Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev)/Arşîv 3

Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3 Arşîv 4 Arşîv 5

Pirtûkxane

 
Sersala we pîroz be!

@MikaelF, Gomada, Şêr, Bikarhêner, Xwedêda, QazîKurd, û Sayit25:@Mohajeer û Bibliophile:
Binêrin: [1]--Ghybu (gotûbêj) 00:59, 19 rêbendan 2018 (UTC)

Destxweş bî, sala we ya nû 2018 pîroz be. --MikaelF (gotûbêj) 08:44, 19 rêbendan 2018 (UTC)
@Ghybu: Spas ji bo keda te. Te xweş çêkiriye. Lê em vê pirtûkxaneyê li projeya Wîkîpediya:Pirtûkxaneya Wîkîpediyayê bi çi awayî dikarin îlawe bikin? --Bikarhêner (gotûbêj) 01:22, 20 rêbendan 2018 (UTC)
Min çênekiriye . Binêrin jî: Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî--Ghybu (gotûbêj) 22:44, 19 rêbendan 2018 (UTC)

Beşên Dîwanê

@MikaelF, Gomada, Şêr, Bikarhêner, Xwedêda, QazîKurd, û Sayit25:@Mohajeer û Bibliophile:
Bi min li ser Dîwanê me pirr beş hene, me li gorî wp-en çêkirîbû feqet li wê derê pirr bikarhêner hene. Bi min peşên "rêgez", "ramangeh" û "Kurdîheh" ne pêwîst in...
Wana rakinê û bo botan ([2]) beşekî bi navê "peyamên MediaWiki" çêkinê--Ghybu (gotûbêj) 12:36, 19 rêbendan 2018 (UTC)

  Çêbû--Ghybu (gotûbêj) 17:22, 19 rêbendan 2018 (UTC)

Silav, rêgez" û "ramangeh" ne pêwîst in, lê bi ya min bila "Kurdîgeh" bimîne, ji ber ku ew rûpel ji bo koordînasyona di navbera kurdên wîkîpediyayên kurdî yên cuda de ye. Li wir dikarin bi her zaravayî binivîsin. Her çiqasî, pir bi pêş neketibe jî, bila bimîne. Spas!—Gomadapeyam 10:45, 22 rêbendan 2018 (UTC)

Kampanya ji bo wîkîpedîstan

Gelo silav;
Ev çend sale ez li vir lê vîkîpedîstên me her eynî ne, sale belkî yek belkî jî du kes zêde dibin. Wikipediya Kurdî hewce bi vîkîpedîstan heye, ji bo vê divê kampanyayekê bidin destpê kirin û alîkarî ji medyaya kurdî û serniyasên kurdî bixwazin. Hêj dagirkirina efrînê nebûye gotar di wikipediya me da. Ev qelsiyeke mezin e, divê em tiştekî bikin. Divê rêveberên me tiştekî bikin, em jî dê bibin alîkar Mohajeer (gotûbêj) 08:59, 27 rêbendan 2018 (UTC)

Peyama @Mohajeer: ji rûpela gotûbêja Destpêkê, [3]--Ghybu (gotûbêj) 11:35, 27 rêbendan 2018 (UTC)
@Mohajeer: Keremke, pêşniyarên xwe binivîse, em ê jî arî te bikin. Ev pirsgirêk ji hinga wîkiya kurmancî dest pê kiriye ve, heye. Pirsgirêka bikarhênerên wîkiya kurmancî ew e ku, kêm kurd birastî dikarin gotaran binivîsin. Ev ne weke nivîsandina hevokekê yan jî wateya peyvekê ya li ser ferhengê ye. Yên ku dikarin binivîsin jî, wextê xwe li vir derbas nakin. Ne hewce ye mirov herroj li vir gotarekê binivîse, lê mixabin rojeke xwe jî ji bo kurmancî nakin diyarî. Di axaftinê de em hemû kurdên serbilind in, lê kî ji bo kurdî xebatê dike? :) Qewet be!—Gomadapeyam 13:31, 27 rêbendan 2018 (UTC)
Silav hevalno, rastî ev çend roje dixwazin bersiv bidim lê nikarim, ev çend VPNye ez bikartînim lê y’a dawiyê jî hate qedexe kirin, di wikipediya tirkan de min xwend ku burokrat dikarin muafîyetekê bidin hinek bikarhenêran. Ji kerema xwe alîkariya me bikin ku heman tişt ji bo me jî chê bibe, gelo hûn dikarin li gel burokratan biaxivin da ku muafiyeketê bidin me? Chê bibe dê gelek bash be, di gelek gotaran de kêmasî dibînim lê nikarim biguherim slav û rêz Mohajeer (nikarim destnîshan jî bikim:-) Ev peyama bêîmze ya Mohajeer (gotûbêjbeşdarî) e. 17:20, 4 reşemî 2018
@Mohajeer: Min te kir di nav lîsteya "Special:ListUsers/ipblock-exempt". Çêbû?--Ghybu (gotûbêj) 01:38, 19 reşemî 2018 (UTC)
Not: Requests for global IP block exemption / [4] / [5]--Ghybu (gotûbêj) 01:42, 19 reşemî 2018 (UTC)
Malî ava @Ghybu: ev gelek baş bû,zor spas Mohajeer (gotûbêj) 06:52, 19 reşemî 2018 (UTC)

Export

@MikaelF, Gomada, û Bikarhêner: Wergera peyva "export" (to send data from one program to another) (bo wêne û daneyan) bi kurdî çi ye: "eksport kirin"? Pêşniyar?--Ghybu (gotûbêj) 22:11, 10 reşemî 2018 (UTC)

@Ghybu, Gomada, û MikaelF: Em bi kurtî dikarin bêjin "derxîne" an jî bi dirêjî "derxîne derve" an jî "neql bike" an jî "jê bigre" an jî "îxrac bike". Bi ya min em bêjin "derxîne derve". --Bikarhêner (gotûbêj) 01:48, 11 rêşemî 2018 (UTC)
@Ghybu, Gomada, û Bikarhêner: Bi ya min, "bişîne", "bi rê bike" (ber bi cihekî din), li vir "export" nayê wateya "eksport kirin". Silav --MikaelF (gotûbêj) 06:32, 12 reşemî 2018 (UTC)
@MikaelF, Ghybu, û Bikarhêner: : Mebesta exportê şandin an jî nîşandana wêne/daneyan e? Ger ji cihekî (ji wîkîpediya kurdî ber bi Mediawikiyê) bo cihekî din werin şandin "bi rê bike" baş e. Lê heke wêne/dane di heman cihî dê werin xuyakirin, "derxîne" baş e.—Gomadapeyam 18:29, 13 reşemî 2018 (UTC)
@Gomada: (Informatîk) Wetaya peyva "export": Şandina daneyan programekî ber programekî din (dane = muzîk, vîdéo, wêne, dosye, ...) an jî qeykirina daneyan bi fomatekî din (guherandina formata daneyan). Mînak: qeydkirina wêneyan bi formata ".svg" /dosye → .pdf an jî guherandina daneyan .png.jpg vîdeo: .mp4 → .avi, ...--Ghybu (gotûbêj) 21:03, 21 reşemî 2018 (UTC)
Gotineke kurmancî ya herdu wateyan (şandin û guhertin) bide, nîne. Lê em dikarin bi rê bike an bişîne bipejirînin, wergerên herî nêzîk ev in.—Gomadapeyam 11:30, 24 reşemî 2018 (UTC)

Galicia 15 - 15 Challenge

 

Wikipedia:Galicia 15 - 15 Challenge is a public writing competition which will improve improve and translate this list of 15 really important articles into as many languages as possible. Everybody can help in any language to collaborate on writing and/or translating articles related to Galicia. To participate you just need to sign up here. Thank you very much.--Breogan2008 (gotûbêj) 14:15, 12 adar 2018 (UTC)

Bikarhênerên Wîkiyê

Silav! Gelo rêveberiya wîkiya kurdî dikarin peyaman bişînin bo bikarhêneran bo carekî din werin û binerin ka çi heye ya tune ye hwd? û bi rastî min venekoland lê em dikarin di rûpelekî de bibînin ka kîjan bikarhêner (wekî mînak) di vê hefteyê de ketibû wîkiyê? Jiju (gotûbêj) 18:14, 10 adar 2018 (UTC)

Dîktatoriya rêveberan

Silav hevalno @Jiju, Mohajeer, û Xwedêda: rêveberên Wîkîpediya Kurdî dîktatorî dikine. Heqe em çareyekî bibîninMehk63 Peyam 23:00, 16 adar 2018 (UTC)

@Mehk63: Gelo tu dikarî hindek şirove bikî rêveberên Wîkîpediya kurdî çima û çawa dîktatorî dikin? --MikaelF (gotûbêj) 00:28, 17 adar 2018 (UTC)
@Mehk63:Ez bi xwe jî mînakan hewce dikim, gelo dîktatoriyeke çawa dikin? Tu dikarî ceribên xwe bi me re parve bikî? Bi rastî ez ne xwediyê tu ceribekî wiha me. Silavên germ.Jiju (gotûbêj) 10:31, 17 adar 2018 (UTC)
@Mehk63, Jiju, Xwedêda, û MikaelF: Silav hevalên hêja, ev 4-5 sal e li virim ez û ez çend kesan bibînim vir ku ji bo kurdî xizmet bikin kêfa min tê. Li vir karê herî mezin ê rêvebiran e lê ji ber ku bikarhenêr kêm in, karê rêvebiran jî kêm dibe lê divê rêvebir jî vî tiştî wek firset nebînin, ev gelek wext borî lê hêj rêvebirê me Gomada li vir nexuyaye, divê were karê xwe bike wek her du rêvebirên dî, eger nkare bila yek ji we bibe rêvebir. Wek din kekê Mikael û Ghybu xebatên pir xweş li vir dikin û ez li ser berdewamiya wan im. Lê divê em vê portala înternetê berfirehtir bikin ji bo wê jî bikarhenêr û rêvebirên aktîf şert in.Mohajeer (gotûbêj) 12:25, 20 adar 2018 (UTC)

Li ser beşa "binêre jî"

Nizanim, ji ber qelsbûna kurdiya min e ku fêm nakim an jî çavpêneketiya bikarhênerekî din e, lê pirsgirêkeke li ser peyva "binêre jî" heye. Bi ya min bi vê halê xwe ev peyv ne li gorî mentiqa kurdî ye. ya bira bibe tenê "binêre" yan jî divê bête guherandin wekî "bi ser de bixwîne" ~ "xwendina zêde" an jî "mijarên têkilî". Gelo hun çi difikirin di vê mijarê de? Jiju (gotûbêj) 18:08, 24 adar 2018 (UTC)

@Jiju, Bikarhêner, Gomada, û MikaelF: Bi min li gorî mentiqa wikiya îngilîzî hatiye nivîsandin: "See also"--Ghybu (gotûbêj) 14:18, 22 sermawez 2018 (UTC)
Rast dibêjî. Pêşniyara min Mijarên têkildar e. P.S. em dîsa nekevin nav gotûbêjên têkilî û têkil. Qewet be!—Gomadapeyam 14:56, 22 sermawez 2018 (UTC)
Bi rastî ji gotina "binêre jî" mirov nikare maneyek derxe, lewma bi min pêşniyara Gomada "Mijarên têkildar" an jî "babetên eleqedar" çêtir e ji "binêre jî". --Bikarhêner (gotûbêj) 17:22, 22 sermawez 2018 (UTC)
@Bikarhêner, Gomada, û MikaelF: bi min jî "Mijarên têkildar"Jiju (gotûbêj) 09:15, 25 sermawez 2018 (UTC)
  Çêbû--Ghybu (gotûbêj) 12:30, 25 sermawez 2018 (UTC)

AdvancedSearch

Birgit Müller (WMDE) 14:53, 7 gulan 2018 (UTC)

New Wikipedia Library Accounts Available Now (May 2018)


Hello Wikimedians!

 
The TWL OWL says sign up today!

The Wikipedia Library is announcing signups today for free, full-access, accounts to research and tools as part of our Publisher Donation Program. You can sign up for new accounts and research materials on the Library Card platform:

  • Rock's Backpages – Music articles and interviews from the 1950s onwards - 50 accounts
  • Invaluable – Database of more than 50 million auctions and over 500,000 artists - 15 accounts
  • Termsoup – Translation tool

Expansions

Many other partnerships with accounts available are listed on our partners page, including Baylor University Press, Loeb Classical Library, Cairn, Gale and Bloomsbury.

Do better research and help expand the use of high quality references across Wikipedia projects: sign up today!
--The Wikipedia Library Team 18:03, 30 gulan 2018 (UTC)

You can host and coordinate signups for a Wikipedia Library branch in your own language. Please contact Ocaasi (WMF).
This message was delivered via the Global Mass Message tool to The Wikipedia Library Global Delivery List.

OSM: kurdîkirin

Bo agahiyên gelemperî: OpenStreetMap

@MikaelF, Gomada, û Bikarhêner: Ez dixwazim li ser OSMê navên riyan jî kurdî bikim. Bi kurdî, em vana çito binivîsin (sokak, bulvar, yol, otoban/otoyol), mînak:

  • 3. Sokak / 4. Sokak / Lise 3. Sokak / Bariş Sokak
  • Tekel Caddesi
  • Fırat Bulvarı
  • Elaziğ - Diyarbakir yolu
  • Elaziğ - Diyarbakir otoyolu

--Ghybu (gotûbêj) 14:52, 1 kewçêr 2018 (UTC)

Not: Hûn dikarin navên ku pêwîst in û min ji bîr kirye jî binivîsin...--Ghybu (gotûbêj) 14:58, 1 kewçêr 2018 (UTC)
@Ghybu, Gomada, û Bikarhêner: Silav, bi dîtina min, bi vî awayî binivîse:
  • Kolan, kolana... (cade)
  • Kuçe, kuçeya... (sokak)
  • Rê, riya... (yol)
  • Otorê, otoriya... (otoyol)
  • 3. Sokak / 4. Sokak / Lise 3. Sokak / Bariş Sokak
  • Tekel Caddesi
  • Fırat Bulvarı
  • Elaziğ - Diyarbakir yolu
  • Elaziğ - Diyarbakir otoyolu
  • 1) 3em Kuçe (Kuçeya 3an), 4em Kuçe (Kuçeya 4an), Lîse 3em Kuçe (Lîse Kuçeya 3an), Kuçeya Aştiyê
  • 2) Kolana yekalî (?), mixabin tirkya min gelek kêm e, gelo tekel caddesi ev e?
  • 3) Bulvara Firatê
  • 4) Riya Elezîz-Amedê
  • 5) Otoriya Elezîz-Amedê.
Bimînin di xweşiyê de--MikaelF (gotûbêj) 06:04, 2 kewçêr 2018 (UTC)

Li gorî min, pêşniyarên birêz Mikael di cih de ne. Lê ez li dijî forma 3em Kuçe me. Kurdên ku forma yekem, duyem.. nizanîbûn jî niha bi kar tînin. Loma ez bi forma nizam tişta yekem, duyem.. ango Kuçeya 3em re me û dibêjim bila bi nuqte were nivîsandin. Mînak: Kuçeya 3. Di zimanên cuda de nuqte bi vê fonksiyonê ye (mînak: almanî). Li başûr jî tê bikaranîn 1, 2.

  • 1) Kuçeya 3., Kuçeya 4., Lîse Kuçeya 3. (ev nav bi tirkî jî ne normal e), Kuçeya Barişê
  • 2) Kolana yekalî
  • 3) Bulvara Firatê
  • 4) Riya Elezîz-Amedê
  • 5) Otoriya Elezîz-Amedê
  • 6) Kolana/Kuçeya Cengiz Topelî
  • 7) Navên jinan an jî yên din ên bi tirkî hemû (Kuçeya Devrimê, Kuçeya Barişê...)

Qewet be!—Gomadapeyam 10:44, 2 kewçêr 2018 (UTC)

@Ghybu, Gomada, û Bikarhêner: Heke ez ne çewt bim, birêz Gomada, di kurdî de hejmarên rêzkirinê bi giştî bê nuqte dinivîsin (kurdî ne tirkî, ne almanî ye :) ), di kurdiya bi tîpên erebî de min qet nedîtiye. Kuçeya 3, Kuçeya 3'ê, Kuçeya 3'an, 3'emîn Kuçe, 3'em Kuçe hemû ji Kuçeya 3., çêtir in. Kuçeya 1'ê, Kuçeya 2'an, Kuçeya 10'an, Kuçeya 20'an, Kuçeya 30'î, Kuçeya 40'î, Kuçeya 100'î û hwd. Bi silavên germ --MikaelF (gotûbêj) 17:28, 4 kewçêr 2018 (UTC)
@MikaelF: Pirseke din:
4'ê an jî (bê "'")
/3an an jî 3yê/3yan (bi "y")
50î an jî 50yî
Mixabin bi kurdî standard tune ye, her kes li gorî standarda welatên ku dijîn dinivîsin... Spas--Ghybu (gotûbêj) 18:04, 4 kewçêr 2018 (UTC)
@Ghybu, Gomada, û Bikarhêner: Bi dîtina min, dabira ha pişt guhê xwe re biavêje; Kuçeya 1ê, 2an (ne 2yan), 3an (ne 3yan)... 50î... û hwd. Bimînin di xweşiyê de --MikaelF (gotûbêj) 05:32, 5 kewçêr 2018 (UTC)

[6] [7]
Bi rastî jî kurmancî zimanekî biteşqele ye. :) Birêz MikaelF mijara nuqteyê ji bo hêsankirinê ye, loma ez pê re me (Li Amedê dihat pêşbînîkirin îsal 8. Festîvala Çand û Zebeşan, basnews, kurdistan24, candname). Wek Ghybu gotî, mixabin standard nînin.
4ên
3ên/3an
50î
Heta ku dezgeheke kurdî bi rastî li ser vê mijarê ji bo kurmancî biryar bide, ez bi bikaranîna wisa re me. Silavên germ!--—Gomadapeyam 07:15, 20 kewçêr 2018 (UTC)

@MikaelF, Gomada, û Bikarhêner: Bi kurdî bû, bnr!--Ghybu (gotûbêj) 17:30, 7 avrêl 2019 (UTC)
Ser xêrê be! --MikaelF (gotûbêj) 18:17, 7 avrêl 2019 (UTC)

Kuzköy

 
     Zimêq (Pêrtag)     Zimêq (Xozat)     Zimêg (Macîran)

@Gomada û MikaelF: Navê vî gundî bi kurdî çi ye?  . Li gorî nisanyan.map "Zimak" (= Zimêq ?) e, herwiha li Pêrtagê û Xozatê jî gundine bi navê "Zimêq" hene...--Ghybu (gotûbêj) 00:18, 7 kewçêr 2018 (UTC)

@Gomada û Ghybu: Gelo navê kurdî yê vî gundî heye, an jî ji navê tirkî hatiye wergerandin bû "Zimak" (Zimag)? Di Köylerimiz (1928) ti navê Zimak nîne. Di Köylerimiz (1968) de navê Kuzköy heye, lê bê "navê kevin" derdikeve. Silav --MikaelF (gotûbêj) 21:45, 7 kewçêr 2018 (UTC)
[8] Zimêg heye. --MikaelF (gotûbêj) 07:29, 8 kewçêr 2018 (UTC)

Ew kesê diaxive dibêje navê gundê wan Zimak e û ew weke Zimakî tên naskirin. Loma, bawer dikim, çavkaniyeke nivîskî hebe yan nebe rewşê naguhere. Ji ber ku gundî bi xwe çavkanî ne.—Gomadapeyam 17:15, 8 kewçêr 2018 (UTC)

@Gomada: Bi min "Zimak" gotina tirkiya "Zimêq" an "Zimag" an jî "Zimêg" e. Ji ber ku li Pêrtagê jî gundekî bi navê "Zimêq, Pêrtag" heye feqet deme ku bi tirkî deng dikin dibêjin "Zimak"... Ji ber ku dengên "q", "ê" di zimanê tirkî de tune ye--Ghybu (gotûbêj) 17:40, 8 kewçêr 2018 (UTC)
Rast dibêjî, lê hate bîra min ku min ev nav :Zimêg, ji devê keseke ji Macîran nivîsî. Wê demê wisa ji min re got, loma dibe ku kesên ji Macîranê ne bi q lê bi g bi lêv dikin.—Gomadapeyam 18:42, 8 kewçêr 2018 (UTC)
@Gomada: Li Dêrsim û hemû derên Kurdistanê jî witire ye, bo mînak (k --> g) Pertek --> Pêrtag, Zevrek --> Zêvrag, Yerindek ---> Yêrindag, Şüşenk --> Şûşang, Pağşenk --> Paxşang, Ağzunik --> Axzûnîg, Taptik --> Taptîg, Sağsik --> Saxsîg, ... Kurd li piranî dema ku tirkî deng dikin, dengê "/g/" ya dawî dikin "/k/"--Ghybu (gotûbêj) 19:32, 8 kewçêr 2018 (UTC)
@Gomada: "Hûn bi xêr hatin" bi gotina zimanê tirkî jî "Hûn bî xêr hatîn" e  . Nivîs tenê be tirkî rast hatiye nivîsandin! Mixabin siyasetmedarên kurd guh nadin zimanê kurdî yek nîne hergav vitira ye...--Ghybu (gotûbêj) 20:05, 13 kewçêr 2018 (UTC)

Advanced Search

Johanna Strodt (WMDE) (talk) 11:02, 26 sermawez 2018 (UTC)

FileExporter beta feature

Johanna Strodt (WMDE) 09:41, 14 rêbendan 2019 (UTC)

@Ghybu: Bi silav û rêz, ez dixwazim bi awayekî lez wêneyên xwe yên ku li Wîkîpediya kurdî ne bar bikim bo Commonsê. Gelo eva ha dikare alîkariya min bike? Ez çawa dikarim dest pê kim? Spas ji bo alîkariya te, tu her hebî. --MikaelF (gotûbêj) 06:59, 15 rêbendan 2019 (UTC)
@MikaelF: Silav, "Deployment is planned for January 16" hatiye nivîsandin--Ghybu (gotûbêj) 15:19, 15 rêbendan 2019 (UTC)
@Ghybu: Aha... rast e, bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 17:31, 15 rêbendan 2019 (UTC)
@MikaelF:   Çêbû: Min li vira mw:Extension:FileImporter/Data/ku.wikipedia li gorî meta:WMDE Technical Wishes/Move files to Commons/Configuration file documentation çêkir...--Ghybu (gotûbêj) 15:16, 16 rêbendan 2019 (UTC)
PS: Bo mînak (Wêne:Pira Malabadî 2.JPG) li ser wêneyê ser "Bihinêre Wikimedia Commons" ([9]) bitikîne. Paşê jî sernavê wêne (Edit Title) û li binî agahiyan (Edit File Info) sererast bike... û Tomar bike.--Ghybu (gotûbêj) 15:23, 16 rêbendan 2019 (UTC)
@Ghybu: Li min bibore, ez baş fehm nakim... ez diçim "Bininêre Wikimedia Commons", nizanim li kû derê divê ez bitikînim :) Zehmet nebe, tu dikarî dîsan gav bi gav ronî bikî, wek ji bo zarokan/kalan :) Destxweş bî. --MikaelF (gotûbêj) 18:34, 16 rêbendan 2019 (UTC)
@MikaelF: Min tiştik ji bîr kiriye: Pêşta li vira (Beta) bin rûpelê "FileExporter" hilbijêre  . Paşê jî here ser wêneye: li ser "Import to Commons" ( bi kurdî "Bihinêre Wikimedia Commons") bitikîne --Ghybu (gotûbêj) 19:16, 16 rêbendan 2019 (UTC)
@Ghybu: Gellek spas, ez nuka têdigehim, hêsan e :). Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 19:53, 16 rêbendan 2019 (UTC)

Pirsyarek

Looking for help: Hi, I was looking for some small help.Recently I created a new article en:Kithaab i.e. es:Kithaab-a play about women rights issues- which has been copy edited and is ready for translation in various languages. Looking for your possible help in translating the article en:Kithaab es:Kithaab to your language wikipedia. If you are unable to spare time yourself then may be you like to refer the same to some other translator to get it translated in their own respective languages. Thanking you , with warm regards Bookku (gotûbêj) 15:43, 26 reşemî 2019 (UTC)

New Wikipedia Library Accounts Available Now (March 2019)

Hello Wikimedians!

 
The TWL OWL says sign up today!

The Wikipedia Library is announcing signups today for free, full-access, accounts to published research as part of our Publisher Donation Program. You can sign up for new accounts and research materials on the Library Card platform:

  • Kinige – Primarily Indian-language ebooks - 10 books per month
  • Gale – Times Digital Archive collection added (covering 1785-2013)
  • JSTOR – New applications now being taken again

Many other partnerships with accounts available are listed on our partners page, including Baylor University Press, Taylor & Francis, Cairn, Annual Reviews and Bloomsbury. You can request new partnerships on our Suggestions page.

Do better research and help expand the use of high quality references across Wikipedia projects: sign up today!
--The Wikipedia Library Team 17:40, 13 adar 2019 (UTC)

You can host and coordinate signups for a Wikipedia Library branch in your own language. Please contact Ocaasi (WMF).
This message was delivered via the Global Mass Message tool to The Wikipedia Library Global Delivery List.

Sala nû û cejna we ya Newrozê pîroz be!

 
Ji Hola Sofî Hemê kulîlkek.

Cejna we ya Newrozê pîroz be bo hemû karkerên Wîkîpediya kurdî, hûn her bijîn! --MikaelF (gotûbêj) 08:41, 20 adar 2019 (UTC)

@MikaelF: Gelek spas! Ye te jî  --Ghybu (gotûbêj) 14:38, 20 adar 2019 (UTC)

Pirsyar

Soranî: Silav natwanim be Kurdîy Kurmancî biaxivim belam pirsyarekim hebû, asayîye lêre gotar bi Kurdîy Soranî binvîsrê?, wate eger gotarek le Wîkîpediya kurdîy nawendî hebû debêt lêre be Kurdîy Soranî - Tîpî latînî binûsrêtewe?
English: Hello, I can’t speak Kurdish(Kurmancî), but I had a question, is it okay to write Sorani articles here?, like if I created an article in Central Kurdish Wikipedia Can I post it here too in Latin alphabet?Ev peyama bêîmze ya Akam Nawzad (gotûbêjbeşdarî) e. 14:38, 27 gulan 2019‎

Silav Akam Nawzad û bi xêr hatî! Erê li vira gotarên bi soranî jî tên nivîsandin bnr. Kategorî:Gotara bi soranî / {{soranî}}--Ghybu (gotûbêj) 14:46, 27 gulan 2019 (UTC)
@Akam Nawzad: Silaw bo te, belê, lêre detwanî be kurdîy soranîş binûsî be elfubêy latînî. Wîkîpediyay kurdî ensîklopediyekî azade :) --MikaelF (gotûbêj) 05:46, 28 gulan 2019 (UTC)

--MikaelF (gotûbêj) 22:07, 28 tîrmeh 2019 (UTC)


Navên mehan bi kurdî

@Ghybu, Gomada, Avestaboy, Bikarhêner, Bibliophile, Jiju, û Mohajeer: bi silav û rêz, hûn çawan in? Navên kurdî yên mehan ên Wîkîpediya hertim bo min egera sergêjiya mezin bû. Geh avrêl, geh nîsan; geh gelawêj, gelavêj, geh tebax... Nika demek e ku hin zimannasên kurd hewl didin navên mehan standard bikin. Ew bi vî awayî navên mehan pêşkêş dikin:

. Gelo hûn bo Wîkîpediya jî navên ha wek navên sereke yên mehan dipejirînin? Bi nihêrina we baş in? --MikaelF (gotûbêj) 18:21, 25 tîrmeh 2019 (UTC)

@Pispor, Ghybu, Gomada, Avestaboy, Bikarhêner, Bibliophile, û Jiju: Merheba hevalên hêja. Hevalekî din hebû, ew wisa pêşniyar dikir: Ew digot wergerên Google Translatê ji aliyê gelek kesan ve tê kirin, lewma em bo navên mehan ên bi kurdî wergerên di Google Translatê de yên bi nîşana tîkê ya şîn esas bigirin (Nasnavê wî: Cibranî). Min xwest ku ez vê pêşniyarê jî bibêjim.
Herwisa dixwazim qenaeta xwe ya şexsî jî bibêjim: Derbarê navên mehan de dêûbavên min dibêjin ku berê ew digotin nîsan, çiriya pêşîn, çiriya paşîn... Ango wekî ku ew zimannas diyar kiribûn dijimêrtin ji bo me.

Ji xeynî vê esasgirtina xebateke kollektîv jî ji çendîn aliyan ve kêrhatî ye. Lewra ez bixwe dibêjim ku divê em wekî ya Komxebata Kurmancîyê hereket bikin di vê meseleyê de. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:36, 25 tîrmeh 2019 (UTC)

@Avestaboy: ? --MikaelF (gotûbêj) 21:56, 27 tîrmeh 2019 (UTC)
@Avestaboy: ?? --MikaelF (gotûbêj) 22:08, 28 tîrmeh 2019 (UTC)
@Jiju: ? --MikaelF (gotûbêj) 22:07, 28 tîrmeh 2019 (UTC)
Bi silav û rêz, salnameya kurdî ya Wîkîpediyayê anuha dihê guherandin li gorî pêşniyara Rêbera rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê (2019). Tiştê erênî yê Rêberê ew e ku pêşkêşkirina kolektîv e [10], mîna Wîkîpediya. Bi dîtina we, em baş dikin an ne baş dikin? Bimînin di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 08:57, 2 gelawêj 2019 (UTC)
1 Kanûna paşîn · 2 Sibat · 3 Adar · 4 Nîsan · 5 Gulan · 6 Hezîran · 7 Tîrmeh · 8 Tebax · 9 Îlon · 10 Çiriya pêşîn · 11 Çiriya paşîn · 12 Kanûna pêşîn.
Her çiqasî ez binavkirina pêşîn/paşîn wek tevlîheviyekê bibînim jî, ez bi pêşniyara Rêbera rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê re me. Divê em bi awayekî riyeke hevpar bibînin. Qewet be!—Gomadapeyam 20:33, 6 gelawêj 2019 (UTC)

Çemê Muradê an jî Çemê Miradê ?

Silav bikarhênerên hêja ! Bi helwesta min Mirad ji Murad çêtir e. Murad nav û peyveke erebî ku bi Kurdî wekî Mirad tê kurdîkirin. Her wiha ew çem li Kurdistan e. Peyva mirad di ferhenga Abdulkadir Ulumaskan ( Kurdî-Almanî, Almanî Kurdî ) jî he ye . Avestaboy

Hesaba Twîtterê

Merheba hevalino. Em ji bo Wîkîferhengê bi navê "@wikiferheng"ê hesabeke Twîtterê vekiribûn. Li ser daxwaza çend kesan em ê derbarê Wîkîpediyaya kurdî de jî agahî, nûçe û tiştên din parve bikin. Yên pêşniyara wan hebe bila kerem bikin: --Bikarhêner (gotûbêj) 18:44, 8 tebax 2019 (UTC)

https://twitter.com/wikiferheng/status/1159379640420634624

Ferhengoka Zanistî ya Wîkîpediyaya kurdî

Silav gelî wîkîvanan. Îro bi mijareke gelekî girîng li hemberî we me  . Niha bala we kişandiye, hingî li ser wîkipediyayê çalak bûme min bêhtir giranî daye ser têgeh û navên tiştan, bi gelemperî di mijarên teknîkî de. Sedema vê ew e ku ez lê hayî bûme ku di nivîsa zanistî ya kurdî de nakokî û dubarekirin pir in. Yekgirtin û lihevhatin kêm e. Peyvek ji bo gelek têgehan tê bikaranîn. Têgehek jî bi gelek peyvan tê pênasekirin. Rasterast neyê dîtin jî ev pirsgirêkeke cidî ye. Rê dide tevlîheviyan. Ev tevlîhevî jî li hev kom dibin û dibin şaşiyên mezin. Di hemû zimanên cîhanê yên ku nivîsa zanistî bi karîgerî pêk tînin de ev çareser bûye. Ji her peyvekê re têgehek heye. Îja em nikarin vê ji bo tevahiya lîteratura kurdiyê bi cih bînin. Lê em bixwazin em dikarin li ser wîkiyê hevgirtin û lihevhatinê pêk bînin, di bikaranîna têgehan de. Ji bo vê pêşniyaza min berhevdana ferhengoke zanistî ye. Ka tiştek wisa li ser wîkipediyayê çawa dikare were hewandin, hûn ji min baştir dizanin. Wek modulekê be, li ser Wîkîferhengê be û wd. ka çi be. Dê çavkaniya peyvan gotarên vir be, bi ya min şertê tevlîkirinê bikaranîna li ser wîkiyê be baş e. Em ji derve tiştekî hazir îdxal nekin. Em ê têgehan ji gotaran bineqînin, ji yên bi nakokî û hevnegirtî dê yek were bijartin û li ferhengokê were tevlîkirin û ji bo wê têgehê/konseptê dê standard li ser wîkîpediyayê êdî ew be. Qasî ji dest tê jî em ê gotaran li gor wan peyvên standard sererast bikin. Wek ew mesela me ya hêz û şiyanê. Me ew xweş li hev kir. Me go yek ev e, yek ew e û herdû cuda ne. Bi ya min divê em vê pêvajoyê ji bo hemû têgehan û bi rêya ferhengokekê bi awayekî karîgertir bisepînin. Dibe ku ev ferhengok li gor beşan jî were veqetandin jî, ferhengoka fizîkê, ferhengoka kîmyayê û wd. Hûn çi difikirin? @Şêr, Ghybu, MikaelF, Cyrus the virus, Mohajeer, Jiju, û Bikarhêner:Pispor (gotûbêj) 17:22, 30 îlon 2019 (UTC)

Pêşniyaz:
--Ghybu (gotûbêj) 17:04, 30 îlon 2019 (UTC)
Wîkîpirtûk jî heye: b:Ferhengoka fizîkî, b:Ferhengoka kimyayê, ... Bo mînak: b:fr:Dictionnaire de philosophie--Ghybu (gotûbêj) 17:29, 30 îlon 2019 (UTC)
Silav Ghybu spas ji bo agahdarkirina îmzê :) Awayê pêşniyaza te pir baş e. Ferhenga felsefeyê ya fransî gelekî kêrhatî dixuyê. Mînakek baş e. Lêgerîn jî heye. Tenê cudahiyek ê me em dikarin li hemberî peyvan wergera wan bi çend zimaman jî deynin. Ji ber ku piraniya kurdan perwerdeya bi kurdî nabînin dê navê têgehan bi zimanên din bizanibin û li wan bigerin. Helbet divê mirov bikaribe bi wergera wan jî li têgehan û kurdiya wan bigere. —Pispor (gotûbêj) 17:43, 30 îlon 2019 (UTC)
Bi min agahiyên ku pêwîst in "zayenda peyvê" û "wergera îngilîzî" ye. Wergerên tirkî, erebî, farisî, frensî û elmanî jî dema ku tên tên zanîn bila bên zêde kirin...--Ghybu (gotûbêj) 18:04, 30 îlon 2019 (UTC)
Baş e. Gelo îja em ê çawa saz bikin van? Em rasterast ji ya fransî bigrin? Lê divê em wan guhertinên me got jî bikin, ka dê çawa çêbe? Û ji bo her bin-beşeke zanistî em ê pirtûkekê ava bikin an tenê zanistên sereke? —Pispor (gotûbêj) 18:50, 1 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
@Pispor: Mînak: b:Ferhengoka fizîkî: kar, hêz--Ghybu (gotûbêj) 02:33, 2 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
Pir baş e. Sihet xweş @Ghybu:. Gelo em çawa dikarin têgeh lêzedekirinê hêsantir bikin? Mesela wek sîstema li ser wîkîferhengê ku mirov pê wergeran li rûpela peyvekê zêde dike. Mirov dikare tiştekî wiha çêke, an zêde tevlîhev e? Ew hebe rêzkirina peyvan jî hêsantir dibe, her carê mirov li rêza alfabetîk nagere. Mînanî vê dibêjim: [11]Pispor (gotûbêj) 16:09, 2 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
@Pispor: OK :) Pirsek: di nav ferhengê de "wateyek kurt" bi kurdî were nivîsandin an jî tenê werger... Dixwaza te çi ye? Min rind fêm nekir: 1) Ferhengoka fizîkî (werger + wateyek kurt bi kurdî) an jî 2) Ferhengoka fizîkî ya kurdî - îngilîzî - frensî - tirkî, (tenê werger) ?--Ghybu (gotûbêj) 17:43, 2 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
PS: Gotûbêjên ferhengoka fizîkî: b:Gotûbêj:Ferhengoka fizîkî--Ghybu (gotûbêj) 17:43, 2 çiriya pêşîn 2019 (UTC)
Silav hevalên hêja û bilindqedr, bi rastî ev gotinên birêz @Ghybu: di demeke dirêj di serê min de bû. Ji bo gelek peyv û têgehan çavkanî ji me dihatin xwestin lê wek em hemû dizanin çavkanîyên wisa zanistî mixabin di lîteratûra zimanê me de peyda nabe, heta ku ez dikarim bibêjim, gelek gotarên ku me afirandîne, yekem care di lîteratûra kurmancî de cihê xwe digire. Di zanistîya Dermansazîyê de min gelek gotar çêkirin û gelek peyv min ji alîyê xwe afirandin. Ev ne lîstokek bû ji bo min, mecbûrîyetek bû ku cihên vala qasî ku ez dizanim tijî bikim lê gelek caran hişyarî ji bo min hatin ku ev peyvên wiha bêçavkanî ne. Divêt em bizanin ku wîkîpedîyaya kurmancî ji bo lîteratûra kurmancî xezîneyeke mezin e û em jî wek nivîskarên wê divêt ferqeke mezin nexin di navbera xwe û nivîskarên pirtûkan. Di gotaran de gelek caran serê min êşîyaye û min ji kesên zanyar jî pirsîye ku divêt ev peyv û têgeh divêt çi be.Ji ber van sedeman, ez pêşnîyara Ghybu gelek girîng dibînim ku em wek nivîskarên vir dikarin xebateke pêşçav li ve derê bidin destpê kirin. Ev pêşnîyareke gelek hêja ye û divêt em li ser baş bixebitin. Mohajeer (gotûbêj) 20:09, 29 çiriya pêşîn 2019 (UTC)

Silav, wêneyên nû yên Dûrzan Cîrano: [12]--Ghybu (gotûbêj) 21:22, 2 çiriya pêşîn 2019 (UTC)

Beta feature "Reference Previews"

-- Johanna Strodt (WMDE) 09:47, 23 çiriya pêşîn 2019 (UTC)