Realîzma êrîşber

teoriya peywendiyên navneteweyî ya ser bi realîzmê ve ye.

Realîzma êrîşber bîrdozeke diyar û giring a peywendiyên navneteweyî ya ser bi neorealîzmê ve ye.[1] Ew ji hizrên bîrdozvanên mezin ên wekî Robert Gilpin, Randall Schweller, Eric J. Labs û Fareed Zakaria pêk diêt. Lê belê serkêşê bîrdozê ku John Mearsheimer e, ev bîrdoz di bersiva bîrdoza neorealîzma bergirîkar (bi inglîzî: defensive neorealism) ya Kenneth Waltzî de dariştiye. Giringtirîn xala ku amaje pê hatiye dan ev e; xweriskê şêlûbêl yê pergala peywendiyên navneteweyî (çi desthelatên navendî nînin ku tevgerên dewletan bi qanûnekê rêk bixin) ji çêbûna reftarên şerranî yên dewletan di siyaseta navneteweyî da berpirsyar e. Mearsheimerî realîzma xwe li ser têkhelkirina hizra her du bîrdozvanên mezin Hans Morgenthau û Kenneth Waltzî danaye.

Realîzma êrîşber û realîzma bergirîkar biguhêre

Ew bi xwe geşekirina bîrdoza neorealîzmê ya ku ji encama derzvêkevtina wê ya li ser herdu liqên binyatî/bergirîkar û êrîşber peyda bû, bi geşekirineke giring li salên notan dihê danîn, bi rengekî ku; edebiyata realîzmê li ser mijara vekolana asayîşê kevt nav gelek gengeşeyên mezin. Ew herdu liq wekhev tekezê dikin ser wan rêkên ku pergala navneteweyî ji egerê wan bandorê dike ser reftara siyaseta derve ya dewletan. Lê belê her du gelek bi kûrî hevdijin li ser şaşiyên pergalê û xweriskê wan qeyd û bendên ku dikevin di rêya pergalê de.

 
Serkêşê bîrdoza Realîzma êrîşber John Mearsheimer

Gelo ewlehî di pergala navneteweyî da kême an zêde ye? Dewlet bi xwe herdem ber bi hindê dihên birin ku hegemoniya xwe zêde bikin an jî hema tenê ji bo bidestxistina asta herî nizm a ewlehiyê dihên paldan? Ev pirsyarên perde-li-ser, binyatê nakokiya di navbera herdu realîzma bergirîkar û êrîşber in.[2] Ji aliyekê dî ve, realîstên bergirîkar li wê bawerê ne ku armanca destpêkî ya dewletan man e, û dewlet zêdetir ji hegemonîxwaziyê li ewlehiya xwe digerin, anko bergirî ye. Her wekî Robert Jervis  û Jack Snyder li wê bawerê ku; hêdî-hêdî serokên dewletan fam dikin ku mezaxtinên şerran gelek in û ziyanên wan zêdetirin ji mifayîn wan. Îca hindî dewletan şiyanên xwezalkirina bi ser ên dî da hebin egera diristbûna şerran zêdetir e. Belê hindî bergirî bi hêztir be dê rêjeya berqerarbûna asayîş û tenahiyê zêdetir be û palderên berfirehxwaziyê kêmtir bin û harîkarî zêdetir dibe. Bi vî rengî dewlet dişên cudahiyê di navbera çekên êrîşberiyê û bergirîkariyê da bikin, bi vê jî dikarin çekên bergirîkariyê bi dest bixin bê ku bibin gef li ser dewletên dî. Ev jî dikare rêjeya şêlûbêliyê kêm bike. Lê belê tevî ku pitiriya hêzên dewletan xwedî wan çekên êrîşkber in jî lê êdî şerr ji aliyê welatiyan û serokên dewletan ve wekî berhemê hêzên neaqlanî dihê hesibandin.

Realîzma bergirîkar kevt ber pêlên rexneyên tind ên realîstan bi giştî. Mearsheimer boçûna Thomas Hobbesî û Hans Morgenthauyî pesend dike ya ku dibêje dewlet bi dû xwe bihêzkirina berdewam ve ye, berevajî Waltzî ku li wê bawerê bû dewlet tenê bi dû xwe-bi-hêzkirineke rêjeyî ya sinordar ve ye. Herwisa ew Waltzî bi wê rexne dike ku parêzvaniya rewşa heyî ya tena dike, lê dewlet nikarin piştrast bibin ka hevrikên wan li pey çi ne, ka ew dê di rewşa heyî ya aştiyê da bimînin an dê bibin hêzên êrîşker.

Pênc migirtî yên Mearsheimerî biguhêre

Bîrdoz her wekî bîrdoza realîzma bergirîkar ya Kenneth Waltzî ji pênc binemayan pêkdihê ku ev in:

  1. Pergala navneteweyî şêlûbêl e, ji ber vê dewletên zilhêz di siyaseta navneteweyî de aktorên sereke ne. Lê belê ev wê ramanê nade ku bê pergalî heye. Lê wê ramanê jî nade ku ew pergal ji aliyê saziyeke cihanî yan desthilateke navendî ve hatiye rêkêxistin. Hema belkî pergal her ji aliyê dewletan bi xwe ve ye û li ser vê dibêje "xudê harîkarê wî ye yê harîkariya ya xwe bike".
  2. Bi rengekê gişitî hemî dewlet xwediyên wan hêzan in ku têra hîndê bikin ziyanê pê bigehînin dewletên dî. Ji ber vê jî hemî dewlet li ber gefên dewletên dî ne.
  3. Dewlet çi caran nikarin xwe ji niyetên dewletên dî piştrast bikin. Ev nahê wê ramanê ku hemî dewlet xwedî niyetên xirab in, lê belê nikarin bizanin ku ew xwedî niyetên başin jî. Ji ber vê jî heta dewletek êrîşî ser dewleteke dî bike xwedî komeke egerên vekirî ye. Ji aliyekê dî ve, niyetên dewletan zû bi zû dihên guherrîn ji ber vê egerê jî dibê herdem hêzên dewletê di çalak bin.
  4. Armanca destpêkî û bingehîn a dewletan man e. Parastina man û serweriyê egerê bingehîn yê hemî tevgerên dewletê ye.
  5. Dewlet xwedî kesayetiyeke aqalanî anko rasiyonel in. Ji bo mana xwe jî tevgerên aqalanî di pergala navneteweyî de dikin.[3]

Dewlet her li pey bi hêzkirina xwe ya berdewam e biguhêre

Di pergala navneteweyî ya şêlûbêl de, di gelek rewşan da tiştek dewletê ji gefên dijwar ên dewletên dî naparêze bil ji hêza dewletê bi xwe. Îca heker dewlet li pey mana xwe ye, ew dê bikeve hevrikî ya berdewam a bidestxistina hêzê. Hez jî li ser bidestxistina hêzê bê-sinor e, wekî Thomas Hobbes dibêje "hema ev bidestxistina hêzê tenê li mirinê disekine".[4] Realîzma êrîşber hêzê ne tenê wek alavekê ji bo manê dibîne, lê ew li wê bawerê ye ku hêz xizmeta hegemonîxwaziyê dike. Ji ber ku armanca dewletê ya piştî misogerbûna manê hegemonîxwazî û berfirehbûn e, û heta digehe hevsarkirin anko kontirolkirin û zalbona li ser pergalê. Mearsheimer li wê bawerê ye ku ya ji bo dewletan giring hêza reha nîn e, lê hêza rêjeyî ye, ya ku bi hevberî digel rikeberên wê dihê pîvan. Hema ew dibêje hêza reha hebûn nîn e, ya ku heyî her hêza rêjeyî ye ku bi hevberî bi hêzên dî re dihê zanîn. Ji ber vê jî rikeberiya li ser zêdekirina hêzê tiştekê vebirî ye, Îca dibe ev ne tenê berê dewletan bide sitratîjyeta xwe bihêzkirinê lê dibe lewazkirina dewletên dî jî bibe sitratîjyeta wan. Bi vê jî heker rewş rê bide stiratîjiyeta herî baş ji bo dewletan zêdekirina hêzê ya bi rêya hegemonîxwaziyê ye. Hemî dewletên zilhêz xwedî wizeyek anko enerjiyek serbazî ya şerxwaz û hegemonîxwaz in, û divê pitirîn herêman bikin cihê hegemoniya xwe. Li vê derê armanca dewletan ne rêgirîkirine li dewletên dî ku bigehin vê asta desthelatê, belkî xwepiştirastkirine ji nehatina êrîşan ku dibe li paşerojê bihên.[5]

Randallê Schwaller têbînî ya wê yekê dike ku, hizra ku dibêje hema armanca dewletan her man e, ji bi-ser-êk-xirvebûna rewşa edetî ya dewletan hatî ye ku pitiriya dewletan manê dikin armanca yekane. Herwisa ew dibêje realîzma bergiriyê nekariye balê bikşîne ser guherrîna rewşa edetî ya ku hêz têda hind zêde dibe ku dewlet pê manê misoger dike, û îca wê di hegemonîxwaziyê da xeric dike, ji bo mînakê; Almanyaya serdema Adolf Hitler û Fransaya serdema Napoleon Bonaparte.

Herwisa Peterê Liberman li ser vê, komeke rewşên dîrokî yên wekî dagîrkirina rojavayê Ewropayê ji bal naziyan ve û hegemoniya Rûsyayê li ser rojhilatê ewropayê pêşkêş dike wek belge li ser wê ku mifayên êrîşêkirinê zêdetirin ji ziyan û mezaxtinên wê. Herwisa wek bersivek ji bo Realîzma bergirîkar ku digotin êdî berfirehxwaziya serbazî çi mifa nîn in. Anko dema hêza dewletekê hind zêde bû ku bibîne dewletên dî nikarin rikeberiya wê bikin îca mana wê misoger dibe, ew dest bi gavên hegemonîxwaziyê û dagîrkariyê dike û bi hegemonî û dagîrkariyê hêza dewletan zêdetir dibe. Hema Mearsheimerî ji qesta negotiye "Binyatdanana dewletê karekê dijwar e".[6] We diyare hêzeke mezin pê divê û ya ku misogerî ya manê dide dewletê her hêz e.

Mearsheimer û rola saziyên navneteweyî di berqerarkirina aştiyê da biguhêre

Mearsheimer pirsyar dike; gelo saziyên navneteweyî dikarin rolê di kêmkirina metirsî û milmilanêyên tûndûtîj da bigêrin? Paşî ew bandora saziyên navneteweyî li ser reftara dewletan vedikole û dibêje; hema saziyên navneteweyî ji bo berjewendiyên zilhêzan damezrîne. Ew tenê dikarin xizmeta berjewendiyên zilhêzan bikin. Hema ew li asta herî jêrin ku bikarin bandorê li reftarên dewletan bikin. Çi caran karên wan û berjewendiyên zilhêzan bersingê yek nagrin. Ew dibêje; du dewletên diyarkirî tenê di du jîngehan da hevpeymaniyê dikin ew jî; jîngeha siyasî ya navneteweyî û jîngeha aborî ya navneteweyî. Lê xwe di vê hevpeymaniyê jî da, rikeberî di navbera wan da li ser wê heye ka serê jorî ji bo berjewendî yên zêdetir ên kî ji wan e, û kî ji wan dê li ser ya dî zal bibe. Hema ev bi xwe dide diyarkirin ku dewlet bi xwe bandorê li reftarên yek dikin û pergala navneteweyî şêlûbêl e. ew dibêje, birastî ev wîneyê pergala navneteweyî ya ku ez nîşan didim wîneyekê ne delal e û xwezî min karîba ku çîrokeke geşbîntir ji bo paşerojê vebihanda lê mixabin ev rastî ye.[7]

Mearsheimer û sê sitratîjiyetên bi destxistina hêza pêdivî ji bo serdestbûnê biguhêre

Mearsheimer li wê bawerê ye ku; heta dewletek wê hêza pêdivî ya ku têra serdestûnê bike bidest bixe, dibê van sê sitratîjyetan bigre ber xwe:

  1. Şerr: Mearsheimer dibêje; ji bo serdestûnê, şerr ji hemî rêkên dî yêkalîtir e. Ev rêk wêreniker û xûnawî ye, lewa dewlet hingî diçinê dema ku dizanin mifayên wê zêdetirin ji ziyanên wê. Ji mifayên şerrî ewin ku; samanekê mezin ji çandinyê û pîşesaziyê û wergirtina xwîkê dikeve destê dagîrkeran, Herwisa ew destê xwe didanin ser samanên xweriskî jî.
  2. Gefkirin: di vê sitratîjiyetê da hêz nahêt bikaranîn lê gefên bikaranîna hêzê dihên kirin. Îca bi taybetî dewletên bihêz gefan li dewletên lewaz dikin da ku têda serdestî û hegemoniya xwe li ser wan bi sepînin û bi vê rêkê berjewendiyên xwe bi parêzin.
  3. Vêkraberdan û xwînrêtin: Ev sitratîjyete pitir ji aliyê zilhêzan ve dihê bikaranîn, ji bo wê yekê ku hêzeke zêdetir di lewazkirina rikeberên xwe da kom bikin. Ew radbin bi diristkirina şerrekê bi xwîn di navbera aliyên rikeberên xwe da. Îca bi vê sitratîjyetê rikeberên wan dirbên kujek li hev didin û hêzên yek kêm dikin bi vê çendê jî rêjeya cidahiya hêzê di navbera rikeberan û zilhêzan da pitir dibe.

Rewşa niha û dewletên zilhêz biguhêre

Realîzma bergirîkar li wê bawerê ye ku dewletên zilhêz wisa dizanin rewşa heyî di berjewendiya wan da ye. Lewma bizava hindê dikin ku wek xwe bimîne, lê Mearsheimer dixwaze vê serrast bike. Tevî ku herdu bîrdozên realîst dibêjin xema dewletan ya herî mezin ewlehiya wan e. Lê li ser rêjeya pêdivî ya hêzê ji bo misogerkirina ewlehiyê nakok in. Bervajî Realîzma bergirîkar ku dibêje dewletên zilhêz yên rewşa niha tenê dixwazin pêgehê xwe di pergala cihanî da bi rêya hevsengiya zal di hêzê da bi parêzin. Lê Mearsheimer dibêje ku dewletên zilhêz daxwaza pitirîn hêzê dikin. Ev jî tê wê wateyê ku armancên şerranî hene.

Ji ber ko pergala navneteweyî şêlûbêl e û dewlet piştrast nînin ji meremên hevdî û şiyanên hevdî yên serbazî yên êrîşker. Da ku ev tirs nemîne ya her dewletekê ji dewleta dî heyî, êdî hemî dewlet bizavê dikin ku rêjeya desthilata xwe zêdetir bikin, ku ew jî bi şiyanên maddîne. Dewlet bi dû vedîtina derfetanin da hevsengiya hêzê li ser kîstê hevrikên xwe biguherrînin. Lewma her çi dewleta zêdetirîn hêz hebe ji hemî dewletan parêstîtir e. Ji ber vê jî baştirîn sitratîjyeta ji bo manê ew nîne ku dewlet di çarçûveyê sinorên xwe da bihêz be lê dibê li ser dewletên dî hegemonîdar be. Baştirîn sitratejî ji bo zêdekirina hêza xwe ji bo bidestxistina hegemonîdariyê jî taktîkên êrîşkarane ne, bi mercekê ku ev şerxwaziye aqlanî be.[8]

Mearsheimer dibêje hegemoniya li ser hamî cihanê bi zehmet e. Ji ber ku hevsarkirina desthelatê jiber komên tolveker ku dê peyda bibin ne mimkin e. Baştirîn rewşa hegemonîdariyê ji bo dewleta hegemonîxwaz ewe ku zal bibe li ser herêma derdûra xwe. Ev rewş jî “hevrikiya berdewam ya li ser ewlehiyê, egera rûdana şerr herdem nizîk e” dirist dike. Gava dewletê hegemoniya li ser herêma derdûr bidest xist wê dime dibe dewleta zilhêz ya rewşa heyî.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Offensive realism". Wikipedia (bi îngilîzî). 6 tîrmeh 2022.
  2. ^ Prd. Dr. Enwerê Mehmedê Ferec, Mehmedê Ferec (2018). Tiyorî Riyalîzim le peywendiye nêwdewletiyekan da [Dr. Xelîlê Kerîmê Mehmedî, Ehmedê Eiyê Ehmedî]. Silêmanî: Dezgehê Rewşenhizrî yê Cemal Irfan. r. 333.
  3. ^ Arı, Tayyar (2008). Uluslararası ilişkiler teorileri : çatışma, hegemonya, işbirliği (Çapa 5.basım). Bursa: Marmara Kitap Merkezi. ISBN 978-605-5911-07-2. OCLC 665731307.
  4. ^ Thomasê, Hobbes (2016). Leviathan [Esedê Elî] (bi Kurdî-Soranî). Hevlêr: Navenda Awêr. r. 79.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  5. ^ https://cdn-acikogretim.istanbul.edu.tr/auzefcontent/21_22_Guz/uluslararasi_iliskiler_teorisi/5/index.html. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)[girêdan daimî miriye]
  6. ^ Mearsheimer, John J. (2007). The Israel lobby and U.S. foreign policy. Stephen M. Walt. New York. ISBN 978-0-374-17772-0. OCLC 144227359.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  7. ^ John, J. Mearsheimer (2008). The False Promise of International Institutions (bi îngilîzî). Harvard University, John M. Olin Institute for Strategic Studies, 1994: The MIT Press. r. 7-9. ISBN 9781315236339.{{cite book}}: CS1 maint: location (lînk)
  8. ^ "The Tragedy of Great Power Politics. John Mearsheimer. New York: W.W. Norton, 2001. 555 pp. $27.95". Survival. 44 (3): 150–151. 2002-09. doi:10.1093/survival/44.3.150. ISSN 0039-6338. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)